Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku 25 salan li pey xwe hişt û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn ji aliyê beşên cuda yên civakî ve jî berdewam dikin. Yek ji çalakiyên ku di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de destpê kir, meşa dirêj a ku enternasyonalîst ji bajarê Basel ê Swîsreyê heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê di navbera 11-15’ê Sibatê de hate lidarxistin bû.
Nêzî 200 enternasyonalîstên ji 13 welatên cuda beşdarî vê meşê bûn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tevî hemû cudahiyên wan jî, faktora bingehîn a ku di vê meşê de ew kirin yek, siberoja xwe di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîtin bû.
Yek ji beşdarên vê meşê aktîvîstê Fransî Elio Marseille, li ser meşa dirêj a ku organîze kirin û paradîgmayê Abdullah Ocalan a ku ji bo xwe girîng dibînin, ji ANF’ê re nirxandin kir.
‘DEMA KU MIN OCALAN XWEND, MIN BIRYAR DA KU EZ ÇI DIXWAZIM’
Elîo Marseille, anî ziman ku wî tevgera azadiya Kurdan bi Şoreşa Rojava re naskiriye û wiha qala rêveçûna vê pêvajoyê kir, “Pêşî min berxwedana Kobanê û tevgera Kurd bihîst. Di wê demê de li her derê qala berxwedana li wir dihat kirin. Bi vî awayî hêdî hêdî Kurd û têkoşîna wan balê min kêşand. Piştre birayê min pirtûka şîn a biçûk a Konfederalîzma Demokratîk ya Abdullah Ocalan da min. Min ew xwend û bi rastî jî min ji xwe ra got, ez civaka sibe û siberojê bi vî awayî xeyal dikim. Ev pirtûka Ocalan ji bo min bû çavkaniyeke mezin a îlhamê.”
‘OCALAN TEORÎZANÊ HERÎ GIRÎNG A SIYASÎ YA SEDSALÊ YE’
Elio Marseille, Abdullah Ocalan mîna teorîzanê herî girîng ê sedsala me bi nav kir û wiha axivî, “Ez difikirim ku paradîgmayê Abdullah Ocalan teoriyên berê derbas kiriye û pir dewlemend dike. Abdullah Ocalan di teoriyên xwe de çandên berxwedanê di dîrokê de çawa pêk hatine gelek baş digire dest û yên nû li ser zêde dike.
Di paradîgmayên Abdullah Ocalan de û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de yek ji mijarên herî girîng, pêkanîna yekîtiya pirrengiyê ye. Lê netewe dewlet an jî sîstemên serdestiyê, her tim me hîn kirine ku pirrengî di nava civakan de kaosê diafirînin. Em di pergala heyê de, nikarin di nava pirrengiyê de bi hev re bijîn. Lê belê paradîgmaya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, berovajî vê yekê dibêje û pêşniyar dike. Em bi hev re dikarin jiyana azad pêş bixin û bi vî awayî di pirrengiyê de yekîtiyekê ava bikin.
Ez di wê baweriyê de me ku azadiya Ocalan wê bibe sedem ku fikrên nû hilbere. Eger Abdullah Ocalan îro azad bûya, dikarîbû ji bo Kurdistanê, ji bo welatên din ên cîhanê yan jî ji bo mirovên li her cihî tevkarî li avakirina jiyaneke nû ya azad bikira.”
‘YA KU ME TÎNE CEM HEV BAWERIYA ME YA BI ÎDEOLOJIYEKE HEVPAR E’
Aktîvîst Elio Marseille diyar kir ku, armanca meşa enternasyonalîstan a Basel-Strasboûrgê ku di navbera 11-15’ê Sibatê de hate lidarxistin “bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e” û hêza ku 200 enternasyonalîstên ji 13 welatên cuda ji bo azadiya Ocalan li hev civand, bi vî rengî pênase kir: “Hêza ku me digihîne hev; ez dikarim bêjim ku baweriya me bi îdeolojiyeke hevpar, sosyalîzm û di heman demê de hesreta jiyana azad e.
Ji ber vê yekê em ê bi dest bidin destê hev û bimeşin da ku nîşan bidin em çiqasî dikarin pêş ve biçin û heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê bimeşin. Tu tişt nikare me rawestîne.”
‘FIKRÊN OCALAN ÊDÎ BELAVÎ HEMÛ CÎHANÊ DIBE’
Aktivîst Elîo Marseîlle tecrîda Îmraliyê weke bêhiqûqî pênase kir û got: “Beriya her tiştî ev tecrîd derqanûnî û bêhiqûqî ye. Gelek rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ev tecrîd derqanûnî ye û şermezar kirin. Ji tecrîdê wêdetir, girtîbûna Abdullah Ocalan derqanûnî ye. Tevî vê jî ev sê sal in agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk li Îmraliyê tecrîdê pêk tîne, ji ber ku ditirse ku Ocalan li çar aliyên cîhanê bi mirovan re bikeve têkîliyê.
Her çendî ku Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîdkirin jî, fikrên wî êdî Îmralî û sînor derbas kirin. Êdî fikrek li pêşberî me heye ku belavî hemû cîhanê dibe. Azadiya Ocalan, ne tenê azadiya Kurdistan û Kurdan e, di heman demê de tê wateya azadiya hemû bindest û cîhanê.”
‘EWROPA HEVKARÊ SÛC E’
Elîo Marseîlle destnîşan kir ku Ewropa di tecrîda Îmraliyê de hevkarê sûc e û ev tişt got: “Ji bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê wêdetir, ez bawer dikim ku di vê tecrîdê de hevkarê sûc e. Ewropa hevkarê sûcên ku li hemberî Abdullah Ocalan û gelê Kurd hatî kirin e.
Rêxistinên cur be cur ên mîna CPT ji rewşa Abdullah Ocalan hatine agahdarkirin. Lê hesabê şert û mercên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, ne dan gelê Kurd ne jî hemû cîhanê. Dewletên Ewropayê hem tiştên li Îmraliyê diqewimin ji nedîtî ve tên, hem jî hevkarên sûc ên tecrîdê ne.”
‘TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALÎST JI GELEK PIRSGIRÊKAN RE BERSIV E’
Elîo Marseîlle qala girîngiya têkoşîna enternasyonalîst kir û wiha bilêv kir: “Îro dema krîza nasname û sînoran dibe mijara gotinê, ez bawer dikim ku enternasyonalîzm bersivekê pêşkêşî gelek pirsgirêkan dike. Mirovên ku nasnameyên wan jê hatine standin, êdî ne di ferqê de ne ka kî/ê ne. Enternasyonalîzm di heman demê de qebûl dike ku her tişt bi hev ve girêdayî ye, têkoşînên me bi hev ve girêdayî ne û weke mirov em hemû bi hev ve girêdayî ne. Di esasê xwe de di navbera mirovan de ti cudahî nîne. Lê sîstemên di roja me de hewl didin destnîşan bikin ku ev cudahî krîzek e. Lê enternasyonalîzm vîzyona cîhaneke cuda pêşniyar dike. Enternasyonalîzm derdixe pêş ku divê mirov bi sînor û zimanan ji hev neyê cudakirin, divê weke tevahiyek bê fikirîn.
Îro ji bo azadiya Ocalan em hatine ba hev û em bi zimanên cuda diaxivin, carna dibe di nava heman rojê de em bi 3 ziman yan jî 4 hetta 5 zimanan jî diaxivin. Enternasyonalîzm van cudahiyan li ba hev digire.”