Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di navbera QSD û Şamê de peymana “agirbes û entegrasyonê” hate ragihandin
Rojava

Di navbera QSD û Şamê de peymana “agirbes û entegrasyonê” hate ragihandin

Piştî civînên siyasî yên li Hewlêr û Şamê bi navbeynkariya Amerîkayê, di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymaneke agirbest û entegrasyona tam hate ragihandin. QSD’ê hîna derbarê peymanê de daxuyanî nedaye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Duh li Hewlêr civînek der barê rageşiya li Sûriyeyê û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû lidarxistin. Di civînê de Masûd Barzanî, nûnerê Amerîkayê ya Sûriyeyê Tom Barack, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya QSDˊê Rohilat Efrîn, seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, serokê ENKSˊê Mihemed Îsmaîl amade bûn. 

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri beriya çend kêliyan “agirbest û entegrabûneke tevahî di navbera hikumeta Sûriyeyê û QSDˊê” ragihand.

Piştî hevdîtina Tom Barack El Şeri li Qesra Tişrînê ya Şamê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku diviyabû Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebû di hevdîtinê de amade bûbûya, lê ji ber rewşa hewayî ya nebaş amade nebû.

El Şeri di civîna ku çend deqeyan dirêj nekir de got: “Em gihîştin rêkeftina agirbestê û entegrabûna tevahî di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de û talîmata agirbestê da.”

El Şeri diyar kir ku ew ê pişt bi Mazlûm Ebdî re li ser hûrgilî û mekanîzmaya destpêkirina bicihanîna peymanê li hev bicivin û di bersivdana pirsên rojnamevanan de got hîna bi Ebdî re hûrgilî nehatine nîqaşkirin û nakokiyên bi QSDˊê re wê werin çareserkirin.

Piştî civînê de ajansa SANA ya hikumetê wêneya El Şerî ku di destê xwe de peymana ku ji 14 bendan di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, hilda.

Bendên peymana agirbestê û entegrabûna tevahî di navbera hikumetê û QSDˊê de li gorî SANAˊyê parve kirine wiha ne:

1-      Agirbesteke berfireh û yekser li hemû eniyan û xalên şer ên di navbera hêzên hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, digel vekişîna hemû teşkîlatên leşkerî yên girêdayî “QSD” bo herêma rojhilatê Firatê wekî gaveke pêşîn ji bo ji nû ve bicihbûnê.

2-      Radestkirina tavilê ya îdarî û leşkerî ya parêzgehên Dêrazorê û Reqayê bi tevahî ji hikumeta Sûriyeyê re, di nav de radestkirina hemû sazî û tesîsên sivîl. Li kêlek wê jî derxistina tavilê ya biryaran ji bo tesbîtkirina karmendên heyî yên di wezaretên peywendîdar ên dewleta Sûriyeyê de, û pabendbûna hikumetê ku zirarê nede karmend û şervanên QSDˊê û rêveberiya sivîl li her du parêzgehan.

3-      Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê divê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê û sazûmaniyên wê yên îdarî de bên entegrakirin.

4-      Hikumeta Sûriyê hemû deriyên sînor û zeviyên petrol û gazê yên li herêmê wergire û parastina wan ji aliyê hêzên fermî ve were dabînkirin da ku vegera çavkanî ji bo dewleta Sûriyê misoger bibe.

5-      Entegrakirina hemû hêmanên leşkerî û ewlehî yên QSDˊê di nav Wezaretên Parastin û Hundirin ên Sûriyeyê de li ser bingehek takekesî piştî kontrolên ewlehiyê yên pêwîst, di heman demê de dayîna pileyên leşkerî û mafên materyal û lojîstîkî yên pêwîst ji wan re, tevî parastina taybetmendiyên herêmên Kurdî.

6-      Fermandariya QSDˊê pabend e ku bermahiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û lîsteyên efserên ji bermahiyên rejîma berê yên ku li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, radest bike.

7-      Derxistina biryara serokatiyê ji bo tayînkirina namzetiya parêzgeha Hesekê weke garantiya beşdariya siyasî û temsîlkirina xwecihî.

8-      Bajarê Kobanê/Ayn El Ereb dê ji çekên leşkerî yên giran were paqijkirin, hêzek ewlehiyê dê ji niştecihên bajêr were damezrandin, û hêzek polîsên herêmî dê di bin desthilata îdarî ya Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê de bimîne.

9-      Rêveberiya berpirsiyarê dosyaya girtiyên DAIŞ’ê û kampan, ji bilî hêzên berpirsiyarê parastina van tesîsan, dê bi hikumeta Sûriyeyê re werin yekkirin, da ku hikumeta Sûriyeyê berpirsiyariya tevahî ya yasayî û ewlehiyê ji bo wan bigire ser xwe.

10-   Pejirandina lîsteyek ji fermandariyên namzedkirî ku ji hêla fermandariya QSDˊê ve hatine pêşkêşkirin da ku cihên payebilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di sazûmaniya dewleta navendî de dagirin da ku hevkariya neteweyî were misogerkirin.

11-   Pêşwazîkirina biryara Serokatiyê ya Hejmar 13ˊan a 2026ˊan, ku mafên çandî û zimanî yên Kurdî nas dike, û pirsgirêkên yasayî û sivîl ên kesên neqeydkirî (mektûm) çareser dike û mafên milkê yên ji peymanên berê berhevkirî vedigerîne.

12-   QSDˊê pabend e ku hemû fermandar û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne-Sûriyeyî ji sînorên Komara Erebî ya Sûriyeyê derxe da ku serwerî û aramiya cîranê misoger bike.

13-   Dewleta Sûriyê pabend e ku wekî endamek çalak ê Hevpeymaniya Navneteweyî, bi hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê, şerê li dijî terorîzmê (DAIŞ) bidomîne.

14-   Ji bo gihîştina lihevkirinên der barê vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrîn û Şêxmeqsûdê ji bo deverên wan, kar tê kirin.

Ev ragihandin li gel rageşiya leşkerî ya berdewam li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava şopandina gavên bicihbûnê û zelalbûna fermî ji aliyên eleqedar ve li ser mekanîzmayên bicihanîna rêkeftinê li ser erdê, pêk hat.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’
Nûçeya Pişt re Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Zimanê me nasname û hebûn e

Xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî ya zanîngeha Kobanê diyar kirin ku di nava tiliyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Li bajarê Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê DYE'yê ye, Şaredar Karen Bass…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikumeta Şamê ne tenê sûcan vedişêre, sûcdaran jî xelat dike

Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêveberekî êşîra bi navê “Ebû Ezab” ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê li rêyên stratejîk nuqteyên hevpar ên kontrolê hatin danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?