Xelata Fîlman a Elmanyayê di warê sînema û hunerê de merasîma xelatê ya herî girîng a Elmanyayê ye, êvara Înê li paytext Berlînê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin û xelatgir hatin eşkerekirin. Di merasîma xelatdayînê de derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li merasîmê dan. Fîlmên ku ji aliyê derhênerên sînemayê Ayşe Polat, Soleen Yûsef û Mîlena Aboyan ve hatine kişandin gelek xelat girtin.
AYŞE POLAT SÊ XELAT WERGIRT
Fîlma “Im toten Winkel” a derhêneriya wê Ayşe Polat a ji Meletiyê kir sê xelat wergirtin. Fîlm xelatên “Produksiyona herî baş”, “Derhêneriya herî baş” û “senaryoya herî baş” wergirt. Çêkerê fîlm Mehmet Aktaş ji Mîtos Fîlm e, derhêner û senarîst jî Ayşe Polat e.
Polat ku êvara Înê li Berlînê ev xelat qebûl kir, xelata xwe diyarî “hemû jinên ku ji bo edalet û azadiyê bi lehengî têdikoşin” kir.
“Li Noqteya Kor” siyasî ye. Di fîlma ku li Qersê hatiye kişandin de qala JÎTEM’a ku Kurd direvîne û dikuje dike. Di fîlm de dayikeke Kurd a ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiye revandin û windakirin, cih digire.
MEHMET AKTAŞ: VÊ XELATÊ DIYARÎ YILMAZ GUNEY DIKIM
Mehmet Aktaş ji ber ku projeyekê li Kurdistanê bû, tevî merasîmê nebûû peyamek nivîskî şand şand. Ji Mîtos Fîlm Roj Haco xelata Aktaş wergirt û peyama nivîskî xwend. Aktaş diyar kir ku wî xelata Lola ya ku wergirtiye diyarî Yilmaz Guney dike û wiha got:
“Ez xelata Lola diyarî Yilmaz Guney dikim. Ew mamoste û rêberê min e. Wî bi fîlm û jiyana xwe min bi cîhana sînemayê da naskirin.” Ev gotinên Mehmet Aktaş li salonê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
FÎLMA ZAROKAN A HERÎ BAŞ: SIEGER SEIN
Di merasîma Xelata Fîlman a Elmanyayê de, fîlma “Sieger Sein” (Serkeftin) wek “Fîlma herî baş a zarokan” hat hilbijartin. Derhêner û senarîstê fîlm Silêman Yûsif ji Duhokê ye.
Lîstikvanên sereke yên fîlma ku ji aliyê Sonja Schmitt, Christoph Daniel û Marc Schmidheiny ve hatiye çêkirin ev in: Jacqueline Rietz, Liza Stutzky, Dileyla Agirman û Andreas Dohler.
Di fîlm de Mona tevî malbata xwe ya Kurd ji Sûriyeyê direve. Malbat li Berlînê bi cih dibe. Mona tevlî tîma futbolê ya dibistanê dibe û dibe golparêz. Mona ku xaltîka wê şervaneke YPJ’ê ye, bi fikirîna li ser wê ji rewşa nebaş a sirgûnê rizgar dibe. Tîma dibistanê bi saya ruhê şerkeriya Mona beşdarî tûrnûvayekê dibe û tûrnûvayê bi dest dixe.
Sieger Sein ku li cîhanê beşdarî gelek festîvalan bûye, herî dawî hefteya borî di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de hat nîşandan.
ELAHA DU XELAT WERGIRTIN
Şeva borî fîlma “Elaha” ya derhêner Mîlena Aboyan du xelat wergirtin. “Elaha” xelata “Bertirîn Berhema” (Matthias Greving) û “serkûşa jin a herî baş” (Miss Layla) wergirt. Senaryoya fîlm ji aliyê Mîlena Aboyan û Constantin Hatz ve hatiye nivîsandin.
Fîlm çîroka Elaha ya 22 salî vedibêje. Li gorî vê yekê, Elaha destgirtî dibe. Her ku dawet nêzîk dibe, ew bi hêviyên derdora xwe re rû bi rû dimîne. Ew di navbera evîna xwe ya bê şert û merc a ji bo malbata xwe û xwesteka wî ya ku jiyana xwe diyar bike de diqete. Fîlm jineke ciwan ku xwe bi hêz dike û bedena xwe kontrol dike, nîşan dide.
Xelata Fîlman a Elmanyayê ji sala 1951’ê ve tê dayîn û di sînemaya Elmanyayê de wek xelata herî bi prestîj tê dîtin.