Herikîna gel a ber bi qada pîrozbahiyê dewam dike. Bi destpêkirina bernameya pîrozbahiyê re dirûşma “Şehîd namirin” li qadê bilind bû.
Piştî ku koma dahol û zirneyê derkete ser dikê, girseya gel demeke dirêj govend gerand. Li qadê pankartên bi nivîsa “Emperyalîzm dijminê sereke ye, gel xwişk û birayê hev in” û “Bijî azadî, bimire koletî” hatin hildan.
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan ji girseya bi coş re axivîn.
Arîfe Çinar bal kişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê krîtîk in.
Arîfe Çinar diyar kir ku divê ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber bêne avêtin û Newroz li Rêber Apo pîroz kir.
Di dema axaftinan de tim û tim dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo hatin qîrîn.
Çinar Altan di axaftina xwe de bal kişand ser aştiyeke adil û azadiyê û destnîşan kir ku têkoşîn wê dewam bike.
Altan her wiha di serî de Rêber Apo ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî bang kir.
Di axaftinan de Mazlûm Dogan, Mahîr Çayan û Sirri Sureyya Onder hatin bîranîn.

