Çeteyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin îro serê sibehê bombe li bajarokê Dêr Hafirê barandin û zerar dan malên gel.
Ji ber êrişan xisareke mezin li malên gelê herêmê bû.
ANHA’yê xwe gihand bajarokê di bin êrişê de ye û dîmenê xisara li herêmê kişand.
Çeteyên Emşat, Hemzat, Sûltan Mûrad û Nûreddîn Zengî yên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bê navber êrişî bajarê Dêr Hafirê dikin.

