Yekşem, 15 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Naîf Îşçî yê ku berdana wî 5 caran hat taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê Altûn û Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12’emîn bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Londonê jin wê di Mihrîcana Jinan a Zîlan de bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlmê ‘Bir Kar Tanesinin Ömrü’ li Baselê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Dijminên biharê û anîna biharê
Gotar

Dijminên biharê û anîna biharê

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Temamê gotara mîtolojiya avaker a miletê Kurd xwe disipêre, hatina biharê carinan jî anîna wê. Va ye bihar tê. Bihar bi 8’ê Adarê û 21’Adarê niha tê. Berê, berê ya beriya me… Halo bi carekê nedihat. Ji “zîpa” heta bi “newroza” sersal, ji bo ku bihar bê dua, xêr, qurbanî, seyran, pîrozbahî, hema bi her awayî amadekarî dihatin kirin. Belkî ne wilo bûya, bihar nehata. Erê ne hêsan bû ji “Adarû” heta bi Newrozê, bi çarşemên reş û sor, mirov xwe ji destê zivistanê xilas bike.

Niha weke ku hêsantir be xuya dike, dîsa ne wilo ye. Heta me anî vir ji salên 1990’î heta îro, anîna biharê ya nava civaka me hîç ne hêsan bû. Ji bo ku bihar neyê, dewleta Tirk xelkê bêsîleh, bi destê cerd û çeteyên xwe yên herî xedar qetil kirin. Li gundan û li bajaran. Li bajaran, bi destê hin kesan ev kar dan kirin ku ji xwe re dibêjin Kurd; lê bijîşk, doktorên diranan, parêzer, rojnamevan li navçe û bajaran Kurdan qetil kirin. Çima? Da ku bihar neyê. 

Lê bihar her hat. Niha ew kesên ku tetikkêş bûn yan jî tetikkêş di malên xwe de hewandibûn, qaşo xwedî li nirxên Kurdan derdikevin. Ka bila Newrozê weke adetê pîroz bikin û em bibînin, ew çi qasî Kurd in. Axir ew ne bi destê xwe bûn, bi destê xelkê bûn. Lê herî zêde bi destê dewleta Tirk bûn û îro jî bi destê hikûmeta Erdogan tên xwedîkirin; Erdogan ew veguherandin sîleheke li dijî Kurdistanê û bi wan jî êrişî Kurdistanê dike. 

Hinek radibin dibêjin, “Tevgera Kurd hazir e bi dewleta Tirk re rûne, çima ne hazir e bi çeteyên wan ên Kurd re rûne?” Ma hema, hîç haya we ji bayê felekê nîne! Heta edalet pêk neyê, wicdanê xelkê vê qebûl nake. Tu dikarî bi dijminê xwe re bi rehetî şer û muzakere bikî, lê bi qatilan re bêyî misogerkirina edaletê û lihevbihurînê, texeyula normalkirina têkiliyan û rewşê, tenê lawazkirina xisleta miletbûnê ye; heta rengekî din ê şikandina rûmetê ye.  

Niha jî dixwazin li Başûrê Kurdistanê bikin ku bihar neyê. Dewleta Tirk li Şengalê êriş dike, li Kelarê êriş dike, lê li Silêmaniyê bi awayê herî bênamûs êriş dike. Li Silêmaniyê rengê tetikkêşên wan nîşan dide ku ew zilamên wê çerxa salên 1990’î ne. Wê çerxê bajar û navçeyên Kurdistanê veguherandin darbestekê. Her kesê li bajêr ditirsiya ku dîtira rojê bikeve darbestê. Sûkên li bajaran beriya reş bikeve erdê xalî dibûn, dikanan derabeyên xwe dianîn xwarê. Bi tirsê, êriş dikirin. Bi destê rêxistinên xwe yên kontra yên weke JÎTEM, Hizbul-Kontra — ew çi navî li xwe dike ne mesele ye, navê xelkê ew pê nas kir ê rast e — tirs dixistin nava dilê Amed, Farqîn, Batman û Nisêbînê. 

Niha bi heman terzî û bi îhtîmaleke mezin bi destê şagirtên wan qatilên beriya niha, êrişî Başûrê Kurdistanê jî dikin. Dr. Abdulkadir Sabri Toprak ev 12 sal bûn li nexweşxaneyeke li Silêmayê bijîşk bû. Ji ber zilma dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li starê geriyabû, endamê HDP’ê bû. Li ber devê xwaringehekê, qatilan Dr. Sabri Toprak ê ji Bedlîsê şehîd kir. Yên ku destê wan li qetilkirina wî geriya, navê wan çi dibe bila bibe, rengê wan û baweriya wan çi dibe bila bibe, heman qatil in. Eynî ew qatilên ku sermeselê, Dr. Edward Tanriverdi Kanûna 1994’an li Midyadê qetil kirin, tenê ji ber ku xiristiyan bû û ferza bijîşkiya xwe bi cih dianî. 

Kî van kuştinên li Başûrê Kurdistanê normal bibîne, yan xafileke/î mezin e yan jî li nava benda qatilan de cihê xwe digire. Hîna rêbazên wê li Kurdistanê bela xwe ji xelkê venekirine, hinek radibin dixwazin “Hizbul-Kontrayê” normal û adetî bikin. Bila li qisûrê nenihêrin, hîna ew qatil li dijî biharê şer dikin, hîna ji ya xwe nehatine xwarê. Hîna pêjna wan û a mirinê yek e. Lê bi hezaran sal e ku me şahidî lê kiriye, bihar tê. Û gava nehat jî ew gulîmor û xweşmêr dizanin biharê bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê serlêdana namzetên DEM Partiyê red kir
Nûçeya Pişt re Xelkê Îdîrê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Jin wê cîhanê azad bikin

Koordînasyona KJK'ê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û diyar kir ku jinên qîmet û wateyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silopiyê teqîn: Gelek kes birîndar bûn

Hat diyar kirin ku li ser rêya Siyahkayayê teqîn pêk hat û gelek kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên Îsraîlê: Li Lubnanê 363 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8'ê Cotmeha 2023'an heta 21'ê Gulana 2024'an di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (278)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Danûstandinên Rûsya-Ukrayna li Stenbolê

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Koçberîya Perwerdehîyê: Ezmûna Yekîtîya Sovyetê

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?