Piştî 15 rojan ji girtina deriyê sînorî yê navdewletî yê Hacî Omeran ku dikeve navbera Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, îro vebû.
Hat zanîn piştî biryara vekirina derî, hemû xebatkar û karmendên deriyê sînorî îro çûne ser karê xwe.
Deriyê sinorî yê Hacî Omeran ser bi bajarokê Çoman ê Hewlêrê ye. Derî di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye û salane bi bihayê 6 milyar dolarî bazirganî di ser vî derî re tê kirin. Lê ji ber şerê Îran, Îsraîl-DYE’yê ev 15 roj bûn derî li hatûçûna bazirganî û geştiyariyê hatibû girtin.

