Hilweşandina goristanan ku salên derbasbûyî hatin xerakirin û piştî deh salan bi sistkirina qedexeyê re eşkere bû, hîn jî bi xurtî nayê nirxandin.
Li gelek bajarên Kurdistanê, goristanên li çiyê yên ku cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê lê hatine veşartin, di navbera salên 2016 û 2017’an de hatin bombekirin. Piştî ku hatin bombekirin bi kepçeyan hatin hilweşandin û deh sal in li serdana sivîlan hatin qedexekirin. Piştî deh salan malbat karîbûn biçin serdana goristanan, lê li şehîdgeha Besta û Herekolê cenazeyên xwe nedîtin. Aktîvîstê Înîsiyatîfa Hurmeta li Miriyan parêzer Mûhîttîn Mûgûç li ser mijarê axivî û got, “Divê bi girseyî serdana goristanan bê kirin. Divê lêkolîn bê kirin, rapor bê amadekirin û bi vî rengekî hişekî civakî bê afirandin.”
‘HEM LI DIJÎ HIQÛQÊ YE HEM JÎ LI HEMBERÎ BAWERIYÊ YE’
Mûhîttîn Mûgûç destpêkê qala mîsyon û pîvana bingehîn a înîsiyatîfê kir û got, “Înîsiyatîfa Hurmeta li Miriyan platformeke ku bi feraseteke welê tevdigere ku dema yek jiyana xwe ji dest bide, ji hemû nîqaşan dûr qebûl dike. Yanî nasnameya xwe, sekna xwe ya polîtîk, rewşa xwe ya dema sax bû çi dibe bila bibe; kesekî jiyana xwe ji dest bide têkiliya xwe ya cîhanê re qut dibe, lewma nabe ku bibe mijara nîqaşan.”
Mûgûç diyar kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn li hemberî mirî û xizmên miriyan nêzîkatiyên nebaş û ne mirovî zêde ne û got, “Bi taybetî em vê yekê li hemberî cenazeyên kesên tevlî PKK’ê bûne, dibînin. Nûnerên pêwendîdar ên dewletê yan jî kesên ku di vê mijarê de ji xwe re rolek diyar kirine, dikevin nava hewldanên welê ku bêhurmetiyeke cicdî li bîranîna miriyan dikin ku ev yek li dijî hiqûq û baweriyê ye.”
‘ÊRÎŞ BI RÊK Û PÊK BÛN’
Mûgût li gel vegotina mînakên ji salên 1990’î û vir ve bal kişand ser bûyerên ku bi xwe jî şahidî jê re kiriye û got, “Di şerê bajaran ê navbear salên 2013 û 2016’an de kişandina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi erdê ve li pişt wesayita zirxî, hiştina cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê, hiştina cenazeyê Cemîle Çagirgan li sarincê ji ber qedexeya derketina derve hîn di bîra me de ye. Ew sivîl bûn. Wekî din cenazeyên gerîlayên PKK’ê hene ku xwedî nasnameyeke polîtîk bûn. Ji bo veşartina wan li hin deşt û çiyayên Kurdistanê goristan ji aliyê gel û rêveberiyên xwecihî yên wê demê ve hatin avakirin ku malbat karibin serdana wan bikin. Ji aliyê hiqûqî ve statuya goristanê nebe jî ev cih ji bo gel goristan bû.”
Mûgûç bal kişand ser kêmasiya mewzûatê ya têkildarî miriyan û goristanan a li Tirkiyeyê û got, “Sala 2016’an li Goristana Garzanê, navbera salên 2017 û 2021’ê gorên kesên xwedî nasnameya polîtîk ên li gundên cuda ji aliyê hêzên ewlekariyê yan jî kesên nenas ve hatin xerakirin; carna jî bi fermana fermî hatin xerakirin. Di dema nêz de li Licê gorên kesên ji malbata Onkol jiyana xwe ji dest dan bû hedef, li Cizîrê hêzên ewlekariyê li pêşiya veşartina cenazeyekî bûn asteng.”
‘BI HURMETA LI MIRIYAN MIROV DIKARE QALA CIVAKA DEMOKRATÎK BIKIN’
Mûgûç ragihand ku ev kiryar li dijî hiqûqê, pîvanên navneteweyî û wijdanê mirovahiyê ye û got, “Ev helwest nîşan dide ku dewletê daxwaza gelê Kurd a ji bo aştiyê, civaka demokratîk û entegrasyona di nava yekîtiyê de fêhm nekiriye. Kurd beriya her tiştî daxwaza pêkhatina aştiyê dikin û dibêje, ev yek jî bi naskirina azadî û mafê bingehîn dibe. Bi qasî mafê mirovên sax, her wiha mafê têkildarî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane jî heye. Dema ku ev hate kirin hingî wê civaka demokratîk karibe bê avakirin.”
‘DIVÊ BI RENGEKÎ GIRSEYÎ SERDANA GORISTANAN BÊ KIRIN’
Mûgûç anî ziman ku têkildarî belgekirinê û avakirina hişê civakî kêmasiyên cidî hene û ev bang kir, “Mixabin ji aliyê arşîvkirinê, qeydkirinê, afirandina hişê civakî partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî xwedî kêmasiyên cidî ne. Baro, OHD û ÎHD jî di nav de ev rêxistinî hemû divê girîngiyeke mezin bidin belgekirinê. Beriya her tiştî divê biçin van goristanan, xisara lê hatiye kirin tespît bikin û kiryarên li dijî hiqûq û mafên mirovan raxin pêş çavan. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku bi rengekî girseyî serdana goristanan bê kirin.”
Mûgûç di dawiya axaftina xwe de got, “Ji bo pêkhatina aştiyê divê nûnerên dewletê çawa nêzî mirovên sax dibin, bi heman hurmetê nêzî miriyan jî bibin. Xerakirina goristanan, astengiya li pêşiya veşartina cenazeyan û danîna şînê hem li dijî hiqûqê ye hem jî li dijî mirovahiyê ye. Di vê meseleyê de ku şopeke kûr a manewiyatê dihêle, divê hurmet ji miriyan re bê nîşandan.”