Sêşem, 28 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di Şoreşa Jinê ya Rojava de bayê guherînê -1
Rojava

Di Şoreşa Jinê ya Rojava de bayê guherînê -1

Şoreşa Rojava bi bandora jinê îlhameke mezin da civakê, têkoşîna azadiyê ji bo civakê kir nîşaneyek.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava ku xwe spart azadiya jinê û bi vî rengî mezin bû, di sala 2012’an de li Kobanê destpê kir, zû mezin bû û sala 2014’an bi serketineke girîng a li dijî DAÎŞ’ê li cîhanê deng veda. Ev pêlan ku li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê mezin bû, bihara gelan bi xwe re anî. Şoreşa ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojava destpê kir, di têkoşîna azadiya jinê de demeke nû da destpêkirin. Di nava Şoreeşa Rojava de ji aboriyê heta hunerê, çandê, tenduristiyê, dîplomasiyê û xweparastinê jin li gelek qadan bi roleke xurt rabûn. Jin bi taybetî ji bo azadiya xwe têkoşiyan, ji beşên din ên civakê re jî bûn mînak û çavkaniya sûdwegirtinê. Ev şoreş ne tenê ji bo jinan, ji bo azadî û edaleta civakê bû mînakeke têkoşînê.

Di beşa destpêkê ya dosyaya xwe de ji Yekîtiya Star heta Kongra Star, ji Mala Jinê heta Civaka Jinê ya Zenobiya em ê rêxistiniya jinê binirxînin.

JI YEKÎTIYA STAR BER BI KONGRA STAR VE RÊXISTINIYA JINÊ

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979’an derbasî Rojava bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Abdullah Ocalan ku 20 salan ji her alî ve bandor li Rojava kir, tovên rêxistiniya jinê ji Rojava li nava tevahiya Kurdistanê reşand. Rastiay civakî û heqîqeta jinê li ber çavan girt û ji bo rêxistiniya jinê rê nîşan da. Milîtanên jin ku bi fikrê azadî û rêxistiniya jinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bûn, tecrûbeyên xwe dan xelkê Rojava. Xelkê Rojava jî 15’ê Çileya 2005’an bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya xweser ava kir. Vê rêxistiniyê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd destpê kir, piştre têkoşîna Tevgera Jinê ya Kurd û bi karên li Rojava, encamek bi xwe re anî. Yekîtiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de ji aliyê komek ji şoreşger, têkoşer û dayikan ve hate avakirin. Di karê rêxistiniya jinê de ku bi veşartî dihatin kirin, li Rojavayê Kurdistanê ji bo şoreşa jinê hîmekî xurt hate danîn. Mîrateya têkoşînê ya 12 salan di Sibata 2016’an de bi navê Kongra Star rêwîtiya xwe dewam kir. Kongra Star sînor derbas kir û gihîşt her devera cîhanê. Li Lubnanê, Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê nûnertiyên xwe ava kir. Jinên din ên li cîhanê tevlî têkoşînê hatin kirin.

MALA JINÊ BÛ NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ

Jinên ku pêşengî ji Şoreşa Jİnê re kirin ne tenê ji aliyê leşkerî ve li her qada jiyanê pêşengî ji civakê re kirin. Li her bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku hate rizgarkirin, destpêkê jinan rêxistiniya xwe ya xweser ava kirin. Di vê çarçoveyê de li her bajar, navçe û bajarokan Mala Jinê ava bûn. Di 20’ê Adara 2011’an de li Qamişloyê bi 3 jinan, sala 2011’an li Amûdê bi 4 jinan, sala 2012’an li Tirbespiyê bi 8 jinan, 1’ê Çileya 2012’an li Dêrikê bi 8 jinan, Tebaxa 2012’an li Çilaxayê bi 15 jinan Mala Jinê avabû û li 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin e, li 53 navendan Mala Jinê hate avakirin.

ARTÊŞBÛNA JINÊ: YPJ

Jinên ku di nava YXK’ê de çend komên biçûk bûn li hev kom bûn û xweparastina xwe pêk anîn. Di heman demê de tevlî nava Yekîneyên Parastina Gel bûn ku di sala 2012’an de ava bû. Piştî ku hejmara jinên di nava karên xweparastinê de bûn zêde bû li Cizîr, Kobanê û Efrînê tabûrên xweser ên jinan ava bûn. Yekemcar li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di Sibata 2013’an de tabûra Şehîd Rûken ava bû. Ev tabûr ji aliyê Şehîd Ruksen Efrîn ve hate birêxistinkirin. Bi vê tabûrê re avabûna tabûrên xweser destpê kir. Di 25’ê Sibata 2013’an de li Dirbêsiyê Tabûra Şehîd Berçem, 8’ê Adara 2013’an li Qamişloyê Tabûra Şehîd Adalet, 24’ê Adara 2013’an li Kobanê Tabûra Şehîd Dîcle û li Dêrikê Tabûra Şehîd Zozan ava bûn. Ev tabûr bûn zemîn ji artêşbûna jinê ya li Rojava re. Bi vî rengî di 4’ê Nîsana 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava bû. YPJ ku weke artêşa jinê her roj hîn mezin dibe, jinên ji Ereb, Ermen, Suryanî tevlî xwe kir. YPJ ne tenê li Rojava ma, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir, xwe gihand hawara xelkê Şengalê ku ferman lê rabû. Bi sedan jin ên Êzidî ji nava pençeyên DAÎŞ’ê rizgar kir. YPJ’ê tecrûbeyên xwe da YJŞ’ê û kir ku Yekîneyên Jinên Şengalê ava bibe.

MECLÎSA JINÊ YA SÛRIYEYÊ

Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku 8’ê Îlona 2017’an bi beşdariya 200 jinên ji tevahiya Sûriyeyê li Minbicê kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî 7 sal in bê navber ji bo rêxistiniya jinên Sûriyeyî kar kir. Di 20’ê Gulanê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û 250 jinên Sûriyeyî weke delege tevlî bûn. Têkoşîna xwe ya ji bo jinûve avakirinê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û avakirina jiyana wekhev û azad dewam kir.

MECLÎSA JINÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Rêxistiniya jinê ya 12 salan ku bi Yekîtiya Star û piştre jî Kongra Star dewam kir, di rizgarkirina gelek herêman de ji aliyê leşkerî, dîplomasî, çandî, siyasî û aborî ve li nava civakê rol lîst. Her partî, saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û saziyên neteweyî li qada xwe kar dikirin. Bi taybetî piştî ku qadên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ji dagirkeriyê hatin rizgarkirin pêwîstiya bi meclîseke hevpar çêbû. Bi pêşengiya Kongra Star jin û tevgerên li herêmê bi nîqaşên li ser pêwîstiya bi avakirina meclîseke jinê ya hevpar di sala 2019’an de ketin nava liv û tevgerê û gaveke mezin avêtin. Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi esasê sê karên bingehîn di 14’ê Hezîrana 2019’an de ava bû. Bû meclîsa 52 tevgerên jinan ên ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Keldanî, Tirkmen û Çerkesan.

CIVATA JINÊ YA ZENOBIYA

Piştî ku Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, ji bo qadên rizgarkirî yên mîna Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê, nîqaş li ser rêxistiniyeke nû ya jinê hate kirin. Ev karê ku di bin sîwana Kongra Star hate kirin veguherî Civata Jinê ya Zenobiya ku di 1’ê Hezîrana 2021’ê de hate ragihandin. Li herêmên rizgarkirî yên mîna Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê xwe bi rêxistin kir û li ser bingeha xwegihandina jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kar kir. Li ser bingeha rêziknameya Civata Jinê ya Zenobiya li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê 4 buro hatin avakirin. Ev buro jî ji aliyê 7 desteyên rêveberiyê ve hatin birêvebirin. Li ser mijarên edalet, perwerde, malbatên şehîdan, aborî, parastin, maliye, ragihandin, tenduristî, çand û hunerê 11 komîte hatin birêxistinkirin. Rola bingehîn a van komîteyan ew e ku jinên li herêmên rizgarkirî bi rêxistin bike, tevlî kar bike û her kesî bi rêxistin û perwerde bike. Bi vî rengî rêxistiniya rastî ya jinê li ser bingeha têkoşîna azadî û demokrasiyê pêk bîne.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN ÊN JINÊ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku timî dibe hedefa êrişan, ji bo misogerkirina ewlekariya hundirîn a jinan yekîne hatin avakirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê ku bi 2 kesan xwe bi rêxistin kir, di 10’ê Mijdara 2013’an de yekemcar rêxistiniya xwe da destpêkirin. Di 30’ê Hezîrana 2014’an de hate ragihandin. Akademiya Şehîd Hîra Wan ku endamên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê profesyonel dibin, her sal bi sedan mezûn da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê ku ji bo misogerkirina aramî û sîstema li nava civakê tedbîran werdigirin û di pêşîgirtina bûyeran de bi rola xwe radibin, li hemberî tundiya li jinê, destdirêjiya li zarokan û tundiya li nava malbatên têkoşiya, karên perwerdekirinê meşand.

WÊ DEWAM BIKE…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pezeşkiyana neçaverêkirî
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Viyan Leyla: Jin divê xwe ji dewletê rizgar bikin

Endama PAJK’ê Viyan Leyla diyar kir ku hevberdana bêdawî tê wateya qutbûna ji sîstema desthilatdariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

Heyeta ji Silêmaniyeyê gihîşt qada merasîma gerîlayên azadiyê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe’

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol got, “Em neçar in karekî wleê bikin ku gotin, temsîliyet û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Laziqiyê cenazeyek hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê bersiva êrîşa li Dêrazorê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?