Pêncşem, 15 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran ji bo Rojava meşiyan: Em ê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Orûç hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkaran li gelek bajaran dest ji kar berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê DYE’yî: Divê hesabê sûcên li Helebê bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê: Dewleta Tirk dev ji dijminatiya Kurdan bernade

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin
Kurdistan

Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata "Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî" ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî ve tê lidarxistin, rola jin, zarok, ciwanan, çand û wêje di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de hat nîqaşkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bi rûniştina sêyemîn û çaremîn berdewam kir. Di rûniştina sêyemîn de mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rola Jin, Zarok û Ciwanan” ji hêla Zozan Înan, Gonul Ûzûnay, Saadet Oklu, Ferîde Aktûran, Nûh Bozkur û Şêrko Kanîwar ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina çaremîn de jî mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rola Çand û Wêjeyê” ji aliyê Elîf Gemîcîoglû, Fûat Bor, Ayten Pasîn, Azad Zal û Bêrîvan Matyar ve hat pêşkêşkirin.

‘EM DIXWAZIN HER KURDEK HER HEFTEYÊ STRANEK BIBÊJIN’

Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ragihand ku ew kampanyayeke nû dane destpêkirin û da zanîn ku bila her Kurdek her hefteyê stranekê hînî zarok, heval, hogir û nasên xwe bike. Şêrko Kanîwar got: “Em pêşniyar dikin ku bila DEM Partî, di komcivîna xwe ya roja sêşemê ya li meclîsê de gazî hunermendekî Kurd bikin û stranekê bistêrin. Li tevahiya Tirkiyeyê de bi hezaran qûrsên Qûranê hene ji bo zarokan, lê seranserê cîhanê tenê dibistanek zarokan heye û ew jî Zarok Ma ye. Em dê çawa li dijî bişaftinê têkoşînê bikin?”

Şêrko Kanîwar, piştî axaftina xwe strana Keleşo got.

Dû re mamosteyê Kurdî Nûh Bozkûr anî ziman ku li bakurê Kurdistanê axaftina Kurdî ji 80’î kêm bûye û polîtîka, stratejî û pêşniyariyên koma xwe ji beşdarvanan re pêşkêş kir.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Saadet Oklu jî got: “Heke em dayik xwedî li zimanê xwe derbikevin, em ê xwe bi xwe zimanê xwe azad bikin.

‘DIVÊ JIN JI BO HÎNKIRINA ZIMANÊ DAYIKÊ PÊŞENGTIYÊ BIKIN’

Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Ûzûnay, rapora koma sêyemîn xwend û da zanîn ku divê perwerdehiya zimanê Kurdî pêk bê. Gonul Ûzûnay, diyar kir ku divê jin ji bo hînkirina zimanê dayikê bibin pêşeng û got: “Jinên Kurd divê ji bi zimanê Kurdî têbikoşin û di warê teknolojiyê de xwe pêş ve bibin. Jinên Kurd di navbera civakên Kurd ên li cihÊn cûda navberkaniyê bikin û hemû civaka Kurd bigihîne hev. Divê komên xwendin û nîqaşkirinê bên avakirin. Jinên Kurd dikarin çîrokên gelêrî yên bi zimanê Kurdî vebêjin û dikarin alîkariya nivîskarên Kurd bikin.”

‘SEDEMA HEBÛNA MIROVAHIYÊ ZIMAN Û ÇANDE’ 

Di rûniştina duyemîn de xebatkarê çanda Kurdî Fûat Bor axivî û got ku hemû tiştên bi destê mirovan hatine çêkirin dikevin di nava mijara çandê de. Fûat Bor, anî ziman ku tenê ne amûr tiştên razber jî mijara çandê ne û got: “Hemû dîroknas û lêkolîner li ser payîn in ku cihê herî kevnar ê çandê Kurdistan e. Şaristaniya ewil li Mezopotamyaya jorîn hatiye avakirin û dapîr û bapîrên me di vê yekê de ked dane. Çand bi destê dayikan hatiye afirandin û ziman jî bi heman şeklî ye. Heke çand û ziman nebe wê netewe çawa ji hev bên cuda kirin?”

Dû re berhevkar Bêrîvan Matyar, bal kişand ser kar û xebatên çandî û Kurdî û diyar kir ku divê li her qada jiyanê xebatan bimeşînin. Bêrîvan Matyar, da zanîn ku çand û zimanê Kurdî bi saya çanda devkî heta îro hatiye û wiha got: “Divê me bêtir bala xwe bidin çanda devkî. Her tevgera çanda devkî tevgera zimanê Kurdî ye jî. Ji bo ku em bibêjin ‘em zimanê xwe diparêzin’ divê em gund bi gund bigerin û dengê mezinên xwe tomar bikin. Her wiha divê em rabirdûya xwe tomar bikin. Ev yek di parastina ziman de xaleke sereke ye. Ji bo parastinê divê em berhevkariyê bikin.”

 ‘DIVÊ ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’

Dû re rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Ayten Pasîn wiha got: “Êdî em dê bibin lehengên Kurdî. Kurdî xeta me ya sor e û divê em lê xwedî derbikevin. Divê çavê me li deriyê keseke din nebe û em bi xwe zimanê xwe biparêzin da ku bikaribin doza perwerdehî û statuyê bikin. Divê weke jinên Kurd her bi zimanê xwe li cem hev bin û xwedî li hev derbikevin. Em dikarin zimanê xwe bi motîfên jiyana xwe binivîsin û li cîhanê bidin naskirin.”

Herî dawî endamê PENa Kurd Azad Zal mafê axaftinê wergirt û ev tişt got: “Birîna me ya herî bingehîn Baba Tahirê Ûryan tespît kir û got ‘Em bi Kurdî razan, lê bi Erebî rabûn’. Lê çareseriya vê yekê jî di destê me de ye. Em dixwazin gelek tiştan bikin lê em nakin. Rêberê Gelê Kurd di şexsiyeta kadroyekî de Kurdan pênase dike û şexsiyeteke nû yê Kurd ava dike. Em jî divê wisa bikin û wî ji bo xwe mînak bigirin. Siyaseta me divê perwerdehiya bi Kurdî bidaya qebûlkirin”

Piştî axaftinan derbasî beşa pirs û bersivan bûn û roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû
Nûçeya Pişt re Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên 2 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin

Cenazeyên 2 kesên ku di şewata navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Xana Axpar…

Ji aliyê Stêrk TV

Wesayîta ku girtî dibir Tarsûsê qelibî: 12 kes birîndar bûn

Wesayîta rîngê ya ku girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê dibir Girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Halîl Guneş ti carî dest ji têkoşînê berneda’

Hevalên Halîl Guneş, ku sala 2021'ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Mexmûrê: Dewleta Tirk dev ji dijminatiya Kurdan bernade

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?