În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em agirê azadiyê yê fermandar Egîd her roj hîn mezin dikin’
Kurdistan

‘Em agirê azadiyê yê fermandar Egîd her roj hîn mezin dikin’

Gerîlayan diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guhertiye û got, agirê azadiyê yê ku fermandar Egîd dada, her roj tê mezinkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Kurtay Dîrok û gerîlayê HPG’ê Dilgeş Botan bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn.

VÎNA KURDAN HATIBÛ ŞIKANDIN

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Kurtay Dîrok di despêka axaftina xwe de vê rojê pîroz kir û wiha got; “Em 15’ê Tebaxê di serî de li mîmarê mezin ê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Li tevahî hevalên ku îro di çeperên şer de ne û tevahî gelê xwe yê welatparêz vê rojê pîroz dikin. Li serê çiyayan 15’ê Tebaxê pîroz kirin wateya wê ji bo me pir cûda ye. 15’ê Tebaxê ji bo tevahî gelê me bû cihekî ser bilindiyê û bû cihekî hêviyê.”

Di berdewamiyê de gerîla Avaşîn bal kişand ser zûrifên derketina 15’ê Tebaxê û wiha domand; ‘’ Beriya pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê rewşekî ku vîna gelê Kurd pêk hatibû şikenandin hebû. Ji Agirî, heta Amed û Dersimê gelê Kurd bi qirkeriyeke pir dijwar ve rû be rû mabû. Ti zîrûfekî ku gelê Kurd serê xwe rake ango vîna xwe deyne holê nemabû. Lê derketina PKK’ê, berxwedana zindanan ev rewş guherand. Ev ji bo giştî gelê azadîxwaz bû vejînekî nû. Her wiha di pêşengtiya heval Agîd de qonaxeke nû hat despêkirin.”

TEKNÎKA SERDEMÊ DI BIN LINGAN DE YE

Gerîlaya YJA Starê şerê niha li çeperan tê meşandin jî nirxand û wiha bi lêv kir; ‘’ Îro jî li çiyayên Kurdistanê di pêşengtiya gerîlayên azadiyê de ev qonax berdewam dike. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi derbên giran ve dagirkeriyê pûç dikin. Bi rihê heval Agîd ve qonaxên nû didin despêkirin. Çalakiyên ku zivistanê di bin mercên herî giran de hatin kirin dîsa çalakiyên hewayî yên Şehîd Delal Amed û Axîn Mûş jî di şerê me yê li hember dagirkeriyê bûn despêkeke nû.”

Gerîla Avaşîn ketina teknîka serdemê jî nirxand û wiha pêde çû; “Guleya yekemîn pir biwate ye. Ew gule li hember zihniyeta faşîst ya dewleta Tirk hat avêtin. Heman gule îro jî di pêşengtiya gerîlayên YJA Star û HPG’ê de rojane li mêjiyê dagirkeriyê dikeve. Rojane drone, SÎHA û ÎHA’yên artêşa dagirker tên xistin. Ev hemû jî berdewamiya 15’ê Tebaxê ne. Em bi rihê 15’ê Tebaxê şer û têkoşîna xwe didin meşandin. Heval Sara û Rûken, heval Erdal û Rojhat van hevalan bi vê rihê ve di navenda dagirkeriyê de li dagirkeriyê dan. Hevalên me bi rihê 15’ê Tebaxê ve mêjiyê dewleta Tirk, mêjiyê NATO’yê hilweşandin. Me ev rih ji 15’ê Tebaxê girtiye. Divê ev ji gelê me bibe moralekî mezin bikin.” 

TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê  DI ENCAMA ŞERÊ GERÎLA DE BI BINKET

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Botan jî Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbertî, gel û hemû hevalên di çeperan de ne pîroz kir û ev tişt anî ziman; “Berxwedaneke dîrokî li çiyayên Kurdistanê heye. Ev şer li ser hebûn û tinebûna gelê Kurd dimeşe. Em bawerin ku em ê di v şerî de serkeftinê bi dest bixin. Em rojane derbên giran li dijmin didin. Em jî coş û moralekî mezin dide gelê me.” 

Gerîla Dilgeş encamên şer û çalakiyên gerîla jî nirxand û wiha got; “8’ê Adarê wiha jî hat pêşwazîkirin. Di 21’ê Adarê de mizgîniya ketina balafirên keşfê hat dayîn. Bandora balafirên keşfê li Kurdistanê roj bi roj kêm dibe. Ev li ser gelê me jî yekser encam da. Ji xwe pêşwaziya bi coş ya 21’ê Adarê û pêve girêdayî binkeftina tifaqa faşîst a AKP-MHP bi vê serkeftinê ve girêdayî bû. Ji bo vê jî nikaribûn tiştekî bikin.” 

KURD ÊDÎ LEŞKERÊ XWE NE

Gerîla Dilgeş axaftina xwe bi baweriyeke mezin wiha bi dawî kir; ‘’Artêşa dagirker li hember şerê gerîla hemû teknîka xwe xistin dewrê. Lê em li hember vê berxwedaneke pir mezin didin meşandin. Ev şer wê bi ser bikeve. Ji ber ev şer bi rihê heval Egîd ve pêş dikeve. Heval Egîd agirê azadiyê pêxist, em jî rojane vê agirê mezin dikin. Heval Egîd çarenûsa gelê Kurd guhert. Dijmin digot; ‘Kurd nikarin leşkertî bikin, nikarin çek rakin’. Lê bi Pêngava 15’ê Tebaxê ve ev feraset û zîhniyeta dewleta faşîst a Tirk têk çû. Niha jî çalakiyên yekîneyên Axîn Muş û Dogan Zinar hene. Ev jî di asta 15’ê Tebaxê de encam didin avakirin. Em ê siya dagirkeriya Tirk jî li ser axên xwe nehêlin û heta dawî şer û têkoşîna xwe mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re KONGRA-GEL: Sala 41’ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kerkûkê pêşangeha ‘Keçeke Wênesaz’ hat vekirin

Li Kerkûkê, bi sernavê “Keçeke Wênesaz” ji bo keçên hunermend û wênesaz ên bajêr pêşangehek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin

Li bajarê Kobanê ya Kantona Firatê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîmeke bi heybet hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Kobanê komkujî kir

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Di êrîşa nîvê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?