Doza derbarê êşkencekirina Tacittin Kalgi û êrîşa li ser parêzer Sabrî Gungen a li navçeya Sêwreg a Rihayê di 29’ê Adara 2025’an de, li Dadgeha Destûra Bingehîn hat vekirin. Dadgehên herêmî doz bi hinceta “nebûna delîlan” girtine, lê delîl bi zanabûn nehatine berhevkirin.
‘HETA BI SER HIŞÊ XWE VE ÇÛM LI MIN XISTIN’
Tacittin Kalgi, piştî ku cezayê wî yê 10 sal û 6 meh bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji hêla Dadgeha Herêmî ya Dîlokê ve hat erêkirin, hat binçavkirin. Kalgi, ku di şeva 29’ê Adarê de li mala pismamê xwe hate binçavkirin, diyar kir ku tevî ku li ber xwe nedaye jî, hem li mal û hem jî li qereqolê rastî êşkeneceya giran hatiye.
Kalgi got, “Mîna girtiyan destê min ji piştê ve kelepçe kirin, serê min ber bi jêrê ve xwar kirin. Heqeret û gefên mîna ‘Ez ê dê û xwişka te tecevûz bikim’ li min xwarin. Li qereqolê li zik û canê min xistin. Ji ber darbeyên giran ez bi ser hişê xwe ve çûm.”
Kalgi, got ku parêzer Sabrî Gungen, ku dixwest rewşa tundiya li ser muwekîlê xwe belge bike, li koorîdarên edliyeyê rastî êrîşa polîsan a komî hatiye û got, “Polîsan êrîşê parêzerê min kir. Min bi çavên serê xwe dît ku polîsek bi pihîn li parêzerê min da. Lê cendermeyan ev îdîa red kir.”
DOZGER: TUNDÎ HEYE LÊ ÊŞKENCE NÎNE
Dozgeriyê bi awayekî zimnî qebûl kir ku carekê li dijî Kalgi şîdet hatiye bikaranîn ji ber ku nikaribû raporên darbkirinê înkar bike. Lê belê ji ber ku şîdeta mijara gotinê ‘bi awayekî sîstematîk û di demeke diyarkirî de berdewam nekiriye’ ji bo sûcê ‘êşkenceyê’ doz venekir.
Parêzer Gungen ev rewş wekî ‘mantiqa bêcezabûnê ya ku şîdetê rewa dike û dihêle ku sûcdar ji edaletê birevin’ pênase kir.
‘DAXWAZNAME NEHATIN XWENDIN Û DELÎL NEHATIN BERHEVKIRIN’
Di serlêdana Dadgeha Destûrî de, hat diyar kirin ku rayedarên dadwerî karmendên giştî parastine. Hat destnîşankirin ku tomarên kamerayê yên ji Dadgeha Sewregê nehatine berhevkirin. Daxwazname û daxwazên delîlan ên ku ji hêla parastinê ve hatine pêşkêş kirin, nehatine berçavgirtin.
Nasnameyên karmendên ku tevlî êşkenceyê bûne nehatine diyarkirin. Daxwaza teşhîskirinê ya mexdûr, jî hat redkirin. Hate gotin ku tevî şopên darbê jî rapor kêm hatiye amadekirin û dibe ku bijîşk di bin zextê de be.
Di serlêdanê de hat destnîşan kirin ku bendên têkildar ên Destûra Bingehîn hatine binpêkirin û bûyer bi têra xwe nehatiye ravekirin.
Parêzer Sabrî Gungen, diyar kir ku divê îdiayên êşkenceyê bi cidî werin lêkolînkirin û got ku dewlet mecbûr e ku ewlehiya welatiyên xwe biparêze.
Gungen, diyar kir ku dozger bi gelemperî di dozên wiha de biryarên neşopandinê didin û got ku ev yek ji bo mexdûran lêgerîna edaletê zehmetir dike.
Gungen, anî ziman ku eşkerekirina êşkenceyê dewletê qels nake, lê belê wê xurt dike. Gungen, behsa pêwîstiya lêpirsînên bi bandor kir û got ku divê berpirsyar bên cezakirin.

