Berxwedana Gelê Rojavayê Kurdistanê ku di 6’ ê Çileyê de li hemberî DAÎŞ’a nûjen destpê kir, her ku diçe gurtir dibe. Kobanê tevî ku di dorpêçê de ye jî, çalakiyên xwe didomînin û dîlana berxwedaniyê li her kolanê digerînin.
Gelê li qadan diyardikin ku bajarê Kobanê çawa ku di 2014’ an de DAÎŞ’ê têk bir, wê dîsa li ber xwe dide û van çeteyan jî têk bibe. Gelê li Kobanê her roj li pêşiya Qada Jina Azad dîlana berxwedaniyê digerînin. îro jî li Bajarê Kobanê gelê me li ber xwe dide û li çalakiyan in.

