Têkoşer Şîlan Kobanê di sala 1971’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan de ji dayîk bû. Têkoşer Şîlan Kobanê di biçûkaniya xwe de serî li hemberî zîhniyeta paşverû ya civakê radike. Di destpêkê de li hemberî desthilatdariya eşîran a ku jinan weke amûrekê dibîne, rakir û piştre jî li hemberî dewletên mêtînger serî rakir û bi vê serîrakirina xwe hişt ku her kes rêzê ji vîna wê re bigire.
Şîlan di zarokatiya xwe de xwedî wê cesaretê bû ku di nava malbatê de xwedî taybetmendiyên şoreşgerî bû û di 6 saliya xwe de li hemberî zihniyeta eşîrtiyê rabû ku tevî destûrnedayîna malbata xwe jî dest bi dibistanê kir. Piştî demeke kurt malbata wê jî ji ber rewşa aborî berê xwe dide bajarê Helebê û li wir Şîlan di 7 saliya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.
LI HEMBERÎ QALIBÊN EŞÎRTIYÊ RABÛ Û EW RÛXANDIN
Bajarê Kobanê xwedî çandeke eşîriye ye û Şîlan jî di navbera nakokiyên pergal û eşîran de mezin bû. Malbata wê ji ber rewşa aboriyê koçî bajarê Helebê dike, lê belê malbatê zihniyet û çanda xwe li wir jî berdewam kir. Destûr nedihat dayîn ku zerokên keç biçin dibistanê. Lê belê Şîlan bi israreke mezin ev qaliba di malbatê de şikand. Tim di nava lêgerîna azadiyê de bû.
QALIBÊN EŞÎRTIYÊ LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA ŞÎLANÊ TÊK ÇÛN
Şîlan Kobanê li hemberî qalibên eşîrtiyê rabû, ew qalib li hemberî cesaret û îradeya Şîlanê têk çûn. Şîlan di xwendina xwe de jî gelekî serkeftî bû ku di pola xwe de xwendekara herî serkeftî bû. Ji ber sekna wê her kesî jê re rêz digirt. Şîlan cihê baweriyê bû.
DEST BI TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYÊ KIR
Di sala 1980`î de malbata Şîlanê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Li hemberî şoreşgerên Azadiya Kurdistanê li cem Şîlanê eleqe û hezkirineke mezin peyda dike ku dixwaze wan ji nêz ve û zêdetir nas bike. Bi eşqeke mezin beşdarî civîn û çalakiyên wan dibe. Piştre li gel hevalên xwe koma hunerî ya bi navê ‘Agirî’ ava dike û beşdarî gelek şahiyan dibe. Di 12 saliya xwe de ji bo pîrozkirina Newrozê beşdarî şahiyekê dibe û piştre ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve bi qasî 5 rojan dîl tê girtin. Şîlan ji wê çaxê de dest bi têkoşîna li hemberî her cure desthilatdariyan dike.
DIBE AŞIQÊ ZIMANÊ KURDÎ
Şehîd Şîlan Kobanê li hemberî her cure tundî û neheqiyan radibe ku bi taybet jî yên li ser jinan û dibe çirûska azadiya jinan. Şîlan di zarokatiya xwe de ji aliyê kadroyên pêşeng ve xwe fêrî zimanê Kurdî dike û ji ber eşqa xwe ya ji bo zimanê Kurdî him heval û him jî malbata xwe li dor xwe kom dike û wan jî fêrî zimanê Kurdî dike ku vê yekê jî bi dizî û rêxistinkirî dike.
DÎTINA RÊBER APO
Şîlan di sala 1982’yan de dema 11 salî bû Rêber Apo dibîne û têkildarî vê yekê dibêje; “Ew yek di jiyana min de kêliya herî watedar bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku wê êdî jiyana min ne weke berê dewam bike. Ez ê evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê li pey wan biçim.’’ Piştî wê gotina xwe, Şîlan bi temenê xwe yê biçûk dest bi kar kir û bû lêgerînvanê azadiyê.
Di Tebaxa 1987’an de li bajarê Helebê tevlî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û li gel 4 hevalên xwe berê xwe dide Libnanê û li wir jî tevlî Akademiya Mehsûm Korkmaz dibe. Şîlan li wir di navbera sînorê Sûriyeyê û Lubnanê de dîl tê girtin û bi qasî du mehan li zîndanên rêjîma Sûriyeyê rehîn tê girtin. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, car din dixwaze derbasî akademiyê bibe. Derbas dibe û cihê xwe di nava Radyoya Dengê Gerîla de di beşa Erebî de digire û li wir dest bi karê çapemeniyê dike.
Şîlan Kobanê salekê li kampên Lubnanê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne û li wir perwerdeya siyasî û leşkerî distîne. Şîlan Kobanê tevî temenê xwe yê biçûk jî israr dike ku li çiyayên Kurdistanê têbikoşe. Lê belê ji ber temenê wê yê biçûk Rêber Apo vê israra wê qebûl nake û Şîlan li Efrîn û Helebê dest bi xebatên rêxistiniyê dike.
ENDAMA HERÎ BIBANDOR A PARTIYÊ
Şîlan di sala 1991’an de car din berê xwe dide çiyayên azad û li gel derxistina kovaran, dibe nûçegihana şer. Di Konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê ya 1995’an de, Şîlan weke Endama Komîteya Navendî ya YAJK’ê tê hilbijartin. Di nava şert û mercên herî zehmet de, bi sekna xwe ya bi cesaret û bê teredûd ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya îlham, hêz û moralê. Şîlan bi demê re di nava rêveberiya tevgerê de jî cihê xwe digire û her ku diçe di nava tevgerê de dine endameke bibandor.
Di sala 2003’yan de jî bi avakirina Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîlan dibe Endama Desteya Rêveber a Partiyê. Li ser vî esasî berê xwe dide Rojava û li xebatên xwe didomîne.
Şîlan Kobanê di 29’ê Mijdara 2004’an de li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de di encama kemîneke hevbeş a rêjîma BAAS’ê û dewleta Tirk de li gel hevrêyên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê tevlî karwanê şehîdan dibe.
Şîlan ne tenê li Rojava, li her çar perçeyên Kurdistanê bû sembola jina azad û bû pêşenga tevahiya jinên ku li hemberî zîhniyeta desthilatdar têdikoşin. Ji bo wê roj bi roj Şoreşa Rojava ku weke Şoreşa Jinan tê pênasekirin, dest pê kir, bû mîrasa tevahiya jinên azadîxwaz û hemwextê wê jî bi saya jinên pêşeng jî vê şoreşê li seranserê cîhanê deng veda.