Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, dewam dikin. Divê çarçoveyê de li Silêmaniyê 15 rêxistinên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê 15 rêxistinan Hawrê Dilşad ve hate xwendin de, hate gotin; “Em piştgiriya berxwedana Kurdan ya li Helebê dikin, divê ji bo vegera hemû koçberên ji ber aloziyan mal û milkê xwe berdane, zemînek guncav were danîn. Divê hemû kesên ji aliyê hêzên Hikûmeta Şamê ve li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine binçavkirin, werin berdan.”
Her wiha di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên navnetewî hate kirin ku ji bo parastina mafên gelê Kurd bi erkê xwe rabin û çavdêriyê bikin.

