Yekşem, 18 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Meha Mijdarê li 15 rojnamevanan 17 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Rojane

DFG: Meha Mijdarê li 15 rojnamevanan 17 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora "Binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan a meha Mijdarê" eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamevanan û neheqiya li saziyên çapemeniyê tê kirin, bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora DFG’ê; 8 rojnamevan hatine binçavkirin, der barê 14 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, 5 rojnamevan di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin, der barê 8 rojnamevanan de doz hatine vekirin û darizandina 79 rojnamevanan jî berdewam kiriye.

Rapora meha Mijdarê ya DFG’ê bi vî rengî ye:

“Meha Mijdarê meheke ku bi nîqaşên li ser demokratîkbûnê û pêşketinên dîrokî pêk hatin ve bi dawî bû. Binpêkirinên li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Rojnamevan bi awayekî bêhiqûqî hatin desteserkirin. Lêpirsînên nû hatin destpêkirin. Tevî nebûna delîlan jî ew bi cezayên giran re rû bi rû man.

Di meha Mijdarê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê ku girtî tê darizandin Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn da destpêkirin û rojnamevan Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Ruşen Çakir, Batûhan Çolak û Koordînatorê Ragihandinê yê CHPê Ogan Yavûz ketin ber lêpirsînê. Van rojnamevanan bi angaşta “Bi eşkereyî agahiyên derew belav kirine û alîkariya rêxistinên sûc kirine” hatin sûcdarkirin.

Di meha Mijdarê de jî li qadê astengkirina rojnamevanan dewam kir. Polîsan bi awayekî sîstematîk rê li ber rojnamevanên ku hewl didan dîmenên protestoya xwendekarên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bigirin, girt. Di meha Mijdarê de rê li ber pênc rojnamevanan hat girtin ji bo ku nûçegîhaniyê nekin. Ev yek bû sedema muameleya xirab li rojnamevanekî, gef li çar rojnamevanan hat xwarin. Rojnamevanek di girtîgehê de bi binpêkirinên mafê xwe re rû bi rû ma.

Di meha Mijdarê de dema ku rojnamevan hatin darizandin û cezayên giran li wan hatin birîn. Lêpirsînên nû li dijî 14 rojnamevanan hatin destpêkirin û lêpirsînên li dijî 8 rojnamevanan veguherî dozê ango darizandinê. Dozên 79 rojnamevanan di 46 dozan de berdewam kirin û 15 rojnamevan jî di nav wan de rojnamevan Hamdûllah Bayram û Rahîme Karvar hebûn û bi giştî 17 sal û 5 meh cezayê hepsê li wan hat birîn.

Li gel lêpirsîn, darizandin û cezayan, me parastina rojnamevaniyê berdewam kir. Dozên heft rojnamevanên ku ji ber bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrişa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçeyan dişopandin hatin qetilkirin. Doza 8 rojnamevanên din jî ji ber ku şopandina xwepêşandanên Saraçhaneyê hatin darizandin, bi beraetan bi dawî bûn.

Rojnamevan Alî Bariş Kurt ku di 8ê Sibata 2025an de hatibû girtin û piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê 2 sal û 4 meh ê hepsê yê ji ber “Bi rêya çalakiyên xwe yên pîşeyî û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal propagandaya rêxistinê kiriye” pejirand, hatibû girtin. Ew li Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 1an a Maltepeyê ye û berdana wî bi awayekî kêfî hatibû taloqkirin. Lîjneya Rêveberiya Girtîgehê û Şopandinê bi hinceta ku Kurt “poşman nabe û îhtîmal e ku zirarê bide yên din” berdana wî şeş mehan taloq kir.

Di meha Mijdarê de dozek nû li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger hate vekirin. Doz li dijî rojnamevan Oznur Deger û Osman Akin ku edîtorê berê yê Rojnameya Yenî Yaşamê bû hate vekirin. Ji ber raporeke ku wê di 16ê Tîrmeha 2024an de, derbarê îşkenceya ku dema serdegirtina malê li taxa Eskîhîsar a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de weşandibû hate vekirin. Dozek li dijî Oznur Deger di meha Cotmehê de bi mehkûmkirina “sûc” encam da û em vekirina sê dozên “sûc” ên nû red dikin. Hedefgirtina hevkarên me bi van dozan kêfî ye. Em ê li dijî vê rewşa kêfî têkoşîna xwe bidomînin.

Ziyana ku ji ber tayînkirina mufetîşan li dezgehên medyayê çêdibe berdewam dike. Mufetîşê ku ji bo Tele 1ê hatiye tayînkirin 30 kes ji kar derxist. Di heman demê de Rojnameya Hurriyetê 59 kes ji ber “sedemên aborî” bêkar hişt.

9 malper hatin girtin û ragihandina nûçeyekê hate astengkirin. Ragihandina 2 hezar û 61 parvekirinên Xê jî di meha Mijdarê de hatin astengkirin û RTUK cezayên îdarî li pênc weşanan birî.

Her çiqas di meha Mijdarê de di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Tirkiyeyê pêşketinên girîng qewimîn de jî gotinên provokatîf û hedefgirtina kes û saziyan ji aliyê hin rojnamevanan ve binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin. Em van binpêkirinan dibînin û li ber çavan digirin. Wekî ku me ji destpêkê jî gotiye, em piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hemû hevkarên xwe dixwazin ku li kêleka rojnamevaniya aştiyê bisekinin da ku ev pêvajo bi Tirkiyeyek demokratîk bê tacîdarkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîlançoya şewata li Hong Kongê giran bû: 159 kes mirin
Nûçeya Pişt re Lula û Trump ji hevkariya têkoşîna li dijî sûcên organîze re amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan li merasîma salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kevana Zêrîn: Em 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin

Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn 4’ê Nîsanê weke roja hebûn û xwebûnê pênase…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK: Xiyaneta PDK’ê ya beriya 28 salan veguherî birîneke kûr

Polîtburo ya YNK'ê di salvegera dagirkirina Hewlêrê de daxuyaniyek da û got, "Ev xiyanet veguherî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana êrîşê ya li Eyn Îsayê hate têkbirin, li derdora Reqayê pevçûn didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Endamên Navenda Dicle û Koma Cûdî tevlî seferberiyê bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Şerê sê salan li Sûdanê gel ber bi dojehê ve bir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?