Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê Kobanê: Em bi ruhê Bendava Tişrînê li vir in
Rojava

Gelê Kobanê: Em bi ruhê Bendava Tişrînê li vir in

Gelê Kobanê yê ku berê xwe da cihê stasyona avê ya ku di 1`ê Sibatê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bi temamî hatibû rûxnadin, bûn mertalên zindî ku heta tîma taybet karê xwe yê sazkirina stasyonê bi dawî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji 8`ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hovane êrîşî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, li kantona Firatê jî bi taybet stasyona kehrebeyê, avê û cihê xizmetê kir hedefa xwe, di encamê de gel bê kehrebe û av dima.

Di 1`ê Sibatê de dewleta Tirk êrîşê stasyona gundê Şêxlera jorîn kir, êrîş bi balafirên şer bûn, di encama wê êrîşê de stasyona avê bi temamî hatibû rûxandin. Kobanê û gundewarên wê 4 mehan zêdetir bê av man.

Her ku tîmên taybet yên ku berê xwe didan gundê Şêxler da ku stasyona avê ji nûve saz bikin û avê berdin bajarê Kobaê , dibûn armanca êrîşa dewleta Tirk a dagirker.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên navîn êrîşî tîmê dikir û di encama wan êrîşan de tîm mecbûr dibû ku bi paş ve vegere. Ji wê demê ve gel bê av bû.

Îro jî xelkê Kobanê û gundewarên wê weke mertalekî zindî berê xwe da stasyona avê da ku tîma taybet a stasyonê, stasyonê ji nû ve saz bike û avê berde bajarê Kobanê. Li Şêxlera Jorîn car din ruhê berxwedaniya bendava Tişrînê hat jiyankirn. Li wir gel bi wê rihê li ber xwe dida. Li Şêxler dirûşme dihatin berzkirin, ew jî weke bersivekê bû ji êrîşa dewleta Tirk a dagirker re.

Piştî wê heta demekê tîmê karê xwe yê sazkirina stasyonê bidawî kir û av berda bajarê banenê û gundewarên wê. Gel jî piştî bi dawîkirina xebata tîma stasyonê, car din zivirîn û berê xwe dan bajarê Kobanê.

Gelê li wir ji ANF`ê re axivî û diyar kirin ku ji bo ava xwe çawa li bendavê li ber xwe dane ew ê li vir jî li ber xwe bidin.

`EM Ê AV, AX Û KEHREBEYA XWE BIPARÊZIN`

Dayîka bi navê Bedîa Îbrahîm ku yek ji kesên berê xwe da stasyonê got: “Em hatin vir ji bo parastina ava xwe, çawa me li bendava Tişrînê av û kehrebeya xwe diparast, em li vir jî car din ava xwe diparêzin ji êrîşa dagirkeriyê. Em jî hatin li vir da ku tîma me ya avê karê xwe berdewam bike, em li bajarê Kobanê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker bê av bûn. Em jî weke mertalê zindî bûn ku ji bo li hemberî dijmin bisekinin û ava xwe biparêzin. Em ê av, ax û kehrebeya xwe biparêzin.”

`KES NIKARE LI HEMBERÎ ÎRADEYA ME BISEKINE`

Dayîka bi navê Nazê Mihemed Elî ku ji bajarê Qinê ye, anî ziman ku ew çawa bendava xwe parastin e, wê vê derê jî biparêzin û wiha got: “Em ê vê stasyona xwe ji çeteyên dewleta Tirk biparêzin. Ew nahêlin ku tîma me li vir kar bike. Bajarê Kobanê û gundewarê wê bi giştî bê av e, lê em hatin vir da ku em bibin mertalekî zindî û ava xwe car din berdin. Ruxmî ku bi balafirê şer hemû stasyona hat rûxandin jî, lê em ê car din stasyona xwe saz bikin. Em biçûk û mezin li vir in. Em ê ava xwe berdin, kes nikare li hemberî îradeya me bisekine. “

`EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN`

Hevserokê Şaredariya Bajarê Qinê Omer Silêman jî axivî û ev yek got: “Em li vir dîsa berxwedaniya xwe berdewam dikin. Em li vir in ser çemê xwe ne. Em bê av bûn. Em bang li mafên mirovan dikin ku bila zanibin ku em bê av in. Dijminê me jî êrîş dike. Lê em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştî wê tîma taybet ya avê karê xwe bi dawî kir û av berda bajarê Kobanê û gundewarên wê. Piştre jî gelê Kobanê û gundewarên wê vegeriyan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tebqayê meş û mîtînga ji Rêber Apo re azadî
Nûçeya Pişt re Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NY: Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku penaberên Sûriyeyê yên ku vedigerin an jî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gerîla bi hêz e û em li pişta wan e’

Li Kobanê, malbatên gerîlayan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kir

Bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê tijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dayîka Şehîd Şîlan: Bi fîşeka yekem re jiyaneke nû hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xerîb Hiso: Rola pêşengtiyê yê Mam Zekî pir hêja û dîrokî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?