Parlamenterê Partiya DEVA’yê û endamê Komîsyona Çareseriyê Mehmet Emin Ekmen, raporên partiyan ên li ser çareseriya pirsgrêka Kurd ku di meclîsê de hatine amadekirin û têkiliyên di çarçoveya xebatên komîsyonê de hatine meşandin nirxand; pirsên ANF’ê yên derbarê çarçoveya siyasî ya pêvajoyê, rola Meclîsê, bendewariyên dema piştî bêçekkirinê û daxwazên hiqûq, edalet û demokrasiyê bersivand.
Hemû partiyên ku di meclîsê de koma wan heye, derbarê çareseriya pirsgrêka Kurd rapor pêşkêş kirin. Gava ev rapor bi hev re werin xwendin, gelo di meclîsê de perspektîfeke çareseriyê ya hevpar pêk hat, yan jî li gorî we partiyan pozîsyonên xwe yên siyasî qayîm kirin?
Dema raporên hemû partiyan bi hev re werin nirxandin, mirov dikare bibîne ku piştgiriya ji bo pêvajoyê bi giştî berdewam dike. Eşkere ye ku di mijarên hiquq, edalet û azadiyê de yên ku pêkan e di dawiya pêvajoyê de werin rojevê, cudahiyên berbiçav hene. Ev rewş bi rastî ne nû ye. Gava kevneşopiyên siyasî yên ji nîv sedsalî zêdetir werin fikirîn, ne ji MHP’ê, ne ji AK Partiyê û ne jî ji DEM Partiyê nayê hêvîkirin ku ji ber ku pêvajoyek wisa dest pê kiriye, dest ji îdîayên xwe yên siyasî berdin. Ev rê, ne bangawaziyeke ku tu aktorî vedixwîne terkkirina pozîsyona xwe ya siyasî, ne jî divê pozîsyonên siyasî nîqaşê bixin ser bingeha rê bixwe.
Berovajî vê, ev pêvajo bang li her kesî dike ku çekan li derve bihêlin, ji fobiya parçebûnê rizgar bibin, ji fikarên paşerojê dûr bikevin û li ser zemîna hiqûq, siyaset û demokrasiyê nirxan biafirînin. Ez vegerim ser pirsê; erê, partî li ser pozîsyonên xwe yên siyasî bi pêş ketine û pozîsyonên xwe qeyd kirine. Her wiha, aliyên van celeb belge û pozîsyonên fermî yên ku bêtir bingeha xwe hildidin navendê hene. Me di gelek xalan de ditiye ku nermbûna di muzakereyan de derbasî pêşiya hişkiya di metnan de bûye.
Her çend di navbera partiyan de cudahiyên nêzîkatî û tonê hebin jî, derbarê hewcedariya bi rêziknameyeke zagonî ya nû ji bo pêvajoyê û derbarê ku piştî bêçekkirinê em ê di qadên hiquq, edalet, demokrasî û reformên avanî de bikevin serdemeke nû, pejirandinek giştî û zemînekî hevpar çêbûye. Ji vê aliyê ve, em îro li gorî duh di xaleke çêtir de ne.
Di xebatên komîsyonê de em di navbera nêzîkatiyên ewlehî-navendî û pêşniyarên çareseriyê yên li ser bingeha hiqûq û demokrasiyê de cudahiyên cidî dibînin. Li gorî we di navbera van her du nêzîkatiyan de hevsengiyek çawa dikare were avakirin?
Dema em li ragihandina giştî ya pêvajoyê dinêrin, ji bo dewlet û partiyên tîfakê di xala ‘ku ev ne pêvajoyek bazarê ye’ de tekeziyek zelal heye. Ji bo Ocalan jî, bêtirî pêvajoyeke ku pirsgrêkên siyasî çareser bike û pakêteke çareseriyê dihewîne, tekeziya ‘parastina îdîaya siyasî, destberdana ji têkoşîna çekdarî û entegrasyona li zemîna siyasî ya demokratîk’ heye.
Ji ber vê yekê; mirov dikare bibêje ku ev hewldan, ji pêvajoyeke ku pirsgrêkên 102 salan çareser dike û pakêteke mezin a demokratîkbûnê dihewîne bêtir, pêvajoyeke ku rê dide veguherîna rêbazî û di heman demê de ya avaniya PKK’ê. Bi vê aliyê ve; em dikarin tercîhên di mijara neaxaftina pirsên hiqûq, edalet, demokrasî û azadiyê di nav pêvajoyê de fêm bikin.
Nêrîna me ev e ku, ne tenê derbarê Kurdan, hemû gavên ku divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê werin avêtin, bêyî ku ji pêvajoyên wekî vê re bibin dîl, divê bi rêya naskirin û qebûlkirinê werin avêtin. Lê belê, me hewl da ku em vê îdîaya xwe ya siyasî nekin mijara nîqaşê ku piştgiriya me ya ji bo pêvajoyê kêm bike û me hewl da ku ji afirandina stresê li ser pêvajoyê dûr bisekinin.
Hêvî dikim piştî ku vegera malê temam bû, di serî de ew gavên ku ji ber tirsa parçebûnê ya ku birêz Erdogan, Bahçeli û gelek aktorên din pir caran referans didinê nehatine avêtin, di qada hiquq, edalet û demokrasiyê de hinek gav werin avêtin. Têkilî û mekanîzmayên wergirtina agahiyan ên di çarçoveya pêvajoyê de hatine meşandin, perspektîfek çawa da xebatên komîsyonê?
Hûn nîşandana van têkiliyan di nîqaşên çareseriyê yên meclîsê de çawa dinirxînin?
Me pêşniyar û agahdarkirinên wezîran û Serokê Teşkilata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) guhdar kirin. Her wiha, me ji agahiyên kesên ku di saziyên civakî yên sivîl de dixebitin, xebatkarên navendên lêkolînê û akademîsyenan sûd wergirt.
Bi giştî di 19 civînan de 58 rûniştin pêk hatin, bernameyeke hevdîtinê ya 86 saetan derket holê û bi guhdarkirina 135 kesan 4 hezar û 139 rûpel tutanak hatin girtin. Bêguman ev hemû xebat tevkariyên girîng li xebatên komîsyonê kirin. Guhdarkirinên ji civaka sivîl pir bikêrhatî bûn û xwedî perspektîfeke berfireh bûn. Pêkan e mirov bibêje ku agahdarkirinên Serokê MÎT’ê jî jidil û têrker bûn.
Yek ji rexneyên herî girîng a pêvajoya berê ya ji bo çareseriya ew bû ku pêvajo li ser zemînekê hiqûqî û saziyê nehate rûnişkandin. Gelo îro di rewşa heyî de Meclîs xwedî wê kapasîteyê ye ku baweriyeke wiha bide?
Me jî timî ji bo zemînê hiqûqî îşaret bi Meclîsê kiribû. Xala ku herî zêde em bi hevkarên tifaqê re li hev nakin, ev e. Hevkarên tifaqê dibêjin, piştî mekanîzmaya li ser fesix û tasfiyeyê divê sererastkirina qanûnî were kirin. Em vê fikrê rast nabînin.
Li gorî me tişta divê were tespîtkirin, îradeya Ocalan û rêxistinê ye. Vê îradeyê di 27’ê Sibatê û 12’ê Gulanê de xwe nîşan da. Lewma divê sererastkirina qanûnî were kirin û endamên rêxistinê bên vexwendina statuya hiqûqî ya nû. Lê ev yek pêk nehat.
Em di ferqê de ne ku hin gav dereng mane. Em hêvî dikin ku di pêvajoyên piştre de Meclîs bibe nuqteya odak.
Gelo raporên hatine amadekirin û xebatên komîsyonê, li gorî bendewariyên civaka Kurd e? Hûn mesafeyekê di navbera tiştên li Meclîsê tên axaftin û daxwazên li qadê de dibînin?
Divê were qebûlkirin ku civaka Kurd tişta ji vê pêvajoyê hêvî dike, çareseriya meseleya Kurd e. Pêvajoya ku tê meşandin, bi gotina rehmetî Sirri Sureyya Onder ‘pêvajoya aştiyê ye, ne ya çareseriyê’. Yanî têkoşîna çekdarî wê bi dawî bibe, wê li qada siyasî û demokratîk têkoşîn bidome. Dewlet jî mîna gelek pirsgirêkan, wê têkildarî pirsgirêka Kurd jî gavan bavêje.
Şûna ku em îradeya aliyan lêpirsîn bikin, divê demildest weke çêker û sazîbûn dawî li têkoşîna çekdarî were û piştre em derbasî zemînê nîqaşên hiqûq, edalet, demokrasî û azadiyê bibin.
Kesên ku ji vê mekanîzmayê nerazî ne, dikarin van tiştan bifikirin: Ji sala 2015’an û vir ve ku pêvajoya aştiyê hatibû têk birin, di deh salên dawî de tenê 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirinan a di nava civakê de ser 50 hezar e. Di nava deh salan de 10 hezar û di nava 50 salan de 50 hezar mirin. Têkoşînek siyasî ku kuştin tê de nebe, ji bo civakê destketiyek mezin e.
Bi rewşa heyî re hûn îhtîmala aştiyek mayînde ya li Tirkiyeyê çiqas xurt dibînin. Astengiya herî mezin a li pêşiya serketin û têkçûna pêvajoyê çi ne?
Dema ku em behsa çareseriyek mayînde an aştiyek mayînde dikin, dibe ku her kes wê bi heman rengî fêm neke. Li vir, Kurd hewce ne ku hêviyên xwe di astek maqûltir de bihêlin. Komara 102 salî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan û “welatiyên qebûlkirî” jî têra xwe demokratîk nîne. Beşên mezin ên civakê ne azad û ne jî razî ne.
Ne rast e ku mirov hêvî bike ku pirsgirêkek ku ewqas demdirêj hatiye paşxistin di pakêtan de di nav sê an şeş mehan de were çareser kirin. Ya ku bi rastî girîng e ev e ku mirov li ser têkoşîna siyasî û demokratîk bisekine. Divê Kurd ne tenê ji bo pirsgirêkên xwe, di heman demê de ji bo hemû pirsgirêkên demokratîkbûnê yên welêt, ji bo têkoşînek demdirêj amade bin.
Divê mirov hêvî neke ku kes ji nişka ve maf an jî qenciyan bide wan. Lê têkoşînek bêyî mirin û kuştinê bi serê xwe serketina herî mezin e. Divê Kurd baweriya xwe bi enerjiya xwe, hêza xwe ya berhevkirî û biryardariya xwe ya têkoşînê bînin.

