Beşdarên konferansa “Werin em bi hev re têbikoşin, ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de” ya Kongra Star ji ANF’ê re axivîn, ku konferans 17’ê Adara 2026’an li Qamişloyê hate lidarxistin.
Ji beşdarên konferansê Hevseroka Ofîsa Têkiliyan a PYD’ê Sema Bekdaş li ser rola jinan a di mezinkirina Şoreşa Rojava de axîvî û ev yek anîn ziman: ‘’Di Şoreşa Rojava de û heta roja me ya îro jinan bi her awayî têkoşîna xwe daye meşandin. Têkoşîna ku hatiye meşandin, tekez kir ku azadiya civakê girêdayî azadiya jinan e. Jinan di projeya civaka demokratîk û veguhertina civakê de pêşengtî kir. Her wiha di Şoreşa Rojavade xwedî rol û misyoneke mezin bûn ku karîn di nava civakê de guhertinên cidî pêk bînin û dengê jinan li cîhanê belav bikin. Jinan di asta Sûriye, Rojhilata Navîn de yekîtiya xwe ava kirin û karîn têkoşîna xwe bikin yek. Di encama têkoşîna jinan de ku rojane bilindtir dibû gelek berdêlên giran dihatin dayîn, bi dehan şervanên jin şehîd bûn.’’
Sema Bekdaş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku xeteriyên cidî li ser jin û destkeftiyên jinan hene û got: ‘’Ji ber ku em dizanin ku ji dîrokê ve jin çawa hatine tunekirin û mafê wan çawa hatine çewisandin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hebûna jinan pîvanek bû ku dîroka xwe bi xwe nivîsandin. Nasname, qanûn û hevpeymana xwe ava kirin. Ev hemû di encama têkoşîn û berxwedana jinan de çêbûn. Her wiha divê vê serdemê de bi taybetî di van pêvajoyên ku niha em tê re derbas dibin de ji bo ku em destkeftiyên xwe di destûra Sûriyeyê de bi cih bikin û fermî bikin, em têkoşîna xwe bilinditr bikin. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û gelek xeterî li ser jin û destkeftiyên jinan hene. Ji ber ku di Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de îradeya jinan dernakeve pêş. Lê belê li Rojava hebûna jinan di her qadê de pîvaneke esasî ye û hemû zagon û biryar li ser wê esasê tên danîn.’’
Hevseroka Ofîsa Têkiliyan a PYD’ê Sema Bekdaş di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê jin rêxistinbûyîna xwe bilindtir bikin û got: ‘’Di qanûn û bendên biryarên hikûmeta demkî de jin nayên dîtin. Ji ber wê ji me tê xwestin ku em hîn zêdetir xwe birêxistin bikin ku a niha çavê her kesî li Rojava ye. Divê em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û misogerkirina mafê jinan têbikoşinû bikaribin tecrûbeya heyî biparêzin û erk û misyona xwe ya di nav şoreşê de girtî pêk bînin.’’
Piştre Endama Fermandariya YPJ’ê Zîlan Cesûr axivî, bal kişand ser rola YPJ’ê ya di nava Şoreşa Rojava de û ev yek anîn ziman: ‘’YPJ ev 14 sal in li Rojava û Sûriyeyê sîstema xwe ava kiriye û xebatên xwe dimeşîne. Me gelek zor û zehmetî kişandin, lê belê îro me hebûna xwe ava kiriye. Zehmetiyên ku dihatin kişandin jî ji ber wê yekê ne ku em di civakekê dê nedihatin qebûlkirin û îradeya wê nedihate dîtin. Cihgirtina jinan di nava qada leşkerî de û li Sûriyeyê tecrûbeyeke pir mezin bû. Di encama wê de îro YPJ’ê li seranserê cîhanê tê naskirin.’’
Endama Fermendariya YPJ’ê Zîlan Cesûr sozdayîna xwe ji bo jinên Sûriyeyê nû kir piştre tekez kir ku wê heta dawiyê hemû jinan biparêzin û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke YPJ’ê hebûn, destûr û sîstema xwe diparêzin. Ji ber ku me soz daye jinan ku em hemû pêkhateyên xwe ku heta dawiyê doz, hebûn û îradeya jinan biparêzin. Em weke YPJ’ê dibêjin ku em heta dawiyê li pişt dayîk, xwişk û hemû jinan bin û em ê wan birparêzin.’’
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer jî nêrînên xwe anîn ziman û got: ‘’Di 14 salên ku li Sûriyeyê pirsgirêk dihatin jiyîn, jinan li hemberî wê têkoşîn û berxwedana xwe da destpêkirin û karîn li herêmên xwe mafên xwe biparêzin. Mînaka wê têkoşîna ku jinan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. Tevlîbûna jinan di her qadê de hebû û karîn bigihîjin cihê biryarê û di avakirina biryarê de hevkar be. Her wiha ji aliyê xweparastinê ve jî jinan hêza xwe ava kir. Ev hemû ji bo jinan destkeftiyên mezin in.’’
Emîne Omer di berdewamiya axaftina xwe de qala rewşa jinên li Sûriyeyê kir û wiha pêde çû: ‘’Ev 14 sal in li gel derketina aloziyên Sûriyeyê, bandoreke mezin ser jinên li Sûriyeyê hate kirin. Ji ber ku bûn qurbanî û bi gelek zehmetî, astengî û tundiyê re rû bi rû man. Lê belê jinan ji bo xwebi rêxistinkirinê hewl dan û li ber xwe dan. Bi hilweşandina rejîma BAAS’ê û hatina hikûmeta demkî re jin bi hêvî bûn ku piştî van zehmetiyên ku hatine kişandin mafê jinan di destûra Sûriyeyê de werin parastin, lê belê di gavên ku hikûmeta demkî avêtine de rola jinan kêmtir dibe. Di destûra Sûriyeyê bi xwe de xalên ku mafê jinan biparêzin, nînin.’’
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer tekez kir ku ji bo ku jin hebûna xwe di nava Sûriyeya nû de misoger bikin divê yekîtiya xwe ava bikin û got: ‘’Îro xetereyeke cidî li ser mafê jinan heye. Ji ber ku her ku diçe jin dûrî siyaset û mafê xwe dibe û weke hemwelatiyên di asta duyem de tên dîtin. Weke jin di vê pêvajoya dîrokî de divê jin li hev xwedî derkevin û yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber wê jî di demên pêş de destûra Sûriyeyê ya mayînde were nivîsandin û divê jin têde hebe, divê jin destkeftiyên xwe winda nekin. Divê bi hev re bi her awayî têkoşîna xwe bidin meşandin da ku hevdu xurt bikin. Divê nêrînên me û daxwazên me yek bin da ku em bikaribin avakirina Sûriyeyê de rola bilîzin û cihê xwe ava bikin.’’

