Jinên li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn.
Rûxweş Efrîn di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku ew di pêvajoyek giran re derbas dibin û got,“Bi taybetî piştî ketina rejîma Sûriyeyê em di rewşeke xeternak de ne. Ev sal hebûn û tinebûna me ye. Ev şerê ku niha li Rojava tê meşandin, li aliyekî hêza ku hatiye şûna rejîmê, li aliyê din hêzên Emerîka, Rûsya û hwd. ku qaşo wê Rojava biparêzin, lê tiştek wisa nîne ev hemû siyaset e. Ji ber ku ev dewlet hemû li Rojava bi hev re yek beş û yek meş in. Ji bo wê jî divê em wek gelê Kurd vêya baş bihizirin, di vê demê de eger me tiştek pêk anî baş e, eger me pêk neanî em ê winda bikin. Lê em di wê hêvî û baweriyê de ne ku bi saya van şehîd û şervanan em winda nakin. Ji bo ev ax nekeve destê dijmin, keç û kurên vî gelî li her aliyê Kurdistanê şer dikin. Em wek gelê Kurd bi taybetî wek jin tişta ku bikeve li ser milên me, em amade ne pêk bînin. Dibe ku em wek fîzîkî ne li wir bin, lê em bi ruh û dengên xwe li gel gelên Rojava ne.”
‘XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVIN’
Rûxweş Efrîn di dawiya axaftinên xwe de bilêv kir ku wê heta kengê kole û bindestê Tirk û Emerîka bin û ev bang kir: “Banga min ji bo Kurdên ku piştgiriya Erdogan dikin heye, bila li xwe vegerin û li Rojava xwedî derbikevin. Em dibînin li Kobanê, Qamişlo û her derê jin parastinê dikin, dibêjin em nahêlin axa me bê dagirkirin. Wek jinên wargehê jî dibe ku em fîzîkî ne li gel wan bin, lê ruhê me li gel wana ye, çi ji destê em bê em amadene pêkbînin. Em serkeftinê ji wan jinan û tevahî hevalên ku di çeperan de li berxwe didin û şer dikin re dixwazin. Heta dawiyê jî emê li pişt gelê xwe û şervanên xwe bin.”
‘RABIN SER XWE’
Rêzbar Çelî jî di derbarê heman mijarê de axivî û destpêkê berxwedana Rojavayê Kurdistanê pîrozkir û wiha peyîvî: “Em wek gelê Kurd yên ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dixwazin nasnameyek ya me jî hebe. Ji ber ku em jî netewekin, divê em jî di nava cîhanê de bên naskirin û bibin xwedî maf. Em bang li tevahî dewletên cîhanê dikim ku piştgiriya gelê Kurd bikin. Em dewletên ku piştgiriyê didin Erdogan û şerê ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, şermezar dikin. Ji bo parastina mafê gelê Kurd bi taybet ji bo êrişên li ser gelê Rojava, pêwîste her kes li kuderê dibe bila bibe, rabin ser lingan. Em dibînin Erdogan bêyî ku bêje ev zaroke yan jine, herderê bombebaran dike. Ji bo ev şer bisekine pêwîste em wek gelê Kurd li her derê rabin serxwe û yekîtiya xwe çêbikin, êdî ji vê zilm û zoriyê re bese, bila bes dilê dayîkan bi şewite.”