În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin’
Jin

‘Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin’

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi daxiyaniyekê rewşa Iraqê û guhertina zagonan nirxand û guhertina van zagonan red kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) di derbarê guherîna zagonên jiyanî yên Iraqê de daxuyaniyek da. REPAK diyar kir ku van zagonên dijmirovî qebûl nakin û bal kişand ser zewaca zarokên 9 salî û diyar kirin ku ev vê yekê red dikin.

Daxuyaniya REPAK’ê bi vî rengî ye:

“Tevî ewqas têkoşîna girîng a tevgerên jinan jî parlementoya Iraqê, biryara qanûna statuya şexsî erê kir. Li Iraqê û seranserê cîhanê di encama têkoşîna tevgerên jinan de qanûna beyî 18 salî nabe ku jin were zewicandin hat erêkirin. Ew qanûna ku temenê zewacê dakeve 9 salî hat redkirin û bi awayekî fermî temenê zewacê wekî 18 salî hat destnîşankirin.

Lê bi guhertina qanûnan re li gorî dadgehên îslamê erka zewacê, berdanê û mîrasê heye. Bi vê guhertinê re jî şîroveya dadgehên îslamê û biryarê wê dikevin meriyetê û zewaca jinan di temenê biçûk de pêk tê. Bi vî rengî di temenê biçûk ê zarokatiyê de destûra zewacê tê dayîn.

Li gorî guherîna qanûnê re jî mijara sereke oldarên Şîî guhertina qanûnan dixwazin, desthilatdariya Sûnî jî di berdêla berdana girtiyên DAIŞ’ê de ev qanûn erê kirin. Em dibînin ku li komên parlementoyê gelek bazarên siyasî hatine kirin û jin bûne qûrbanê van bazariyan.

Di rewşa heyî de bi koletiya jinê re dewlet ji nûve xwe dîzayn dike û em bi DAÎŞ’a siyasî re rûbirî mane.

Li rojhilata navîn desthilatdariya dewlet-mêran û bîrdoziya baviksalarî ku temsîla rejîmên dîktatoryal e di nava qeyraneke siyasî û civakî de ye.

Ev qeyran jî qeyraneke paradîgmayê ye û bi hilweşînê re rûbirû maye. Rejîmên li rojhilata navîn ji bo çareseriya vê qeyranê jî bi avakirina hukmên baviksalarî, desthilatdariya mêran û jiyaneke antî demokratîk dixwazin ava bikin. Bîrdoziya paşverû ya malbatî û tifaqa bi faşîzma dewletê re hewl dide rejîma heyî li ser piyan bigre û ji bo vê yekê jî koletiya jinê careke din xistine navenda polîtîkayên xwe.

Di nava deh salên dawî de gelek welatên rojhilata navîn di encama van polîtîkayan de mafên jinan xesp kirine û desthilatdariya xwe jî bi awayekî dijwar nûjen kirine. Ji bo vê yekê jî di serî de temenê zewaca zarokan daxistine bin 18 salan. Di dema berdanê de jî wekaletê didin bav û dadgehên îslamî jî li vir dikevin meriyetê.

Nirxên demokratîk, jin, gel, hêzên demokrasiyê û pêkanîna azadiyan yekane çareseriya qeyranê ye, lê dîsa jî di neçareseriyê de israr dikin û bi vê qeyranê re jî şer giran dikin.

Beriya bi 12 salan DAIŞ derket meydanê û di vê pêvajoyê de li Sûrî guherîna rejîmê, li Iraq, Îran û Afganistanê jî rastiyek derket holê. Koletiya jinê ji bo hebûna dewletan û bîrdoziya wan nirxek bû, lê êdî dema wan qediya û diqede. Îro tê dîtin ku li rojhilata navîn têkoşîna azadiya jinê pêş dikeve û alternatîfa bingehîn a azadiyê ye. Eniya demokrasiyê bi mafê jinan re jinûve ava dibe.

Ji bo vê yekê em dibêjin ku guherîna qanûnê qebûl nakin û divê ew biryar paşde were kişandin. Divê helwestek ji bo hurmeta li jinê were nîşandan û ji bo vê yekê jî banga me li tevahiya jin û tevgerê jinan ewe ku têkoşînê xurt bikin.

Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îran tetbîqatên leşkerî yên berfireh pêk tîne
Nûçeya Pişt re Berxwedêrên Tişrînê salvegera rizgarkirina Kobanê pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları di fitara li Geverê de axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê konferansa jinûve avakirinê ya şaredariyan destpê kir

Şaredariyên Gel ên Şengalê dest bi konferansa xwe ya 2'yemîn kir. Tê payin ku şaredarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Alîkariyên ji Kievê re hatine kirin divê li me bê vegerandin

Serokê DYE’yê Donald Trump xwest, alîkariyên ji Kievê re hatine kirin li wan bê vegerandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?