Ji bo Rêber Apo ku li Îmraliyê dîl tê girtin, nîqaşên li ser ‘mafê hêviyê’ ya ku di hiqûqa navneteweyî de cih digire, careke din kete rojevê. Mijar her wiha bi nîqaşên pêvajoya aştiyê ya gengaz re tê nirxandin. Hiqûqnas û siyasetmedar destnîşan dikin ku naskirina mafê hêviyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê meseleyeke hiqûqî ye; di heman demê de ji aliyê gavên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd jî sernavekî girîng e.
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onûr Duşunmez ji ANF’ê re axivî û got, “Piştî banga 27’ê Sibatê PKK’ê ji bo şênberkirina îradeya aştiyê destpêkê agirbest ragihand, piştre jî kongreya xwe civand û xwe fesix kir. Ev yek deklarasyona wê yekê bû ku digot, ‘Eger merc bêne afirandin em ê têkoşîna siyasî bimeşînin’. Lê belê em îro çi dibînin? Astengiyên li pêşiya meşandina siyasetê hîn li cihê xwe ye. Gel destpêkê krediyeke gelekî xurt da vê pêvajoyê; lê belê ji ber ku dewletê sererastkirineke bi tenê ya şênber nekir, ev baweriya civakî bi rengekî cidî lawaz dibe.”
‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊWÎSTIYEKE HIQÛQÎ YE’
Duşunmez bal kişand ser rapora Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku di 18’ê Sibata 2026’an de civîna xwe ya dawî lidar xist û anî ziman ku normên hiqûqî nikare bibe mijara bazara siyasî. Duşunmez got, “Komîsyonê 21 civîn lidar xist, li her beşên civakê guhdarî kir û sedemên esasî yên pirsgirêkê tespît kir. Di raproa hevpar de xaleke hevpar heye ku hate destnîşankirin: ‘Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bêne anîn’. Ev yek yekser tê wateya ‘mafê hêviyê’. Birêz Ocalan 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, lê di aştiyê de israr dike. Afirandina mercên kar ji bo Birêz Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî êdî pêwîstiyeke hiqûqî ye. Sekna dijber a dewletê ya li hemberî van biryaran îradeya aştiyê lawaz dike.”
‘DEWLET ATMOSFERA ŞER DEWAM DIKE’
Duşunmez ragihand ku dewlet nakokiya “li hundir aştî li derve şer” dewam dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi saya xwedîderketina xurt a gel dewlet neçar ma ku dest ji tayînkirina qeyûmên nû berde; lê belê ji şaredariyên dagirkirî jî gav paşve neavêt. Ji aliyekî ve qala aştiyê tê kirin, li aliyê din jî di polîtîkaya derve de helwesteke dijminane li hemberî destketiyên gelê Kurd dewam dike. Feraseta ku bi dozên kûmpasê encamê bi dest bixe, dîlgirtina girtiyan û destwerdana li çalakiyên demokratîk pratîkên li gorî zimanê aştiyê nîne. Ev nêzîkatiya teng û ewlekarîperest divê bê terikandin.”
‘SERERASTKIRINA QANÛNÎ ŞERT E’
Parlamenter Duşunmez destnîşan kir ku pêvajo tenê bi gotinê nameşe, ji bo aştiyeke mayinde gavên sereke hene ku divê bêne avêtin û got, “Divê sererastkirinên qanûnî yên pêvajoyê tavilê bi cih bêne anîn, pêşî li wan mirovan bê vekirin ên ku çek danîne û ji ber sedemên siyasî welat terikandine ku bi rengekî bi rûmet li welêt vegerin. Dozên siyasî yên bi sûcdariya endametiya rêxistinê û sûcdariyên bi heman rengî hatine vekirin bêne xistin û girtiyên li girtîgehan bêne berdan.
Ziman, bawerî û çandên cuda di asta destûra bingehîn de bêne naskirin, astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bêne rakirin.”
Duşunmez li gel neavêtina gavê ya dewletê jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got, “Weke ku Birêz Ocalan got, ‘Yê ku hîn bêhtir xwe bi rêxistin kir wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve’. Em ne tenê ji dewletê gavê hêvî dikin; avakirina komînên gel, pêkanîna yekîtiyê û tevgera mil bi mil a bi feraseta civaka demokratîk wê têkoşînê mezin bike. Em bi biryar in ku di sedsala nû de jiyaneke welê ava bikin ku hemû gel bi ser bikevin.”

