Rojnamevan û aktîvîst Hakan Tosûn di 10’ê Cotmehê de li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li naverastê rastî êrişê hat û di 13’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Tosûn de esnafek hate binçavkirin. Piştî îdiaya dezgehên çapemeniyê ya “kameraya ewlehiyê ya kargehê ku kêliya êrişê herî baş kişandî radestî malbata gumanbarekî hate kirin”, esnafê bi navê Y.S. ku tê îdiakirin dîmen radest kiriye, hate binçavkirin.