Bîranîn ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve hate lidarxistin û gelek rojnamevan, nûnerên sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
Di bîranînê de dowîzên ji manşetên berê yên Ozgur Ulkeyê yên bi nivîsa “Ev agir wê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad, gel ê azad” û “Em ê serî netewînin” li gel wêneyê rojnamevan Ersîn Yildiz hate hildan ku di bombardûmanê de jiyana xwe ji dest da.
‘JI WAN HEBÛ KU HER TIŞT QEDIYA YE, LÊ XWE XAPANDIN’
Daxuyanî li ber dirûşma “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” hate dayin. Rojnamevan Ezgî Çadirci Karabey daxuyanî da.
Ezgî Karabey anî ziman ku Ozgur Ulke li gel bombardûmanê jî têkoşîna heqîqetê ya çapemeniyê meşand û got, “Ji wan hebû ku wê rojê her tişt qediya û ji bo Çapemeniya Azad dawî hatiye. Lê belê xwe xapandin.”
Ezgî Çadirci Karabey got, “Li vê xakê ku bi salan e em şahidiyê ji her êşê re dikin, di dema avakirina jiyana bi hev re, demokrtaîk, azad û wekhev de jî em ê bi gelan re bin. Em ê dengê wan bigihînin cîhanê.”
GULTAN KIŞANAK: TEMÎNATA AŞTIYÊ HEQÎQET E
Xebatkara berê ya rojnameyê û siyasetmedar Gultan Kişanak anî ziman ku Serokwezîra wê demê Tansû Çîller di êrişa li ser rojnameyê de berpirsyar bû û got, “Xwestin, rojnamevanên ku baweriya xwe bi heqîqetê dianîn îmha bikin. Lê belê dîrokê careke din nîşan da ku yên heqîqetê dinivîsînin îmha nebûn. Vî agirî bi salan welat kir qada şewatê. Temînata aştiyê heqîqet e. Heqîqet çiqasî bê ronîkirin em ê ewqasî jî nêzî aştiyê bin.”
EREN KESKÎN: TEQÎNEK PLANKIRÎ BÛ
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn jî bi bîr xist ku ji ber teqînê heta niha kes nehatiye darizandin û got, “Teqîneke gelekî plankirî bû. Ji wê rojê û vir ve em li vir in. Kesekî bi tenê nehat darizandin. Kiryar nehatin eşkerekirin.”
ROJNAMEVANÊ ŞAHID: JI BO HEQÎQETÊ BERDÊLÊN GIRAN HATIN DAYIN
Ji şahidên wê demê rojnamevan Zekîne Turkerî anî ziman ku di êrişê de 23 kes birîndar bûn, Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û got, “Ji bo rastiyê, ji bo heqîqetê berdêlên giran hatin dayin. Ev pêvajo ji bo ronîkirina heqîqetê pêvajoyeke gelekî girîng e. Piştî ewqas êşê divê aştî tekez pêk were.”
Di dawiya bîranînê de girseya gel qurnefîl danî cihê ku bombardûman lê hate kirin.

