Parlamenterê DEM Partiyê yê hiqûqnas Omer Farûk Hulaku û Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û li gorî hiqûqa normal karibe azad bibe.
‘TECRÎD DEWAM DIKE’
Omer Farûk Hulaku anî ziman ku hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin ji ber pêşniyarên girîng ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî girîng in, lê belê ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî û mayinde bi encam bibe divê azadî û mafên bingehîn bêne misogerkirin, hiqûq bi rengekî wekhev û bêalî bi cih bê anîn û got, “Beriya her tiştî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) darizandina wekhev a her kesî û mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ewle dikin; lê belê ya ku li Îmraliyê tê kirin nîşan dide ku ev mafên bingehîn têne binpêkirin. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li dijî berpirsyariyên hiqû qa navxweyî û navneteweyî ye.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ TAVILÊ BI CIH BÊ ANÎN’
Farûk Hulaku diyar kir ku mafê hêviyê yê Rêber Apo divê tavilê bi cih bê anîn û bi dewamî got, “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan dike ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn divê rewşa wan ji nû ve bê nirxandin û xwedî mafê hêviya azadiyê ne. Ji ber vê yekê naskirina ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan hem pêwîstiyeke hiqûqî ye, hem jî gaveke gelekî girîng e ku tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike. Eger em bên ser meseleya rakirina astengiyên hiqûqî yên li pêşiya azadiya fîzîkî, ev rewş ji tecrûbeyên berê eşkere ye ku dikare tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike. Di demên bihurî de tevlîbûna Birêz Ocalan a bi rengekî çalak li pêvajoyên aştiyê û diyalogê, bandoreke erênî li pêvajoyê kir. Ji bo ev yek karibe pêk were, divê prosedurên hiqûqî bi rengekî wekhev bê pêkanîn. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe gaveke girîng. Ev mesele di heman demê de meseleya aştiya civakî û demokrasiyê ye. Kiryarên li dijî Birêz Ocalan ji aliyê hurmeta li hiqûqê û ahengiya bi pîvanên navneteweyî re ji bo Tirkiyeyê testek e. Di vê nuqteyê de bicihanîna pîvana serweriya hiqûqê, parastina azadî û mafên bingehîn wê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêne avêtin xurt bike û ji bo aştiya civakî zemîneke girîng amade bike.”
‘SERERASTKIRINA QANÛNÎ DIVÊ TAVILÊ BÊ KIRIN’
Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî mijara mafê hêviyê nirxand û bi bîr xist ku mafê hêviyê salên dûr û dirêj e di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye. Yilmaz ragihand ku DMME’yê li ser mafê hêviyê têkildarî Tirkiyeyê çar caran biryara binpêkirinê da û destnîşan kir ku biryara destpêkê di sala 2014’an de têkildarî Rêber Apo hate dayin. Yilmaz bi bîr xist ku piştre têkildarî Kaytan, Gurban û Boltan heman biryar hate dayin û got, “Li gel salên di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê sererastkirina qanûnî ya li gorî van biryaran nekiriye.
Yilmaz her wiha bi bîr xist ku tecrîda li Îmraiyê 26 sal li pey xwe hiştiye û got, “Li gelek welatên Ewropayê înfaza cezayekî ewqasî dirêj nehatiye dîtin. Lê belê Birêz Ocalan di nava vê demê de bi tecrîd û îzolasyoneke cidî re rû bi rû ma. Demeke gelekî dirêj têkilî nekarî pê re bê danîn, hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hate astengkirin. Ji bilî hevdîitna dema nêz nayê zanîn ku ev tecrîd bi temamî wê bê rakirin an na. Lewma divê li bîra Tirkiyeyê bê xistin ku berpirsyariya xwe ye ku biryarên DMME’yê bi cih bîne. Divê biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û biryarên pêşniyarê yên CPT li ber çavan bigire ku ev yek berpirsyariya Tirkiyeyê ya di peymanên navneteweyî de ye. Di çarçoveya berpirsyarên hiqûqa navneteweyî yên Tirkiyeyê de divê mafê hêviyê bi sererastkirinên qanûnî bê naskirin.”