Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya bi Bahçelî re civiya: Pêdivî bi helwesteke hevpar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Em di asta ‘komîsyon’ û ‘qanûnê’ de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê trajediyeke din: 20 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li navenda artêşê ya li Şamê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê bi Davûtoglû re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê bi koma 142’yan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di şahiyên ciwanan de daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’
Rojane

Di şahiyên ciwanan de daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’

Li Qileban, Wêranşar û Beyoglûyê şahiyên ciwanan hat lidarxistin. Di şahiya ciwanan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li navçeya Qileban a Şirnexê, navçeya Wêranşar a Rihayê û navçeya Beyoglû ya Stenbolê şahiyên ciwanan hat lidarxistin. Di şahiya ciwanan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Qileban a Şirnexê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li buroya hilbijartinê şahiya ciwanan li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Alî Ûrek û Ferîde Ender û bi sedan ciwan tevlî şahiyê bûn.

‘HERÎ ZÊDE POLÎTÎKAYÊN XWE LI SER CIWANAN DIMEŞÎNIN’

Pêşiya şahiyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî. Ûysalê bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan û got: “Me bi ciwanî bi dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Ciwan ji bo ku li ser axa xwe azad bijîn heta niha bedelên giran dane. Ew ciwanên ku li zanîngeha Enqereye tovên têêkoşînê reşandinê 51 sal in ev têkoşîn didome. Ev tov li her deverê kurdistanê belav bûye û şîn bûne. Îro deng û hebûna gelê Kurd li dinyayeê belav bûye. Gotîna birêz Abdullah Ocalan a me bi ciwan destpekîr rastîyeke îdeolojike, heke ku gelek seehildanekî bide destpêkirin divê ku ev serhildan bi ciwanan be. Ji ber ku ruhê ciwanan ruheke fedakare. Bi têkoşîn û deskeftiyên ciwanan em ê biserbikevin. Loma bi salane dewletê li dijî ciwanan şereke gelek alî daye destpê bikin. Ew dixwazin ruhê ciwantiyê tune bikin. Dixwazin ciwanan û tevgera azadiyê ji hev qut bike.  Meclîsa me ya ciwanan hêdî hedî bi ser xwe ve tê. Yek ji polîtîkaya dewletê ew e ku bi sixûrtiyê ciwanan ji me dûr bikin, ya duyemîn jî dixwazin bi operasyonan çavê ciwanan bitirsînin û ji me dûr bikin. Keseke ku bê çand, bê nasname û bêziman weke peleke darê tune dibe û wenda dibe.Ji ber wê ciwanan ji exleqê civakê dûr dikin û bi fihûş û tiryakê dixwazin ruhê ciwantî xelas bikin. Ji ber wê jî herî zêde polîtîkayên xwe li ser ciwanan didin meşandin.”

‘AQLÊ TÊKOŞÎNA ME BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E’

Ûysalê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev 109 roj in hevalên me li dijî tecrîda girankirî di girtîgehan de di greva birçîbûne de ne. Ji Birêz Abdullah Ocalan ev 3 sal in agahî tune ye. Bi giştî jî ev 26 sal in ku di bin tecrîteke giran de ye. Her girtoyekî mafê wî ye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditîn bike. Lêbelê Birêz Ocalan ji vê bêpar tê hiştin. Ev sê sal in ne hevdîtîn çêdibin û ne jî nameyek ji wî tê.  Tu agahiyekî jê nayê girtin. Dewlet dixwaze li Kurdistanê şer, zextên xwe bidomine, perçe bike û tune bike û li gorî plan û daxwazên xwe bide qebulkîrin. Bi girankirina tecrîte dixwaze ku vê armanca xwe pêk bîne. Lê belê aqîlê vê tekoşîne Birêz Abdullah Ocalan e. Beyî wî çareseriyrk nepêkane ye. Li tevahiya dinyayeyê kampanyayeke hatiye destpêkirin û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Her wiha me parlamenteran li dijî şikandina tecrîtê 15 rojan meş da destpêkirin. Îro meclîsa me ya ciwanan du kampanya dan destpêkirin. Yek ji wan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û yek jî li diji tiryakê têdikoşîn. Ji bo ku em hêza xwe û îradeya xwe bidin nîşandin hilbijartin ji bo me giringe. Lê tişta herî giring tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan û zilma li ser girtiyane. Em dixwazin ciwanên me di nav her qadên siyasetê de cihê xwe bigirin. Yek armanca me jî ew e ku rêxistina xwe û têkoşîna xwe bi ciwanan bidomînin.”

Piştre namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Qilebanê Alî Ûrek axivî. Ûrek jî bi lêv kir ku ew ji xwe bawerin û ew ê AKP’ê vê carê bişînin cihê ku layiq û ji ciwanan daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.

Pişti axiftinan ciwanan govend gerand. Şahiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Di mîhrîcanên ciwanan ên li Qileban, Wêranşar û Stenbolê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin, gotina ‘me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin’ rastiyek e.

WÊRANŞAR

 

Rêxistina navçeya Wêranşar a Partiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Dem dema ciwanan e” şahiya ciwanan li dar xist. Li qada şahiyê pankarta ku wêneyê Kemal Kurkut ê dema ji aliyê polîsên Tirk ve hat gulebarankirin û bi nivîsa “Em dengê vê guleyê li her derê nas dikin” hate daliqandin. Namzetên Hevşaredarên Wêranşarê yên DEM Partiyê Bedriye Yorgun, Serhat Dîcle Înan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û gelek ciwan beşdarî şahiyê bûn. Şahî coş dest pê kir û ciwanan govend gerandin.

‘EM Ê BI CIWANAN AVA BIKIN’

Namzedê Hevşaredariya Wêranşarê Serhat Dîcle Înan di şahiyê de axivî û got: “Em ê bi ciwanên xwe re navçeya xwe ji nû ve ava bikin. Bi ewlekariya sindoqan em ê nehêlin dengên me bên dizîn. Ev hilbijartin hilbijartina zarok, ciwan, siberoja Wêranşarê û aştiyê ye. Em ê derfetên kar ji bo ciwanên xwe bibînin.”

‘TÊKOŞÎNA CIWAN Û JINAN DÊ TECRÎDÊ BIŞIKIN’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku zarokên vî welatî ji bo azadiyê bedelên mezin dane û diyar kir ku ew bi rêzdarî li ber şehîdan serî ditewînin. Ocalan got, “Heta welatê me azad bibe wê têkoşîna me bidome. Divê ciwanên me yên Wêranşarê jî di vê têkoşînê de cih bigirin. 3 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Têkoşîna gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd wê tecrîdê bişkîne û welat azad bike. Banga min ji gelê Wêranşarê re ew e ku di 31’ê Adarê de xwedî li sindoqan derkevin û şaredariya me ya ku ji me hatiye dizîn paşde bigirin.”

STENBOL

Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) ên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî beşdarî civîna ciwanan a li ber Nûnertiya Taxa Hacîahmet a DEM Partiyê ya navçeya Beyoglûyê hat lidarxistin bûn. Ji 7 salî heta 70 salî ji her temenî gel beşdarî civîna taxa ku beriya civînê ji serî heta binî bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin, bûn.

Mûrat Çepnî bal kişand ser coşa ciwanan a li qadan û got: “Bi enerjiya we ya ciwanan wê partiya me serkeftinên gelekî mezintir bi dest bixe. Em li vir û li qadan bersiva xwe didin kesên ku hewl didin li ser me bilîzin û bi rêya me derew û propagandaya reş dikin. Lê em dibêjin em ê di 17’ê Adarê Newrozê de bersiva xwe ya herî mezin bidin. Em dibêjin dema DEM Partiyê ya Stenbolê ye. Cejna Newrozê li me hemûyan pîroz be.”

Piştî axaftinan namzetan bi ciwan û jinan govend gerandin. Ciwanan xwe li ser agirê vêxistinê avêtin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bestonî (Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe!

Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûr di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanê di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin yan jî neçarî xweşkuştinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Lêpirsîn ne li yên îhale çêkirin, li rojnamevanê ku nûçe çêkir vekirin

Serdozgeriya Komarê ya Wanê xwest ku rojnamevan Oktay Candemîr ê nûçeya îhaleya Şaredariya Bajarê Mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Îsraîl ji rejîma Şamê re got: ‘Em êdî hişyar nakin, em ê derbên giran lê bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

AGIT: Li Ûkraynayê windahiyên sivîl ji sedî 50 zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Durziyan bang li civaka navneteweyî kirin: Siwêdayê rizgar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?