47’emîn Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Dîlokê duh li eywana konferansan a baroyê hate lidarxistin. Li ser navê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) axaftin hate kirin. Di dema axaftinê de hinek parêzerên ku piştgirî didan lîsteya sor û xwe weke neteweperest pênase dikin, hewldan êriş bikin. Faşîstên êrişkar weke hincet jî berteka li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan.
Şaxa OHD’a Dîlokê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û wiha got: “Endamê lijneya rêveber a komeleya me dema diaxivî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku 44 meh in tu agahî jê nayên girtin û got ku ev yek li dijî biryarên DMME û mafên mirovan e. Di vê navberê de hinek parêzer ber bi kursiyê ve meşiyan, xwestin axaftinê asteng bikin û ketin nav ahewldanan êrişa fîzîkî. Lijneya dîwanê ku divê bingeheke ku her kes bikare fikrên xwe lê îfade bike ava bike û astengiyên li dijî vê berteref bike, peywira xwe baş bi cih ne anî û bû parçeyeke vê astengkirinê. Lijneya dîwanê bi awayekî bêxîret û derhiqûqî biryara bidawîkirina lijneya giştî da.
Em vê êrişa kirêt a li dijî azadiya xweîfadekirinê şermezar dikin û careke din bi bîr dixin ku dengê parêzeran dengê gel e. Em baş di ferqê de ne ku ev êrişa bêhurmet a li dijî azadiya xweîfadekirinê, encama polîtîkayên nîjadperest û totalîter ên îktîdarê ne. Em ê her tim dengê xwe li dijî faşîzmê bilind bikin.”
Di metna OHD’ê de beşa têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha ye: “Li Girtîgeha Girava Îmraliyê zêdetirî 44 meh in destûra hevdîtinên bi malbat, parêzer û vasiyan re nayê dayin. Biryarên qedexeyê û pêvajoyên îtîrazê bi derhiqûqtiyan tên domandin. Rewşeke agahînegirtina mutleq heye û bi rejîmeke rewşa awarte ku hiqûq lê hatiye tunekirin tê birêvebirin. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û girtiyên din (Di vê navberê de hewldana êrişê dest pê kir) û polîtîkayên tu îzaheta wan tune ye, girêdayî mijara gavek berê me behs kirî ne. Bi vê wesîleyê em careke din dixwazin ku civakeke demokratîk, aştiyane were avakirin, hiqûq were cîbicîkirin û mafên makezagonî bên bicihanîn.”