Li gorî nûçeya medyaya Emerîkayê, rêveberiya DYE’yê ji Tirkiyeyê xwest ku dev ji pergala parastina hewayî ya Rûsyayê ya S-400ˊan berde. Hat îdîakirin ku Enqere amade ye ku li ser daxwaza DYE’yê ne temamî, bi qismî dev ji pergala parastina hewayî berde.
Medyaya Emerîkayê ku çavkaniyên xwe eşkere nekir, destnîşan kir ku “Tirkiye nîşan da ku ew amade ye dev ji pergala parastina hewayî ya S-400ˊan a Rûsyayê berde.”
Rûsya û Tirkiyeyê di sala 2017’an de, ji bo kirîna pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê ya S-400ˊan, peymanek bi 2.5 milyar dolarî îmze kiribûn.
Ew pergal di havîn û payîza 2019ˊan de teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin. Vê yekê hiştin nakokî bikeve navbera Tirkiye, DYE û dewletên rojavayê û ceza li ser berhemên leşkerî yên Enqereyê hatin birîn.
Çavkaniyekî Tirk ji Sputnikê ya Rûsyayê re diyar kiribû ku raporên dibêjin ku Tirkiye pergala parastina hewayî ya Rûsyayê S-400 difiroşe yan vedigerîne, ne rastin.
Ev yek piştre ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve jî hate eşkerekirin ku hîna S-400ˊan li gel artêşa Tirkiyeyê ye û rewş neguherî ye.

