Pêncşem, 22 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bajarê Çêliyabînskê ya Rûsyayê piştgiriya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana DAÎŞ’iyan di çapemeniya cîhanê de ye: ‘Xiyaneta li Kurdan, hişyarkirina DAÎŞ’ê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê berê: Tom Barrack cihê şermê ye, divê ji wezîfeyê bê dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava îradeya yekîtiya neteweyî: Tişta ku siyaset nekir berxwedanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahat Erdogan Saritaş: Gelê me ji bo Rojava serpiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Pirsûsê wêneyê mezin ê Rêber Apo hate hildan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Berxwedan yekane rêya rizgariyê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baba Şêx Elî Şêx Elyas ji bo Rojava bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê çalakî bê navber dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Daxistina ala Tirkiyeyê provokasyon e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal û Rojava: Du rûyên heman rûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Li Kobanê înternet qut bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dijminatiya Kurd hate protestokirin: Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin
Kurdistan

Dijminatiya Kurd hate protestokirin: Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin

Komeleyên Ziman û Çandê ku êrîşên nîjadperest ên faşîstên AKP-MHP’ê protesto kirin, bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li nirxên xwe derbikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî êrîşên li ser zimanê Kurdî û hedef nîşandayîna civanên Kurd ku bi starnên Kurdî govend digerînin, ji ber wê jî dibin hedef û tên girtin, li baxçeya avahiya xwe daxuyanî da. Hevşeredarên Cizîrê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şirnex û Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin baneya şeredariya Silopiya de xebatan dimeşîne, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Zimanê me rûmeta me ye” dinivisî û dovîzên ku li ser “Zimanekî azad jiyaneke azad” “Ziman jiyan e” dinivisî hilgirtin.    

Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ziman û çanda Kurdî tê hedef girtin û ev tişt anîn ziman: “Daweta ku gelê kurd bi sedsalan e wek kevneşopî li dar dixin, îro tê hedefgirtin. Parlamenterê me yê Mêrsînê Alî Bozan di dema daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de li ser vê mijarê axivî rastî êrîşan hat. Ez ji vir bang li desthilata AKP û MHP’ê dikim, dev ji van polîtîkayên qirêj berdin. Ev sed sal in dixwazin ziman û çanda gelê kurd ji holê rakin, lê gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan çokan netewandiye û niha şin va jî wê netewîne. Em li vir banga gelê Kurd jî dikin ku li dijî van polîtikayên qirêj heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin û li ber xwe bidin.”   

‘SÛCE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’    

Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleyê Cahit Akil ve hat xwendin. Akil bi lêv kir ku bi salanê li dijî zimanê Kurdî êrîş hene û ev tişt gotin: “Bila tu kes êrîşkirina li ser zimanê Kurdî ji xwe re rewa nebîne. Lewre her gel xwediyê mafê perwerdehî û xizmeta bi zimanê xwe bibîne ye. Ên dixwazin pêşî li vê bigirin sûcê mirovahiyê dikin. Polîtîkayên tunehesibandin û helandinê li hemberî gelê me bênavber tên bipêşxistin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de, li metropolan Kurdên ku bi zimanê xwe distirên an jî diaxivin dibin hedefa êrîşên faşîstan. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Bingeha van êrîşan polîtîkayên deshilata AKP û MHP’ê û zimanê siyasetmedaran e. Ji ber vê roj nîne li hemberî zimanê me sûcek neyê kirin. Li Mêrsînê li hemberî ciwanên Kurd ên ku li ber stranên Kurdî govend digerandin binçavkirin û di bin çavan de li wan merşa nîjadpersatan “Olurum Tirkiye” guhdarî kirin, şêweyekî êşkenceyê û sûcê mirovahiyê ye. Desthilata AKP û MHPê bi polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê dike û dahatûya gelên Tirkiyê dixe xetereyê.”  

‘BERPIRS DESTHILATA AKP Û MHP’Ê YE’    

Di berdewama axaftina xwe de Akil destnîşan kir ku berpirsê van hedef nîşandayinan desthilata AKP û MHP’ê yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî li Wanê li hemberî xizmeteke civakî  ya ji bo peyayan ku li ser rê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn “pêşî peya”  rastî êrîşeke jêbirinê hat û li şûna wê dirûşmeyek nîjatperst a “Tirkiye Tirk e dê tirk bimîne” hate nivîsîn”. Ev bi awayeke vekirî provakasyon e, zilm e, neheqî û heqaret e. Ev ne tenê neyartiya li hemberî gelê Kurd e, di heman demê de neyartiya li hemberî gelan e. Gelê Kurd gelekî demokrat, xwedî exlaq û xwedî keramet e. Li hemberî tu netewan û tu zimanan derneketiye. Dê tu carî zilm û neheqiyê qebûl neke. Divê bê zanîn ku em ê tu carî  serî li ber zilm û neheqiyê netewînin. Hewce ye êdî ev bê tehemulî ji holê rabe. Ev bingeha xwe ji siyaseta înkar û tunehesibandinê digire. Bi vê feraset û hişmendiya tunehesibandinê pisgirêkên Tirkiyê kronîk bûne. Mînakeke din a şênber ji ber ku kiryarên deshilahilata AKP û MHP’ê aniye ziman parlementerê DEM Partiyê birêz Alî Bozan di meclîsê de rastî êrîşê hat. Ev tişteke ne ji rêzê ye. Li hemberî vîna gel bêtehemilî heye. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Dîsa li Navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber ku di dawetekê de govend gerandine û li ser hesabên medya civakî yên faşîstan  hetine parvekirin şeş jinên kurd li Êlîh û Sêrtê hatine binçavkirin. Desthilata AKP û MHP’ê berpirsê van sûcan e. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin.”

 ‘BERXWEDAN Û PARASTINA ZIMANÊ XWE BIKIN’   

Akil di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî êrişên li ser ziman divê gel her qada jiyanê bike Kurdî û wiha got: “Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e. Em li vir dubare dibêjin çare dawî li siyaseta înkar, pişaftin, îzalasyon û tunehesibandinê anîne. Ên ku ji xwe re rêz û hurmetê dixwazin hewce ye pêşî ew dev ji bêrêziya xwe berdin. Em tu caran li hember mafê mirovî yên tu netewek  der neketine û em dê rê nedin kesekî jî ku li hember mafên me yên mirovî derkeve. Em êrîşên kesên ku desdirijiyê li ser çand û zimanê me pêk tînin jî tu carî qebûl nakin. Li hemberî van êrîşan hewce ye gelê me li herderê nerazîbûna xwe bilind bike û li herderê û her demê têkoşîn û berxwedana parastina zimanê xwe bikin û rê nedin zordestiyê.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

AMED

Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DESTAR têkildarî êrişên bi ser ciwanên govendê digerînin daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li parka Roboskî ya li navçeya Peyasê hate dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên bi ser “Ez bi kurdî dijîm” dinivîsand hatin hilgirtin û dirûşmên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 

Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût diyar kir ku berî her mafekî mafê jiyanê tê, divê ji bo demokrasiyê her kesek li hemberî mafên cuda rêzdar be û wiha got: “Di sedsala 21’emîn de bêhurmetiya li mafê gelên din tê kirin, nîşaneya faşîzmê ye. Faşîzma herî bitaluke faşîzma ser ziman û çandê ye. Bila tu kes êrîşên ser ziman rewa neke.”

‘EM Ê QET QEBÛL NEKIN’ 

Yakût bi bîr xist ku gelê Kurd tu caran li hemberî êrîşên serê xwe netewandiye û wiha pê de çû: “Gelê me divê di her şert û mercan de bi ser jiyana Kurdewar israr bike. Em êrîşên ser çand û zimanê xwe bi tu awayî qebûl nekin. Em jî divê li her derekê li dijî van êrîşan xwedî bertek bin û têbikoşin.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dixwazin şaredarî xizmetê nekin û gel jî razî nebe’
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk û PDK’ê zextê li gundiyan dikin ku gundên xwe vala bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 21’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Lingê kolberekî Kurd ji ber teqînê jê bû

Li herêma sînor a Newsûdê, lingê kolberekî Kurd ji ber teqîna mayinê jê bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Sîda Yildiz: Di cihêbûnê de ‘navbeynkarî’ wê jinê bêdeng bike

Ji Komîsyona Jinan a OHD’ê Parêzer Sîda Yildiz diyar kir ku navbeynkarî wê mafê jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê: Herêma Xabûr di bin gefeke nû de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Kobanê bi temamî di bin dorpêçê de ye, trajediyeke mirovî heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pirsûsê wêneyê mezin ê Rêber Apo hate hildan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?