Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Meha Tebaxê 2 rojnamevan hatin kuştin
Rojane

DFG: Meha Tebaxê 2 rojnamevan hatin kuştin

DFG'ê ragihand ku meha Tebaxê zext û êrîşên li ser rojnamevanan zêde bûn û 2 rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Îlonê” aşkere kir. DFG’ê bal kişand ser êriş û zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan û da zanîn ku di meha tebaxê de gelek malperên dîjîtal medyayê hatine sansurkirin, xwegihandina nûçeyan hatiye astengkirin, Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn, ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşamê jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn, hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin û her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan biriye.

Rapora DFG’ê wiha ye: “Êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê di meha Tebaxê de hêj zêdetir bûn. Desthilata ku şerê xwe yê li dijî Kurd veguhest Herêma Kurdistana Federe li gel şirîkê xwe PDK’ê dest bi polîtîkaya êrişên berfireh ya bi ser rojnamegeran de kir.

Êrişên ku di meha Tîrmehê de li gel nokeriya PDK’ê berfireh bûn, di 23’ê Tebaxê de Tirkiyeyê di nava sînorê Herêma Kurdistana Federe de li navçeya Seyîd Sadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta sivîl bombebaran kir. Ajansa Rojnewsê ya navenda wê li Suleymaniyê aşkera kir ku di êrişa hewayî de Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara jiyana xwe ji dest dane. Ji bo qetilkirina rojnamegeran di serî de li Kurdistanê û li gelek welatên din ên cîhanê bertekên tûnd hatin nişandan û êriş bi tundî hat şermezarkirin. Di van daxuyanî û xwe pêşandanên protestoyan de hat xwestin ku li dij van êrişên hov ên Tirk de qada navneteweyî xwedî helwest û berpirsiyar be.

Êrişa qetilkirina rojnameger Tara û Bahadîn dema li Amedê ji aliyê hevpîşeyên wan ve bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin, polîsên tirk êrişî van rojnamegeran kir û ji wan rojnamegeran gelek jê hatin derbkirin. Li gel van hemu êrişên polîsan jî qetilkirina rojnamegeran bi daxuyaniyek hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi tu awayî dê li dijî van êrişên hov bêdeng nebin û dengê Çapemeniya Azad dê hêj gurtir û bilintir bikin. Peyama parastin û piştgiriya rojnamegeran ya heta bi heta hat dayîn.

Siyaseta AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkaya şer de israr dike bi ser civakê re weke sansura girankirî her diçe tê kûrkirin. Mînaka polîtîkaya sansurê ya herî dawî di roja duyamîn a meha Tebaxê de girtina tora Instagramê ye ku ji aliye milyonan ve tê bikaranîn. Instagram, bi biryara roja 2’yê Tebaxê ya Saziya Zanist a Teknîk û Ragihandinê ve xwe gihandina pergala Instagramê hat qedexekirin.  Di roja 10’ê Tebaxê de di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Metayê de biryara qedexe ya xwe gihandina Instagramê hat rakirin. Tirkiyeyê piştî Youtube û Wikipedia’yê, Instagram jî kir bazara sansurê. Li gor vê bazara qirêj dê van her sê qadên medya dijital bi hev re bibin parçeyekî êrişên bi ser azadiya raman ya gelê kurd û muxalîfan.

Di nav rojên ku Instagram hat girtin de pergala Roblox ku ji aliyên milyonan ve tê bikaranîn jî hat asteng kirin. Di vê platforma Roblox’ê de lîstikhezan lîstik dilîst û hin kes jî bi tasarimên xwe lîstikên nû diafirand û di ser vê de qezenc bi dest dixistin. Bi daxwaza Buroya Sucên Zanîst a Teknolojî û Ragihandinê Dadgeha Edeneyê ya 6’emîn a Cezaya Sulhê bi angaşta ku bi hin naverokan zarok tên îstîsmarkirin roja 7’ê Tebaxê biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser Malpera Platforma Robloxê.

Ji ber betlana Edlî di vê mehê de darizandin û danişîn pêk nehatin. Lê di meha Tebaxê de ango betlana Edlî de hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin. Van biryarên qedexeyê yên xwe gihandina ji bo agahî û nûçeyên ku hatine dayîn jî balkêşe û divê binê wan baş bên xêzkirin. Di binê van nûçeyan de pirtir jî navên kesayetên AKP’î dertên pêş. Weke ku ji bo gendelî û nelirêtiyên van kesayetan û binpêkirinên mafan bi destê darazê bê sansurkirin û ji gel bê veşartin hatine derxistin.

Saziyên weke RTUK, BTK jî betal neman û ji bo hêjmareke zêde malperên internetê biryara girtin û xwe gihandina nûçeyan astengkirin. Li gor raporê herî kêm ji bo naveroka 401 nûçeyan biryara qedexeyê hat girtin. Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn. Ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşam jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn. Her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan birî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji serokê AKP’yî koleksiyona saetan
Nûçeya Pişt re Milîsên Agir û Rojê yên Jin li tacirên tiryakê xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin

Di Newroza Amedê de posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Bakur fuzeya hîpersonîk a nû ceriband

Koreya Bakur ragihand ku li herêma Pasîfîkê fuzeyeke nû ya hîpersonîk a ji bo 'jêvegerandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din hate vekirin

Derheqê Serokê Şaredariya Esenyûrdê Ahmet Ozer de ku bi îdîayên bêbingeh hatibû girtin, bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?