Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ê hesabê her kêliyeke dîlgirtina Rêbertî ji dagirkeriyê bixwazin’
Kurdistan

‘Em ê hesabê her kêliyeke dîlgirtina Rêbertî ji dagirkeriyê bixwazin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku civak hebûna xwe di hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne û gotin, “Em ê hesabê her kêliyeke dîlgirtina Rêbertî ji dagirkeriyê bixwazin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Ji ber salvegera 25’an a komploya navneteweyî, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, komek ji gerîlayên HPG û YJA Starê di bernameyeke taybet a Stêrk TV’yê de axivîn û asta komployê nirxandin. Gerîlayan her wiha bi vîn û azweriyeke mezin biryardariya xwe ya bilindkirina têkoşînê û têkbirina komployê anîn ziman. 

‘RÊBER APO BI FIKIR Û PÊŞBÎNIYÊN XWE KOMPLO VALA DERXIST’

Nirxandinên gerîla yên di bernameyê de bi vî rengî ne: “Beriya 25 salan derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê bi mebesteke aştiyane bû. Rêber Apo xwest li deriyê hêzên ku bi aştiyê û mafên mirovan bang dikirin û xwe alîkarê gelên bindest didane nîşandan bide. Lê wan hêzan berjewendiyên gelan dane aliyekî û li gorî berjewandiyên xwe yên desthilatdariyê tevgeriyan. Armanca esasî ji vê komployê dewamkirina şer û rijandina xwîna gelan bû.

Di şexsê Rêber Apo de komplo li ser gelê Kurd û Tirk jî hate kirin. Lê Rêber Apo bi fikir û pêşbîniyê xwe ev komplo vala derxist. Rastiya wan hêzên komploger naskiribû. Lewra tevî ku dîl hat girtin jî, dîsa deriye aşîtiyê vekirî hişt û nehişt bigihjin armanca xwe. Gelek caran Rêber Apo ji Îmraliyê bangewaziyên ji bo demokarsî û aşîtiyê kirin, gelek firest û şens pêşkêş kirin ji bo ku doza Kurd bigihije çareseriyeke mayende. Li hember vê hêzên komploger mafên ku ji her girtiyekî re tê dayin, li ser Rêber Apo qedexe kirin, bi şerekî psokolojîk tecrîd li ser giran kirin. Hesab kirin ku bi vî awayî di şexsê Rêber Apo de bikaribin îrada gelê Kurd û gelên azadîxwaz teslîm bigrin. 

Di van sê salên dawiyê de jî bi tecrîdeke mutleq ku mirov nikare jê re pênaseyekê deynê li ser Rêber Apo didine meşandin. Tirsa wan ew ku bi derketina Rêber Apo re, bi belavbûna ramanên wî re yekîtiya gelan çêbibe, krîza ku li Rojhilata Navîn her diçe mezin dibe, were çareserkirin. Ditirsin ku daxwaza Rêber Apo ya aşîtiyê pêk were.  

‘XWE AVAKIRINA JINÊ YA BI RAMANÊN RÊBER APO, KOMPLO BÊ WATE KIRIYE’

Bi fikrên Rêber Apo niha şoreş çêdibin û pêşengê vê şoreşê jin in. Raste niha Rêbertiya me di tecrîdeke pir giran deye. Lê di aliyê ruhî de em bi Rêbertî ve girêdayî ne û ti carî em qutnebûne. 24 saetan bi me re jiyan dike, di dilê me de lêdide. Jiyana ku em niha dijîn jî çavkaniya xwe Rêbertiya me ye. Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were û ji Îmraliyê derkeve, çi ji me bê xwestin em ê bikin. Ji bo me wext nemaye. 

Hêzên komploger niha dîsa li gel dagirkeriya Tirk bi heman zihniyetê êrîşî jinê dikin. Êrîşî fikrê wê dikin, êrîşî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikin û dixwazin bitepisînin. 

Girêdana me wek jin bi Rêbertî ve, bi xwe avakirina me ve girêdayî ye. Em çiqas dibin ya xwe, xwebûna xwe bi dest dixin, em ewqas komployê vala derdixin. Li her qadê kar û çalakiyên curbecur ji bo azadiya Rêbertî têne lidar xistin. Jin têde pêşengtiyê dike. Bi saya fikrê Rêber Apo jin xwe ava dike û xwe pêş dixe. Hêzên ku ji van pêşketinan ditrisin, êrîş dikin. Em jî dibêjin; her çiqas ev êrîş zêde bibin û giran bibin jî, girêdanbûna me bi Rêbertî re jî ewqas zêde dibe. Çiqasî em paradîgma Rêbertî belav bikin, bidin jiyîn, em ê ewqasî girêdana xwe nîşan bidin. Em bi sekn û hevrêtiya hevrê Sara, Zîlan, Viyan û Bêrîtan a bi Rêber Apo re esas digirin û li ser wê esasê têkoşîna xwe dikin.  

‘RIHÊ KU RÊBER APO DAYE AVAKIRIN HÊZA XWE JI ATOMÊ MEZINTIR E’

Têkoşîna Rêber Apo li dijî zilm û koledariya ku desthilatdarî li ser pergala xwe avakiriye. Li dijî qirkirina civakan, jin û xwezayê ye. Rêbertî bi têkoşîna xwe tola civaka Kurd a ku bi sedan sal in di bin hêrandina çerxa pergalê deye, radike. Hêzên komploger Rêber Apo baş nas nekiribûn. Rêber Apo hêza xwe ji mirovahiyê, ji dîrokê digre. Bersiv dayîna Rêber Apo û sekna wî hiştiye ku îro ev hêz şaş bimînin. Pêvajoya ku wan da destpêkirin, nema zanîn ku wê çawa ji nav derkevin. Ji ber Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe wan vala derxist. Her ku Rêber Apo ew vala derxistin wan êrîşê xwe li ser gel, li ser jin û civakê zêdetir kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin û difikirîn ku ew ê wisa Rêbertî bê deng bikin. Rêber Apo bi bîrdoziya xwe xwedî li civakan derket. Ji ber vê îro hemû civak jî ji bo azadiya Rêbertî dengê xwe bilind dike, radibe ser piyan. Bi bilindbûna dengê gel re komplo vala dibe. Îro hemû civak hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dibîne. Rêber Apo ev 25 sal e bi sekneke mîsoger, li hember komployê disekine û li ber xwe dide. Niha li her derê kampaniya ji bo azadiy Rêbertî têne lidar xistin. Pirtûkê wî li her derê belav dibin û têne xwendin, di nava civakan de têne nîqaş kirin û heyecaneke mezin ava dike. Ev heyecan bi serê xwe komplo vala derdixe.  

‘EM Ê LAYIQÎ BERXWEDANA RÊBER APO Û GELÊ XWE BIN’

Gerîlayên azadiya Kurdistan, weke hêzeke fedayî ya Rêber Apo têkoşîna xwe di asta lutkeyê de dijîn, di vê demê de. Bi komploya li ser Rêbertiya me re, dijmin nekarî gelê Kurd û tevgera azadiyê tune bike. Niha jî weke pêvajoyeke din bi êrîşê xwe dixwaze tevgera azadî û gelê Kurd tune bikin. Li hember van êrîşan gerîla bi rihê berxwedaniya Rêber Apo di nav hewildanê de ne. Gerîla bi têkoşîn û berxwedana xwe wê komployê vala derxe. Têkoşîneke piralî ji aliyê hemû gel û civakan ve tê meşandin. Rola herî mezin di vê têkoşînê de jî hêzên gerîla dilîzin. Bêyî ku zehmetiya mercên demsalan li ber çavan bigre, bi rihekî êrîşê yê mezin û baweriyeke mezin bi ser dagirkeriyê de diçe. Asta biryardariya xwe di vala der xistina komplo de nîşan dide. Gerîla fedayitiya xwe ji şehîdên xwe, ji îdeolojî û baweriya xwe digre. 

Niha jî dewleta Tirk di qadên gerîla de ketiye xefkê. Em dibînin li qadên Parastinê yên Medyayê û bi taybetî di van pêngavên dawî de gerîla çawa bi ser dijmin ve diçe. Ev çalakgeriya gerîla bersiv dayina komployê ye. Di hemû milan de gerîla rola xwe di têk birina Komplo dilîze û wê têk jî bibe. Bîr û baweriya ku em ji Rêbertî digrin, em dixwazin bi encam bikin. Di van sê salên dawî de bi taybetî, hêzên NATO’yê yên dixwazin li ser fikra Rêbertî zextekê çêbikin bi hemû teknîka xwe ya serdemê bi ser gerîla de tên. Lê di van pêngavên dawiyê yên pêk hatine de jî, eşkere bû ku gerîla vê dagikeriyê di çi astê de pêşwazî dike. Êdî tehmûla me li hember tecrîdê û komploya li ser Rêbertî nemaye. Ji bo wê em her di nava amadekariyekî fikrî û leşkerî de ne. Pêngavên şoreşgerî jî nîşandan ku em ê di çi astê de şer û têkoşîna xwe di sala nû de bidin meşandin. Wê hedefa me ya şikandina komplo, di çi astê de be, da nîşan.

’ARMANCA ME SERKETIN E’

Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser gel û jinê ye. Rêber Apo ji bo rizgariya jin, xebat û kedek mezin meşand. Kedeka xwe ya mezin li ser me weke jin û weke hêzên YJA Starê heye. Bi hezaran pêşeng, fermandar û şervan ava kirin. Em ê çawa pêşbikevin ji aliyê baweriyê ve, hêz û moralê ve? Têkoşîna me wê di çi astê de be? Di van mijaran de Rêberetî bi ramanên xwe ji bo me zayînek nû, rêyek nû ava kir û em li ser vê rêyê têdikoşin. Em jî niha dixwazin baweriya ku Rêber Apo daye me, em bînin cih, têkoşîneke mezin raber bikin û komplo vala derbixin. 

Dijmin teknîka xwe ji bo xwe weke hêz dibîne û bi wê hêzê bi me re şer dike, em jî bi îrada xwe, bi fikrê ku Rêbertî di kesayetê me de ava kiriye, vê teknîkê vala derdixin û şer dikin. YJA Star bi pêşengtiya xwe û çalakiyê xwe qedera pir tiştan diguherîne. Ev rihê fedayî û çalakgeriya YJA Star dibe darbeyek li hember komployê. Em her tim li pey serkeftinê ne, serkeftina me jî girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji aliyê fikir de ji xwe azad e. Bi têkoşîneke mezin, em dixwazin azadiya Rêbertî ya fîzîkî jî bi dest bixin. Dijmin ne bi teknîka xwe ya pêşketî, ne bi ava ku berdide tunelan û ne jî bi şêwazên xwe yên hovane di êrîşan de, wê nikaribe tiştekî di hedefa me ya serkeftinê de biguherîne.

Pêngavên dawiyê têkçûna dijmin nîşan da. Dengê tilîliyên YJA Star xof xistiye dilê dijmin. Mîsoger em ê kêlî bi kêlî hesabê van 25 salê dîlgirtina girtina Rêber Apo ji dagirkeriyê bixwazin û em ê heya dawî li pey van îdîa û sozên xwe ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hrant Dînk hate bîranîn: Ev doz bi dawî nebûye
Nûçeya Pişt re Milîsên Sakîne Cansiz ên HBDH’ê li midûriyeta emniyetê xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pisîka Serîpehn a nifşê wê li ber tinebûnê bû, careke din hate dîtin

Pisîka bejî ya serîpehn ku demeke dirêj e dihate texmînkirin ku nifşê wê li Taylandê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê bêbandor kir

Şervanên Hêzên Komandos ên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh li bajarê Zîbanê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa çeteyan têk bir: Çeteyek hat kuştin

QSDˊê êrîşeke DAÎŞˊê li dijî nuqteyek wan a li gundê Meraşide yê rojhilatê Dêrazorê têk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?