Sêşem, 24 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nehat berdan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Stenbolê 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişa li ser Başûrê Kurdistanê: 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bi peyamekê spasiya beşdarên Newrozê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê demildest Serok ji Îmraliyê were derxistin’
Rojane

‘Divê demildest Serok ji Îmraliyê were derxistin’

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku pê re hevdîtin kir, hişyarî da ku li Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de girtina birayê wî xeteriyek jiyanî ye û got, divê demildest şert û mercên wî yên fîzîkî bên guhertin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku pê re hevdîtin kir, hişyariyek krîtîk da. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hatî kirin ji ANF’ê re axivî û ev hişyarî da: “Ji aliyê fîzîkî ve bêhal û extiyarbûyî xuya dikir. Di bin şert û mercên tecrîdê û vî cihê ku rêjeya wê ya nemê lê zêde ye de girtina wî, xeteriyek jiyanî ye.”

‘JI ÇAVÊ XWE EMELIYATA KATARAKT BIBÛ’

Mehmet Ocalan ragihand ku 21’ê Adarê bi kurê xwişka xwe Fatma Ocalan, Alî Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re çû Îmraliyê û diyar kir ku bi birayê xwe re nêzî saetekê hevdîtin kirine û bi parêzeran re jî saetek hevdîtin kiriye. Ocalan diyar kir ku birayê wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çavê xwe emeliyat bûye û got, “Di çavên Serok de ev demek dirêj pirsgirêk heye. Di nava malbata me de genetîk e. Got, car din ji çavê xwe emeliyata katarakt bûye.”

‘ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ NIRXAND’

Ocalan destnîşan kir ku di hevdîtinê de sernavên sereke jî nirxandine û wiha got, “Newroza me û cejna me pîroz kir. Peyama xwe ya Newrozê ragihand. Em têkildarî pêvajoyê axivîn. Diyar kir ku di nava çend hefteyan de dibe hin pêşketin çêbibin. Destnîşan kir ku ji bo aştiyê tevkariyên wan didomin, 24 saet ji bo vê dixebitin. Lê belê destnîşan kir ku ev pêvajo yekalî jî pêşde naçe. Got, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşketina çareseriyê çi ji destê wî were dike. Hem ji aliyê pêvajoyê ve hem jî weke giştî dîsa li ser meseleya jinê nirxandin kir. Di hevdîtinê de bi taybetî me meseleya çand û zimanê Kurdî jî nirxand. Min jê re got, em di aliyê Kurdî de di demek pir krîtîk de ne. Min got, ji sedî 80’ê Kurdan ziman û çanda xwe winda kirine. Wî jî bi bîr xist ku ji bo çand û zimanê Kurdî tune nebe, ew 50 sal in têdikoşin û têkoşînê didomînin. Got, zimanê Kurdî divê bi qanûnan were parastin. Diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe. Ev gotina min maye di hişê wî de ku piştre bi parêzerên xwe re jî ev mijar axivî ye. Têkildarî parastina nirxên çandî û yên Kurdî, taybet nirxandin kirin.”

‘DIVÊ DEMILDEST SEROK JI ÎMRALIYÊ WERE DERXISTIN’

Mehmet Ocalan diyar kir ku li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda li hemberî birayê wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ti guhertin çênebûne û anî ziman ku ev rewş tenduristiya wî jî bandor dike. Ocalan şert û mercên giran ên girtina birayê wî, wisa bilêv kir: “28 salan hesin di van şert û mercan de be wê birize.”

Ocalan ev hişyarî da: “Weke kesekî ku 28 sal in herî zêde çûyî serdana Serok ez dikarim vê bêjim ku di vê hevdîtinê de, li ber çavê min ji aliyê fîzîkî ve extiyarbûyî xuya dikir. Lê navbera me tenê du sal hene. Moralê wî baş bû û têkildarî tenduristiya xwe, ji dervey çavê xwe tiştek din negot. Lê di vê qonaxa dawî de min dît ku zehmetî dikişand. Min dît ku ev tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê tehdeyeke mezin li bedena wî kiriye. 77 salî ye û êdî nayê qebûlkirin ku di vê şert û mercên tecrîdê û rêjeya bilind a nemê de bê girtin. Weke malbata wî em li dijî vê yekê ne. Girtina wî ya di van şert û mercan de, êdî xeteriyek jiyanî ye. Ez ji vir dixwazim bang li dewletê bikim: Serok pira navbera gelan e, bi tena serê xwe di nava şert û mercên giran de hewl dide meseleyeke ku ti kes pê nikare, çareser bike. Lewma divê dewlet baldar be. Divê ev şert û mercên tecrîdê demildest bên guhertin. Ji bo tenduristiya Serok pir xeter e ku di van şert û mercan de bimîne. Gotina vê yekê di serî de wezîfeya min a mirovî ye. Dibe hin nivîskar û hwd bêjin Îmralî bi ewle ye, lê ez vekirî bêjim eger li wir bimîne xeterî li ser jiyanî wî heye. Ez vê weke kesekî ku herî zêde çûye giravê, dibêjim. Êdî 77 salî ye. Divê demildest şert û mercên fîzîkî yên Serok bên guhertin û ji Îmraliyê were derxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed û Stenbolê 13 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Êrişa li ser Başûrê Kurdistanê: 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an

Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku, Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê girtîgehên Tîpa Y û S bên girtin

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê raporek amade kir. Di raporê de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyê nehat berdan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişa li ser Başûrê Kurdistanê: 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed û Stenbolê 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê bi peyamekê spasiya beşdarên Newrozê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?