Rojnemevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23’yê Tebaxa 2023’yan de li navçeya Seyîdsadiq a Sileymaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê hatin şehîdxistin. Rojnemevan Biryar Efrîn ji ANF’ê re qala hedefgirtina rojnemavan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn kir.
Rojnamevan Biryar Efrîn anî ziman ku ji ber dewleta Tirk a dagirker di aliyê siyasî de îflas kiriye, êrîşên li ser gel, rewşenbîr û rojnemevanan zêde kiriye û got: “Dewleta Tirk gihîştiye astekê di her alî de îflas kiriye. Ji bo wê bi her awayî êrîşî ser gel, nirx û kesên me dike. Bi hovîtî û terorîstî gel, rewşenbîr û rojnemevanên me hedef digire û şehîd dixe. Ji bo dewleta Tirk ne girîng e ev kes çi ye û çi karî dike. Ji bo dewleta Tirk ferq nake ku mirovê hedef digire biçûk an jî mezin be her kesî hedef digire û êrîşên mezin ser gelê me dide kirin. Êrîşa dawiyê li nêzî Seyîdsadiqa Sileymaniyê li ser herdu hevalên me yên rojnemevan hatine pêkanîn berdewamiya vê siyaseta dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi armanca ku şereke mezin li dijî gelê Kurd bide kirin bi her kesî re yan jî bi hemû dewletan re li hev dike. Rêyekî ku Tirkiyeyê ber bi siyaseteke rast ve bide meşandin nemaye.”
GULISTAN Û HÊRO ROJNAMEVAN Û REWŞENBÎR BÛN
Biryar bilêv kir ku bi tu awayî rojnamevan li kuderê be yan jî di çi rewşê de be bila bibe nayên hedefgirtin û wiha pêde çû: “Eger çiqas dijminek hov be jî li tu derê kesên rewşenbîr û rojnemevan nabin hedefa êrîşan, lê dewleta Tirk timî rojnemevanan hedef digire. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û bi planên xwe yên xirab van bûyeran didin çêkirin. Sûcekî heval Gulistan û heval Hêro tine bû tenê rojnemevan bûn. Armanca wan jî wek her rojnamevanekê/î bû li her derê tenê xizmetekê ji bo gelê xwe bikin. Piştî hedefgirtina herdu rojnemevanan li ser ragihandina PDK’ê hate belavkirin ku çekdar bûn, lê ev nûçe ji rastîyê dûr e. Ji ber rojnemevan Hêro Bahadîn di zanîngehê de beşa Endeziyariyê xwendibû û ti carê destê xwe ne avêtibû çekê, ew rojnemevan bû, rewşenbîr bû û kesayeta wê bi de her alî de aştiyan e bû.”
‘MIROV TIMÎ DIXWEST BI GULISTAN RE BIXEBITE’
Rojnamevan Biryar Efrîn ku di 2016’an de rojnamevan Gulistan Tara naskiriye û bi hev re di gelek cihan de xebat dane meşandin, qala hevaltî û kesayeta rojnemevan Gulistan Tara kir û wiha got: “Heval Gulistan kesayetek rewşenbîr bû, di cewherê xwe mirovek paqij bû û dilsozê gel, hevaltî û karê xwe bû. Weke hunerekê nêzî karê xwe dibû û ewqas bi disîplîn û hesas karê xwe dikir. Heval Gulistan bi nêrîn û nirxandinên herî rast tevlî wê xebatê dibû û karê ku di destê xwe de bi rêk û pêk dikir û heta ku karê destê wê de bi dawî biba her ew kar dişopand û piştî bi dawî dikir kêmasî û serkeftinên karê xwe dinirxand. Heval Gulistan ne tenê di karê xwe de wisa bû lê di hevaltiya xwe de jî bi vî awayî nêz dibû. Mirov hezdikir ku bi heval Gulistan re bixebite. Ji ber me kar û xebata bi salan bi hev re meşandiye lê bi qasî derziyekê jî em ji heval Gulistan ne êşiyan. Heval Gulistan ewqas mirovek baqij û durust bû.”
‘JI BO ME HÊZ, SEMBOL Û MÎNAKEK E’
Di dewama axaftina xwe de Biryar anî ziman ku rojnemevan Gulistan ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin û wiha domand: “Heval Gulistan ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin û îro em li dibînin ku çawa li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û li her derê şehadeta heval Gulistan bandoreke mezin avakiriye. Her kes bi şehadeta heval Gulistan dilêş e lê di heman demê de di her alî de hêz, sembol û mînakek ji bo me. Şehadeta heval Gulistan bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye plankirin, ev cihê şermezarkirinê ye û li dijî wê her têkoşîn û tolhildan divê were kirin.
Rojnemevan Biryar Efrîn wiha qala rojnamevan Hêro Bahadîn kir: “Naskirina min a heval Hêro di sala 2016’an di dema beşdarbûna wê di nav xebata ragihandinê de çêbû. Heval Hêro di zanîngehê de beşa Endezyariyê xwendibû û di xebata çepemeniyê de bi deng re eleqeder dibû. Mala heval Hêro û cih xebatê li hember hev bû, karê wan seet 9:00 dest pê dikir. Heval Hêro berî çend deqa dihate navendê, di hatin û çûyîna xwe di dema despêkirina karê xwe de pir bi disîplîn tev digeriya. rojekê jî heval Hêro dji karê xwe derneg nema. Heval Hêro ji bo hemû hevalên ku di wir de kar dikirin mînakek bû.”
‘HEVAL HÊRO DI KARÊ XWE DE SERKETÎ BÛ’
Efrîn, bal kişand ser kesayeta Hêro Bahadîn û wiha lê zêde kir: “Malbata heval Hêro malbatek saf, paqij, durust e û bi welatparêziya xwe tê naskirin. Ji Kurdiyetiyê re dilsoz in. Heval Hêro jî taybetmendiyên xwe herî zêde ji dayika xwe girtibû. Ji ber di kesayeta dayika heval Hêro de mirov sembola mirovahiyê dibîne. Tu carî di cihê ku Hêro lê dima kesek jê ne êşiya. Ji aliyê hemû hevalên ku pê re karkirine ve dihat hezkirin. Kesayeta heval Hêro wekî firîşteyekê bû. Heval Hêro bi hemû kesên ku naskirine re û bi wan re dan û standin kiriye bandoreke mezin li ser wan kiriye. Di hemû karên xwe de serketî bû û bi kar û hevalên xwe re dilsoz bû.”
Rojnemevan Biryar Efrîn tekez kir ku wê li ser şopa Heval Gulistan û Hêval Hêro bin û tola wan hilînin û wiha bi dawî kir: “Ji bo heval Gulistan û heval Hêro mirov nikare bi gotin îfadeya wan hevalan bike. Heval Gulistan û heval Hêro taybetmendiyên xwe ji hev girtibûn û herdu jî weke firîşteyan bûn. Firîşteyên ragihandinê hatin şehîdxistin lê ev cihê esefê ye ku dewletên dagirker û nokerên wê nav li wan kirine çekdar û terorîst da ku bi vê kiriyarê û bûyera ku kirine rewa bikin. Terorîst dewleta tirk û hevkarên wê ne. Divê em van kiriyaran tu carî qebûl nekin û heta dawiyê em li dijî wê derkevin û li ser şopa heval Gulistan û heval Hêro têbikoşin. Em bi mezinkirina kar û xebatên rojnamevaniyê tola herdu hevalan ji dagirker û hevkarên wan hilînin.”