Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, berî niha bi 4 mehan, derbarê Seyîthan Durdu de daxuyanî da û got “Serokê rêxistina sûcên organîze Seyîthan Durdu hat girtin.” Lê Durdu, di salgevera Komkujiya Roboskiyê de, roja 28.12.2024’an ji aliyê leşkerên Tirk ve bi guleyê hat qetilkirin. Piştî vê sê leşker hatin binçavkirin, serleşker M.Ç. û serdeste S.G serbest hatin berdan û serleşker Y.A. hat girtin. Hat diyarkirin ku M.Ç. ê ku serbest hatî berdan fermandarê beşê ye.
BAROYA WANÊ: DURDU BÊYÎ DARIZANDIN HATIYE QETILKIRIN
Baroya Wanê, di encama hewldanên malbata Seyîthan Durdu de ku bi îdîaya kaçaxçîtiyê hat qetilkirin, derbarê mijarê de pêngaveke hiqûqî da destpêkirin. Baroya Wanê, diyar kir ku Seyîthan Durdu bê darizandin hatiye qetilkirin û daxwaza cezakirina sûcdaran kir. Ji ber ku biryara veşertîbûnê li ser dosyayê heye naveroka wê tam nayê zanîn, lê qetilkirina Durdu ji aliyê leşkeran ve eşkere ye.
LEŞKERAN DURDU BI AWAYEKÎ BIRÎNDAR HIŞTIN Û REVIYAN
Seyîthan Durdu û du hevalên xwe ku li Qelqeliya Wanê dijîn, dema ku ji gundê Golagenî ku 15 kîlometre dûrî sînorî ye bi hespan ber bi gundê xwe Avzerkê ve diçû, leşkerên nêzîkî wan bûyîn bêyî ku hişyariyekê bikin ji wesaîtê gule berdan. Li ser vê yekê Durdu ê hevalên xwe bi tirs ji wir reviyan. Tam di vê kêliyê de Durdu bi giranî birîndar bû. Wesaîta leşkeran jî ket nav heriyê. Leşkeran piştî ku wesaîta xwe xilas kirin, qet li Durduyê birîndar nenêrîn û ji cihê bûyerê reviyan.
ÎFADEYÊN LEŞKERAN LI HEV NAGIRIN
Piştî lêpirsînê leşkeran anî ziman ku ew qet neçûne gundê Golageniyê û tu eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Di îfadeya duyemîn de gotin ku ew çûne gundê Golageniyê û wan gule berdaye kesên ku direvin. Lê ji ber ku Durdu û hevalên xwe ji ber çavan winda bûne vegeriyane baregehên xwe.
PARÊZER BEDIR: JI MÊSAFEYEKE NÊZÎK GULE HAT BERDAN
Parêzerê Seyîthan Durdu Ozal Bedir wiha axivî: “Destpêkê dixwazim bînim ziman ku li ser dosyayê biryara veşartîbûnê heye. Ji ber ku lêpirsîn didome, em daxuyaniyê di çaçroveya biryara veşartîbûnê de didin. Li gor daxuyaniyên malbatê, qurbanî, bêyî ku hişyariyek bê kirin, ji wesaîta ku aîdî yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê Îran-Tirkiyeyê, li gundê Golagenî di saetên şevê de ji mesafeyeke nêzîk gule hatiye berdan. Qurbanî ji pişta xwe birîndar dibe, dikeve erdê û bêhereket dimîne. Bi rapora otopsiyê hatiye tespîtkirin ku qurbanî bi çekê hatiye kuştin.”
ŞAHIDÊN KU BÛYER RONÎ KIRIN HATIN GIRTIN
Bedir, diyar ku li gor ku malbat dibêje bersûcan tu midaxeleyeke tibî nekirine û tevî ku qurbanî bi giranî birîndar e, ne tîmên tenduristiyê ne jî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Qelqeliyê agahdar nekirine û ji cihê bûyerê reviyane. Bedir wiha domand, “Piştî vê yekê Seyîthan Durdu bi alîkariya xizmên xwe heta derekê bi betaniyeyê û piştre jî li ser pişta hespê anîne ser rêya sereke, lê bêyî ku bigihêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.
Bûyer piştî îfadeyên xizmên qurbanî hatiye zanîn. Lê belê derbarê şahid û xizmên qurbanî de biryara binçavkirinê ya çar rojan hatiye dayîn. Piştre du şahid, ji ber sûceke din biryara girtinê hatiye dayîn. Şahid hîna jî girtî ne.”
LEŞKERÊN GUMANBAR SERBEST HATIN BERDAN
Bedir, diyar kir ku di encama lênêrîna otopsiyê, tespîta cihê bûyerê û lêkolînên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê ve, derbarê du serleşker û leşkerekî de di 01.01.25’an de biryara binçavkirinê hat dayîn û heman rojê di lêpirsîna Dadgeriya Cezayê Sulhê de derbarê serleşkerekî de biryara girtinê hat dayîn. Bedir got her gumanbarên din jî serbest hatine berdan.
Bedir wiha dewam kir: “Di vê bûyera xirab de, tevî hemû bêhiqiyan em li bendê ne ku berpirsiyar bên darizandin û bên cezakirin. Ev hem dê rê li ber binpêkirina edaletê bigire hem jî dê malbat hinekî rehet be.”
LI SER DOSYAYÊ BIRYARA VEŞARÎBÛNÊ
Bedir, anî ziman ji ber ku li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye, ew ne hakimî tevahiya dosyayê ne û wiha dewam kir: “Lê li gor îfadeyên malbat û şahidan û otopsiyê em dizanin ku bûyer bi şev diqewime. Di encama teqîba leşkeran de bi çekê birîndar dibe û leşker bêyî ku tîmên tenduristiyê û qereqolê agahdar bikin ji cihê bûyerê direvin. Piştre em bi daxwaza malbatê tevlî pêvajoyê bûn û kesek ji ber qaçaxçîtiyê di girtîgehê de ye. Girtina mexdûrê bûyerê mexdûriyeteke din e. Niha delîl tên komkirin, lêpirsîn wê berfireh bibe. Cezakirina sûcdaran kêm jî be dê êşa malbatê sivik bike. Em wek parêzerên qurbanî û mexdûran em ê dîsa daxuyaniyên agahdarkirinê bidin.“