Yekşem, 21 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Em dixwazin ku Rêberê me berdin’
Rojane

‘Em dixwazin ku Rêberê me berdin’

Malbata şehîd Karker Masîro qala têkoşîn û armancên wî kir, ji bo aştiyê bang kir û got, "Bila Rêberê me berdin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de girîngî cihê şehîdan her tim cuda ye. Pênaseya şehîdan her tim xwedî cihekî girîng e, hurmeta li şehîdan jî timî girîng e.

Di nava dîroka têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de zêdeyî deh hezaran şehîd hatin dayin. Berxwedana gelê Kurd a li hemberî êrîşên qirkirinê bi saya şehîdan gihîşt vê astê. Yek ji van şehÎdan jî Karker Masîro bû. Karker Masîro di sala 2005’an de di dema pêvajoya berxwedanê ya xwerêveberiyê de tevlî nava refên gerîla bû û sala 2019’an li Mêrdînê şehîd bû.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî Karker Masîro (Halîl Erdem) de ji bo Masîro got, “Hevrê Karker ku samîmiyeta dilê wî û hezkirina wî li rûyê wî xuya dikir, milîtanekî şoreşger ê rasteqîn bû. 24 saetan xwe perwerde dikir, wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih anî.”

Xwişka Karker Masîro Gûrbet Taş qala birayê xwe kir û got, “Zilma li ser welatê me qebûl nekir.”
Gûrbet Taş ji ANF’ê re qala birayê xwe û armancên wî kir.

‘HEVALÊ KARKER ZILMA LI SER WELATÊ ME QEBÛL NEKIR’

Gûrbet Taş anî ziman ku ew ji gundê Selhê yê navçeya Mîdyat a Mêrdînê ne û got, “Hevalê Karker yekî leheng bû. Gelekî xebatkar bû. Di dema xendekan de got, ez zilma li ser welatê me qebûl nakim. Çû, tevlî xendekên xwerêveberiyê bû. Heta roja dawî li wê derê bi wan re ma. Piştre jî tevlî bû û nexwest vegere. Piştî ku 6 salan li wir ma, li gundê Stewrê yê Omerlî şehîd bû.”

‘DEMA KU EM DIÇIN CIHEKÎ NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN’

Gûrbet Taş qala bendewariya xwe ji pêvajo nû re kir ku bi banga Rêber Apo destpê kir û anî ziman ku ew aştiyê dixwazin. Gûrbet Taş got, “Wellehî miletê me, me gelek berdêl dan. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin li vî welatî çi mafê wan hebe, yê me jî hebe. Destpêkê qala aştiyê dikin. Piştî du rojan jî weke ku aştiyê naxwazin dikevin nava hewldanan. Em hemû aştiyê dixwazin. Em gelek zehmetiyan dikişînin. Dema ku diçin cihekî nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Zext li me tê kirin ku em bi Tirkî biaxivin. Em nizanin zêde bi Tirkî biaxivin. Ew jî bi zora me diçe. 20 sal in em li vê derê ne. Eger karek li welatê me hemûya em ê lê vegeriyan.”

‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN LÊ BELÊ DEST JI ZIMANÊ XWE BERNADIN’

Gûrbet Taş destnîşan kir ku ew xweranegirtina li Kurdî ya li komîsyonê qebûl nakin û got, “Wellehî em dest ji zimanê xwe bernadin. Me çi kiribe me ji bo zimanê xwe kiriye. Çi dibe bila bibe em dest ji zimanê xwe bernadin. Nehiştin dayikên me yên aştiyê bi zimanê xwe biaxivin, vê yekê em gelekî êşand. Çi bibêjim, çawa bibêjim, em dest ji zimanê xwe bernadin, em dixwazin girtiyên li girtîgehan bêne berdan. Em dixwazin ku Rêberê me berdin. Bila Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag berdin. Bila hemûyan berdin. Belê, em aştiyê dixwazin. Em dest ji zimanê xwe bernadin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Hevalê Riza hem fermandar, hem mamoste hem jî hevrêyê min bû’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên YJA Starê: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan: Bi vê destûra bingehîn Tirkiye nikare ber bi siberojê ve bimeşe

Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan diyar kir ku nepêkane bi destûra bingehîn a darbekaran civak bibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Iraqê otobusa ku heciyan dibir qeza kir

Li başûrê Iraqê di encamê qezayê trafîkê ku pêkhatî de 7 heciyên Şîî jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Awûstralya pîştî êrîşê wê çekên li piyaseyê bikire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?