Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran Newroza Azadî û Demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Êdî tekane çare aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Zana: Gel dixwaze serok li Amedê bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyan Newroza 2026’an!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’
Jin

‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd ji bo guherîna Rojhilata Navîn girîng e û got, "Di bingeha guherîna civakî ya li Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Banga Rêber Apo ya ji bo jinan bala raya giştî kişand. Bi taybetî daxuyaniyên ku destnîşan dikin, jin di bingeha têkoşînê de ne, li Tirkiyeyê li nava tevgerên jinan têne nîqaşkirin.

Ji femînîstên Tirkiyeyî Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser vê bingehê qala dîroka têkoşîna aştiyê ya jinê kir.

‘TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA JINAN DIGIHÊJE HETA YEWNAN A ANTÎK’

Ozgul Sakî got, “Em dikarin dîroka têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bigihînin heta Yewnan a Antîk. Di lîstika ‘Lysistrata’ ya Aristophanes de ku weke yekemîn şanoya li dijî şer tê naskirin, qala têkoşîna jinan dike ku ji bo bidawîkirina şerê navbera Atîna û Spartayê hewl didin. Hem jinên Atînayî hem jî jinên Spartayî ku ji ziyana bi salan a şer bêzar bûne, ji bo aştiyê xwe bi rêxistin dikin.

Serdema navîn jî ji bo milkiyeta axê û danheviya sermayeyê ya destpêkê serdema şerê li dijî jinan e. Lê belê bi Şoreşa Fransayê re di serdema nûjen de jin ne tenê mexdûrê şer in; her wiha weke hêmana polîtîk hem beşdarî pêvajoyên şer dibin hem jî pêvajoyên aştiyê.

Tenê çar sal piştî Şoreşa Fransayê sala 1891’ê Olympee de Gouge got, di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de navê jinê nîne û ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Jinan’ eşkere kir. Di heman demê de li Îngilistanê Mary Wolstonecraft ‘Hinceta Mafên Jinan’ nivîsî. Piştre di pêvajoya Komun a Parîsê de jinên komunar hem tevlî parastina Parîsê bûn hem jî li hemberî helwesta serwer a mêr a komunê têkoşiyan.

Ber bi dema nêz ve jî ji bo bidawîkirina şer, jin tevlî ti saziyeke navneteweyî nehatin kirin. Mînak li Îngilistanê ‘Civaka ji bo Teşwîqkirina Aştiya Mayinde û Gegrdûnî’ sala 1812’an ava bû. Bêguman ji tevlî civakê nebûn, ji wan re hate gotin, tenê dikarin nameyê bişînin. Sala 1840’î ji koloniyên DYE, Fransa û Brîtanyayê bi beşdariya 409 delegeyan ‘Konferansa li dijî koletiyê’ hate lidarxistin. Di nava konferansê de delegeyên jin hebûn, lê belê destûr ji wan re nehate dayin ku biaxivin. Piştre sala 1849’an li Parîsê di ‘Kongreya Aştiyê’ de Anne Knight pêşniyar kir ku ‘Ji bo aştî û azadiyê yekîtiya jinan a navneteweyî’ bê avakirin.

Dûre di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di pêvajoya Şoreşa Sowyetê de, di têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Ewropayê de jinan hem bi rêxistiniya xwe hem jî bi çalakiyên xwe di nava têkoşîneke serbixwe de gotinên xwe her tim gotin, weke hêmaneke çalak a dîroka têkoşînên civakî û siyasî lêgerîna xwe ya li aştiya kolektîf dewam kirin.

Bêguman ev têkoşîn ne tenê li cografyayekê bû; têkoşîna aştiyê ya jinan ji destpêkê ve têkoşîneke enternasyonal bû. Îro jî ji Abya Yala heta Rojhilata navîn, li her parçeyekî ser rûyê erdê bandora xwe heye.”

‘TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA JINAN NE TENÊ LI HEMBERÎ SERWERIYA MÊR, HER WIHA LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û KOLETIYÊ YE’

Ozgul Sakî anî ziman ku israra jinan a ji bo aştiyê divê ne tenê weke rabûna li ber serweriya mêr bê pênasekirin û destnîşan kir ku di nava têkoşîna aştiyê de têkoşîna li hemberî bûrjûvazî û mêtingeriyê jî heye.

Ozgul Sakî got, “Em, ku li dijî sîstema bindestiyê û mêtingeriyê têdikoşin, divê zanibin ku cîhaneke din pêkan e; ji xwe bawer bin ku jiyaneke civakî ava bikin ku bibe dilê cîhana bê dil, ji îro ve rêxistiniya xwe li gorî nirxên xwe yên jiyanê veguherînin. Divê em bi vê berpirsyariyê rabin. Dikarim bibêjim ku jinên bi vê berpirsyariyê radibin û li dijî kapîtalîzma partriarkal têdikoşin hene.

Ji ber vê yekê têkoşîna aştiyê ya jinan ne tenê têkoşîna ji bo bêdengkirina çekan e -bêguman ev jî gelekî girîng e- di heman demê de têkoşîneke azadbûnê ye.”

‘LI ROJHILATA NAVÎN DI BINGEHA GUHERÎNÊN CIVAKÎ DEE TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HEYE’

Parlamenter Ozgul Sakî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn di bingeha guherînên bingehîn de têkoşîna jinên Kurd heye, bi taybetî avakirina Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak û got, “Eger îro li Rojhilata Navîn wê qala aştiyê bê kirin, şertê yekane yê vê yekê bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê ya li ser xaka Fîlîstînê ye, qebûlkirina rastiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e ku li hemberî asîmîlasyon, tinebûn û bêstatuyê dimeşînin.”

Di dewama axaftina xwe de Ozgul Sakî diyar kir ku li Rojhilata Navîn yên ku guherîna herî bingehîn pêk anîn, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e û got, “Berxwedana bêhempa ya ku li hemberî komkujeriya DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê nîşan dan û jiyana civakî ya nû ya li Rojava ava kirin, ne tenê ji herêmê re her wiha ji tevahiya cîhanê re bû îlham ji gelan re ku ji bo aştî, azadî û wekheviyê têkoşînê dimeşînin.

Têkoşîna hevpa a Dayikên Aştiyê jî weke Înîsiyatîfeke aştiyê ya xweser a vê xakê rêveçûna dîrokê guhert. Têkoşîna Dayikên Aştiyê ku bi xavika spî bû sembol, têkiliyeke xurt a piştevaniyê bi dayikên Plaza de Mayo yên li Arjantînê re danî ku bi xavikên xwe yên spî nobed girtin.

Bi Kongreya NADA ya 1’emîn re ku meha Gulanê li hev kom bûn, ev danheviya dîrokî gihîşt asteke nû. Belê li cografyayeke bi vî rengî ku veguheriye qada şer û komkujiyan, jin di aştiyê de israr dikin. Di bingeha vê de jî hesreta jinan a ji bo jiyaneke civakî heye ku biryarên xwe yên li ser paşeroja xwe bi xwe bidin, baweriya bi destketiyên têkoşîna xwe heye.”

WÊ DEWAM BIKE…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rewşenbîrên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Kobanê: Em bi ruhê Bendava Tişrînê li vir in

Gelê Kobanê yê ku berê xwe da cihê stasyona avê ya ku di 1`ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ewropayê di berdêla ‘aştiya bazirganî’ de peymana ‘parastinê’ datîne pêşiya Trump

Li gorî Alîkarê Seroka Komîsyona Ewropayê yê ji stratejiya pîşesaziyê berpirsyar Stéphane Séjourné Yekîtiya Ewropa…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin

Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?