Li gundê Xirabsorka Zîna ya bi ser navçeya Curnê Reş ya Rihayê ve di navbera du malbatên ku tê gotin neyarên hev in, şerê çekdarî qewimî û di şer de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Bûyer di saetên şevê de qewimî û 7 kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê û Nexweşxaneya Mehmet Akîfê ya Rihayê. Ji birîndaran 3 kes tevî hemû mudaxileyên tibê jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan.
Tedawiya 4 kesên birîndar jî berdewam dike. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.