Di rûniştinê de, meqamê îdîayê parvekirinên medyaya dîjîtal weke delîl nîşan da û xwest ku Ekmekçî were cezakirin.
Parêzerê parastinê Murat Sadak jî diyar kir ku ev îdîa ji bingehê hiqûqî dûr in û xwest ku Ekmekçî were berdan.
Dîlek Ekmekçî di dema parastina xwe de daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kir û got, “4 sal in ez li dijî van kûmpasên têne kirin, têdikoşim. Ez naxwazim dayika min hîn zêdetir xemgîn bibe, ez daxwaza tehliyeyê dikim.”
Şandeya dadgehê, dema ceza eşkere kir, biryar da ku dawî li girtîbûna Dîlek Ekmekçî were.