Fûara pirtûkan a 9’emîn a TUYAP’ê bi dawî bû ku hefteya derbasbûyî li Amedê hate lidarxistin. Li Fûarê ku ji ber krîza aboriyê hem firotina pirtûkan hem jî eleqeya ji bo wan kêm bû, rêjeya tevlîbûnê li gorî dema derbasbûyî gelekî kêm bû. Li fûarê ku hem weşanxane hem jî xwendevan jê ne xweş bûn, eleqeya ji bo pirtûkên bi Kurdî û zaravayê Kirmanckî kêm bû. Xwediyên weşanxaneyan anîn ziman ku xwendevanên pirtûkên Kurdî hene lê belê hejmara wan zêde nebûye, ji bo xwendîderketina li zimanê dayikê bang kirin û gotin, “Bixwînin, biaxivin û binivîsînin.”
‘WEŞXANGERIYA KURD DIVÊ BI PÊŞ BIKEVE’
Nivîskarê kovara Vate ya bi Kirmanckî Omer Barasî anî ziman ku eleqeya kêm a ji bo pirtûkên Kurdî pirsgirêkeke cidî ye. Barasî got, “Ez gelekî li ber dikevim, lê mirovên me zêde bala xwe nadin ser pirtûkên bi Kurdî. Ev rewş li pêşiya weşangeriya Kurdî astengiyeke cidî ye. Divê mirovên me xwedî li zimanê xwe derkeve, ji ber ku nivîskar û weşanger kedê û demê didin pirtûkan ji bo amade bikin. Lewma divê gelê me jî eleqeyê nîşanî pirtûkan bide, ku weşangeriya Kurdî karibe bi pêş ve biçe.”
Barasî diyar kir ku sazî jî divê piştgiriyê bidin weşanxaneyên Kurd û got, “Bila bên xwedî li weşanxaneyan derkevin, piştgiriya wan bikin. Saziyên me jî divê li pişt weşanxaneyên me bisekinin, ku pêşî li weşangeriya Kurdî vebe.”
Koordînatorê Giştî yê Weşanên Dara û Pirtukakurdi Bawer Başev jî işaret bi statuya Kurdî kir û destnîşan kir ku ji bo ziman divê hîn bêhtir hewl bê dayin. Başev got, “Ji bo statuya Kurdî divê em bixebitin û têbikoşin. Nêzî 25 sal in ez vî karî dikim. Xwendevanên Kurd hene lê belê ev hejmar ne zêde dibe ne jî kêm dibe. Di dema pêvajoya çareseriyê de eleqeya her kesî ji bo pirtûkan zêde bûbû. Ev eleqe divê jinûve geş bibe.”
‘TÊRÊ NAKE KU TENÊ HIN MIROV BIKIRIN Û BIXWÎNIN’
Başev anî ziman ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî û got, “Beriya her tiştî divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî û bigihêje statuya fermî. Ji bo vê jî çi ji destê kê bê divê bike. Têrê nake ku tenê hin mirov pirtûkan bixwînin. Xwendin, nivîsandin û axaftin divê bê zêdekirin, girîng e em vê yekê li derdora xwe belav bikin. Divê em zarokên xwe bi Kurdî bidin xwendin û axaftin. Dema ku ev têgihiştin hate afirandin wê hingî eleqeya ji bo pirtûkan, eleqeya ji bo Kurdî zêde bibe.”
‘HEWLDAN DIVÊ’
Zîn Jînda a 18 salî ku xwendevaneke pirtûkên Kurdî ye, diyar kir ku li gel temenê xwe yê ciwan ew pirtûkên bi Kurdî dişopîne û hewl dide xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkeve. Jînda bi vî rengî axivî: “Pirtûkên bi Kurdî mixabin bi qasî pirtûkên bi Tirkî nayên xwendin. Mirov ji bo xwedîderketina li zimanê xwe yê dayikê bangê dikin, lê belê ne pirtûkan dikirin ne jî bi zarokên xwe bi Kurdî diaxivin. Ez her sal pirtûkên Kurdî dikirim û dixwînim. Îro jî hatime vê derê ji bo pirtûka zarokan bikirim; ez ê ji biraziyê xwe re bixwînim.”
Xwendevana ciwan işaret bi hişmendiya zimanê dayikê kir û got, “Beriya her tiştî mirovên ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikeve û vê bi pêş ve dibe, di nava jiyana xwe de hîn serketî dibe. Ji bo pêşvebirina xwe divê mirov destêkê zimanê xwe yê dayikê hîn bibe û pê bixwîne. Em bi vê têgihiştinê dikarin polîtîkayên asîmîlasyonê pûç bikin.”

