Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya ku ji 1’ê Îlona 2022’an û vir ve bi awayekî rêkûpêk li dar dixe, dewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr jî beşdarî nobetê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Yakûp Ataş diyar kir ku ew ê parastina mafê aştiyê ya li Rojhilata Navîn bidomînin û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku divê berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan bên darizandin. Ataş anî ziman ku ÎHD ji roja ku hatiye avakirin û vir ve li Rojhilata Navîn mafê aştiyê diparêze û destnîşan kir ku wan di rewşeke ku li herêmê şer û pevçûn diqewime de zehmetiyên parastina aştiyê dîtine, lê ew ê dev ji parastina aştiyê bernedin.
HATAY
Di çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya ku li Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê hat lidarxistin de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkun Selçûk axivî û bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Esenyurtê da û got, “Em weke parêzvanên mafên mirovan berxwedana 134 rojan a gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’a ku li Şengal û Kobanê zarok ji jî di nav de gelek komkujî pêk anîbû, silav dikin û daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê tînin ziman.”
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê vê hefteyê jî “Nobeta Aştiyê” ya ku di hefteya ewil a her mehê de li dar dixe, berdewam kir. Di daxuyaniya li avahiya Şaxa ÎHD’ê de hat dayîn pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî temînata mirovahiyê ye. Bijî aştî” hat vekirin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şîray diyar kir ku li gel hemû zext û binçavkirinan jî ew ê parastina aştiyê bidomînin. Şîray wiha axivî: “Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Kobanê û herêmên din ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin derxin holê û ji bo sûcê qirkirinê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin.”