Yek ji Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji rêveberên Akademiya Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û helwesta Kurdan a li hember êrîşan nêrînên xwe parve kirin.
‘ÊRIŞ LI HEMBERÎ TEVAHÎ GELÊ KURD E’
Egîd Efrîn anî ziman ku ev sê meh in li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya hêzên hegemon êrîş tên meşandin û got, “Ev plana li Parîsê hat çêkirin, bi taybet li hember Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li hember gelên Rojhilata Navîn bû. Her kesî ev êrîş cuda cuda şîrove dikirin. Digotin, ‘Sedema van êrîşan projeya xwişk û biratiya gelan bû. Lewma li dijî Kurdan rabûn û hinek herêm ji destê Kurdan derxistin. Her wiha li wan deveran hêzên PKK’ê û Qendîlê hene û ji ber vê êrîş dikin.’ Hinek kesên xwe weke siyasetmedarên Kurd bi nav dikin jî bi vî awayî dev diavêtin Rojavayê Kurdistanê.”
Egîd Efrîn bal kişand ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî û wiha domand, “Êrîş her diçin berfireh dibin. Di heman demê de li hember rayedarên Başûr jî êrîş hene. Mînak êrîşî mala birêz Nêçîrvan Barzanî kirin. Bi hinceta PKK û hêzên Qendîlê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Lê ma li Başûrê Kurdistanê çi heye ku êrîş dikin? Pêwîst e gelê Kurd û hêzên Kurdî vê fêm bikin. Ya rastî mesele gelê Kurd, destketiyên Kurdan û erdnîgariya Kurdistanê ye. Ango hebûna Kurdan û welatê wan hedef e.”
‘PROJEYA XWIŞK Û BIRATIYA GELAN RÊ LI BER KOMKUJIYAN GIRT’
Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî Egîd Efrîn destnîşan kir ku ev komployeke welê ye hewl didin di navbera gelan de şer û pevçûnan pêş bixin û wiha axivî, “Lê bi esasî hêzên hegemon li ser hesabên gelan êrîşî herêmê dikin û dagirkeriya xwe pêk tînin. Ya rastî ew e ku eger di navbera gelan de li ser esasê xwişk û biratiyê hevgirtineke xurt çêbiba wê îro ew fitne derneketiba holê. Dîsa eger ne ji şoreşa li ser esasê xwişk û biratiya gelan bûya wê li hember gelan komkujî pêk hatibana. Pêwîst e, em vê baş fêm bikin û zanibin. Ango ji ber li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê projeya xwişk û biratiya gelan hebû û ev proje xwedî bandor bû, komploger û planên wan vala derketin, neçûn serî. Ev komplo jî bi mudaxeleya Rêber Apo hat pûçkirin. Niha jî komploger dixwazin heman planê li Başûrê Kurdistanê dubare bikin.”
Egîd Efrîn di dewama axaftina xwe de behsa piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê ya ji gelê Rojavayê Kurdistanê re jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ez bawer im wê gelê Rojava bi heman rengî gelê me yê Başûr bi tenê nehêle. Gelê Rojava ev îspat kiriye jî. Sala 2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş dikirin şervanên YPG-YPJ’ê ji Şengalê heya Kerkuk û hwd. xaka Başûr parastin û ji bo vê gelek berdêlên mezin dan. Ji bo pûçkirina vê komployê divê di nav hemû hêzên Kurdî û çar parçeyên Kurdistanê hevgirtin û yekrêzî çêbibe. Ji bo parastina xaka Kurdistanê û gelê Kurd divê hêzeke Kurdî ya ji her çar parçeyên Kurdistanê were avakirin. Ev hêz divê ji aliyê siyasî û qanûnî ve jî were fermîkirin.”
‘BI NETEWEYA DEMOKRATÎK WÊ GEL BI AWAYEKÎ AZAD KARIBE BI HEV RE BIJÎ’
Gaziyê Egîd Efrîn da xuyakirin ku yekrêzî û hevgirtin divê ne tenê di pêvajoyên şer û êrîşan de pêk were û got, “Lewma weke me li jor jî diyar kir hewce ye tavilê hêzêke parastinê ya Kurdistanê bê avakirin. Bêguman ev wezîfe û berpirsiyarî jî li ser milên pêşeng, rewşenbîr, siyasetmedar û rayedarên Kurd in. Pêwîst e her kes xwedî li vê derkeve. Êrîşên îro li hember Kurdan pêk tên wê sibe li hember gelên din jî pêk werin. Keştiya Rojhilata Navîn yek e û hemû gel di wê keştiyê de ne. Eger ew keştî ji tofanê were parastin û li cihekî saxlem were sekinandin wê hemû gel rizgar bibin. Eger ew keştî noqî avê bibe wê hemû gel bifetisin. Bi neteweya demokratîk re wê gel bi awayekî azad karibin pêkve bijîn.”
Egîd Efrîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Li ser vî esasî rizgarî û azadiya gelan pêşxistina paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye. Ev paradîgma li hember hişmendiya dewleta netewe ye ya îro li Rojhilata Navîn bûye sedema krîz û pirsgirêkên mezin, rêya azadiyê ye. Ji bo Kurd karibin xwe biparêzin, li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu û bi awayekî azad bi gelên din re bijîn divê neteweya demokratîk a Rêbertî esas bigirin û bi yekîtiya xwe ber bi rojên azad ve biçin. Aqil, tecrûbe û kabiliyeta Kurdan ji hemû plan, komplo û projeyên xêrnexwaz mezintir e.”

