Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di navbera 15-17’ê Îlonê de civîna xwe ya periyodîk a li ser mafên mirovan pêk bîne. Komîteyê di Îlona 2024’an de ji bo bicih anîna ‘Mafê Hêviyê’ ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan salek dem dabû Tirkiyeyê.
Berî civîna periyodîk a komîteyê, li gorî Rêziknameya 9.2, rêxistinên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî ragihandibûn ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ bi cih nayne. Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) ku nameyek li ser “Mafê Hêviyê” ji endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (CM) re şand, di nav rêxistinên civaka sivîl de bû ku herî zêde beşdarî vê pêvajoyê bû.
Hiqûqnas û endama MAF-DAD’ê Rengîn Ergul civîna Komîteya Wezîran, nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember mafê hêviyê, bendewariya rêxistinên hiqûqî û biryara navbeynê ya muhtemel ji bo ajansa me nirxand.
‘SALEK TEJÎ BÛ Û TIRKIYEYÊ TI GAV NEAVÊTINE’
Rengîn Ergul, bal kişand ser biryara Komîteyê ya di Îlona 2024’an de hatiye dayîn û diyar kir ku ji bo Tirkiye ‘mafê hêviyê’ bicih bîne salek dem hatibû dayîn û got ku ev dem wexta xwe tejî kir.
Rengîn Ergul got, “Heta niha Tirkiyeyê derbarê mafê hêviyê de ti gavên berbiçav neavêtine. Derbarê girtiyên nexweş de hin rêzikname hatine çêkirin, lê girtiyên ku cezayên girankirî ya heta hetayê li wan hatiye birîn ji çarçoveyê hatine derxistin.”
Rengîn Ergul, her wiha li ser plana çalakiyê ya ku Tirkiyeyê beriya civînê pêşkêş kiriye axivî û diyar kir ku ev plan tenê argumanên ji bo “reforma dadwerî” û “stratejiya nû ya dadwerî” dubare dike, lê derbarê mafê hêviyê de ti rêzikname nagire nav xwe.
‘TÊ PEYÎN KU KOMÎTEYÊ BIRYARA NAVBEYNÊ BIDE’
Rengîn Ergul, anî ziman ku, tê payîn ku Komîteya Wezîran di vê civînê de biryarek navbeynê der barê Tirkiyeyê de bide û got ku ev bi îhtîmaleke mezin wê dubarekirina biryarên berê be û wiha domand, “Komîte bi îhtîmaleke mezin ew ê biryarek mîna yê berê dubare bide. Dibe ku biryarên klasîk ên wekî ‘Tedbîr bigirin, qanûna xwe biguherînin, planeke çalakiyê û statîstîkan parve bikin’ werin dayîn.”
Rengîn Ergul, destnîşan kir ku bendewariya rêxistinên hiqûqî û tevgera siyasî ya Kurd ew e ku Komîte piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bi zelalî nîşan bide û wiha got, “Em nizanin ka ew metin wê çawa bi awayekî dîplomatîk were bicîh kirin, lê girîng e ku Komîte zimanek bikar bîne ku piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan bide. Ev yek wê helwesta me hem ji hêla hiqûqî ve hem jî ji hêla siyasî ve xurt bike.”
‘KOMÎTEYÊ BERPIRSYARIYA XWE BICIH NEANÎ’
Rengîn Ergul, da zanîn ku Komîteya Wezîran bi derengî doz girtiye dest û vê yekê rexne kir. Rengîn Ergul, bi bîr xist ku biryarên DMME’yê yên ji bo Ocalan (2), Kaytan, Gurban û Boltan ji sala 2014’an vir ve hatine rawestandin û got ku Komîteyê tenê piştî ku rêxistinên civaka sivîl Xala 9/2 pêşkêş kirin, ketiye nava tevgerê.
Rengîn Ergul got, “Komîteyê di sala 2015’an de doz xist bin ‘prosedûra dirêjkirî’ lê heta sala 2021’an nexist rojeva xwe. Ger demek berê hatibûya dayîn, îro me dikarîbû zextek pir xurttir li ser Tirkiyeyê bikira. Vê derengketinê hişt ku bibe sedem zext qels bibe.”
‘EGER GAV NEYÊN AVÊTIN CEZA DI ROJEVÊ DE NE’
Rengîn Ergul, di dawiyê de da zanîn ku eger Tirkiye piştî biryara navbeynê jî gavên şênber neavêje, dibe ku cezayên nû bikevin rojevê û wiha got, “Eger Tirkiye gavan neavêje û di vê rewşê de israr bike, dibe ku cezayên wekî prosedurek binpêkirinê, rawestandina mafên dengdanê piştî prosedurek binpêkirinê, an jî çavdêriya nêzîktir gengaz bin.”