Helbestvan û nivîskarê ‘Konê Reş’ Kemal Necîm anî ziman ku wefata helbestvan Ehmed Huseynî ji bo wêjeya Kurdî windahiyek mezin bû û got, “Ew kesek wiha bû ku di navbera nifşan de pirek ava kir û wêjeya Kurdî ya nûjen derbasî demên nû kir. Tenê wekî kesayetiyek girîng di wêjeya Kurdî de wesfkirina wî, dê kêm be. Piştî salên 1980’’an, ew bû yek ji pêşengên ku bi helbestê jiya û nivîsand. Wî êş, jiyan û hêviyên gelê Kurd anî ziman.
Wî bi gotin, helbest û berhemên xwe yên cihêreng xwe wekî helbestvan û rewşenbîrekî diyar kir. Huseynî helbestvanekî girîng bû ku ne tenê li Rojava, li seranserê Kurdistanê jî dihat nasîn, xemgînî, kêfxweşî û berxwedana gelê xwe nîşan dida. Li gorî rastiya Kurdistanê berhemên xwe amade dikir, helbest dinivîsand û xwedî kesayetek afrîner bû. Wî bi salan li dijî zehmetiyên ku di warên ziman, çand û wêjeyê de pê re rû bi rû ma re têkoşiya.”
JI BO NIFŞÊN NÛ MÎRATEYEK BERFIREH HIŞT
Helbestvan Kemal Necîm, behsa kesayet û jiyana helbestvanê mezin Ehmed Huseyîn kir û ev tişt gotin, “Îro, bi hezaran Kurd li Rojava û deverên din ên Kurdistanê divê mîrata Ehmed Huseynî wekî rênîşanderek esas bigire û tevlîbûneke xurttir di wêjeyê de bike.
Însanekî wisa bû ku di dîroka Kurdan û sedsala dawîn de di edebiyata Kurdî de hewl û kedên mezin dabûn û nirx diafirandin. Hevalek bû. Hevrêyek bû. Helbestvanek bû. Zarokek û jinek bû. Ehmed Huseynî hinekî agir, hinekî şev, hinekî berxwedan û hinekî jî çalakî bû. Hemû însanên ku li ser kokên xwe û nirxên xwe dest bi rêwitiyê dikin, hêja û bi qîmet in. Dibe ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Di bîra me de wê tim zindî be. Wefata Ehmed Huseynî her çend me xemgîn kiribe jî em ê xeyal û hêviyên w pêk bînin û li ser rêya wî bimeşin. Em ê dîsa hez, jiyan, têkoşîn, berxwedan û dîroka gelê xwe biparêzin û rêwitiya xwe bidomînin.
JIYANA HUSEYNÎ HELBESTKÎ BÛ
Helbestvan Kemal Necîm bal kişand ser helbestkîbûna jiyana Ehmed Huseynî û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî salên 1990’î di eebiyata Kurdî û çapemeniyê de bi xebatên mezin li ser çand, helbest û edebiyata Kurdî xebitî. Di dema ku li ser gelê Kurd, civaka Kurd qedexe û zext zêde bûn de li Rojava di nava hewldanên pir mezin de bû. Li ser ekranên Roj TV, Med TV û Ronahî TV’yê bernameyên helbestkî çêkirin. Tim û tim dianî ziman ku hebûn û dîroka gelekî li ser kîjan nirxan bi rê ve diçin. Ehmed Huseynî helbestvan bû; Huseynî li gel başî, xweşbînî, di navbera gel û civakê de têkiliyek ava kiribû.’’
PIŞTÎ AMEDÊ WÊ CENAZEYÎ BIŞÎNIN ROJAVA
Wê cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku di 10’ê Adarê de li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, bînin Amedê û piştî merasîma li Amedê ku wê di 27’ê Adarê de roja Înê were lidarxistin wê cenazeyî bişînin Rojava. Ji bo Huseynî wê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê di saet 11.00’an de merasîm were lidarxistin.

