Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Şemo û Hevseroka Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê Muşîre Mele Reşîd bûyerên li Sûriyeyê yên piştî Esad diqewimin û daxwaza xwe ya li ser Sûriyeya nû ji ANF’ê re nirxandin.
‘EM RÊVEBERIYEKE WELÊ RED DIKIN KU KUJERÊN JINAN DI NAV DE NE’
Hediye Şemo bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û got, “Weke jinên Êzidî vê pêvajoya hesas û têkoşîna li Rojhilata Navîn em ji nêz ve dişopînin ku her roj hîn mezin dibe. Em ji serdemeke dîrokî re şahidiyê dikin. Rojane guhertin têne kirin. Rêveberiya Şamê ji bin rejîma Baasê derket û kete kontrola Mûhammed El Colanî. Sûriyeyeke demokratîk divê pir rengî be. Ji ber ku gel, bawerî û mezhebên li Sûriyeyê divê bi hev re bijîn. Lê belê rola jinan ji nedîtî ve tê.
Her kes bi Mûhammed El Colanî û sûcên wî yên li dijî jinan zane. Bi taybetî di dema pêvajoya şoreşa Rojava de sûcên ku li hemberî jinan kir tê bîra her kesî. Lê belê li gel vê yekê jî jinên Sûriyeyî bi berxwedana xwe li qada navneteweyî xwe ispat kirin û mafên xwe parastin. Lê belê niha piştî ku Colanî bû desthilatdar mafên jinan bi temamî ji nedîtî ve hatin û ev rewş di ‘Kongreya Serketinê’ ya wî de hate dîtin. Li pêşberî van binpêkirinên mafên jinan gelo destketiyên me li ku ne? Em rêveberiyeke welê red dikin ku kujerên jinan di nav de hene. Em daxwaza Sûriyeyeke nû dikin. Di nava vê Sûriyeyê de em dixwazin jin bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin.”
‘HEWL TÊ DAYIN KU SÛRIYE LI PERGALA BERÊ BÊ VEGERANDIN’
Hevseroka Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê Muşîre Mele Reşîd jî anî ziman ku konferansa ji aliyê jinan ve di çarçoveya rola jinan a li Sûriyeyê hate lidarxistin ji bo azadî û demokrasiyê peyamek e. Reşîd destnîşan kir ku bi taybetî di vê dema guherîna dîrokî de ya ku Sûriye di nav de ye, daxwaza jinan azadî ye, lê jin di heman demê de dixwazin xwe û civakê azad bikin û têkoşîna xwe bi vê armancê dewam dikin.
Muşîre Mele Reşîd bal kişand ser guherîninên siyasî yên dema dawî û bandora vê yekê li ser civaka Sûriyeyê û got, “Nîqaşên siyasî yên dema dawî bandoreke mezin li civakê kir. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û vir ve gelan gelek zor û zehmetî û astengê dîtin. Piştî ku sîstema zordar a rejîma Baasê hilweşiya, em dibînin ku hin hêz hewl didin pergala berê ya Sûriyeyê vegerînin û ji nû ve sîstemeke zordar, tekperest ava bikin. Ev hewldan li hemberî têkoşîna jinan û civaka Sûriyeyê gefek e.
Bûyerên ku niha li Sûriyeyê diqewimin cihê fikaran e. Bi taybetî rabûna lîderekî nû li Sûriyeyê û desteserkirina mafên jinan gefeke mezin e. Her wiha hin kesên ku tevlî ‘Konferansa Serketinê’ bûn ji sûcên li dijî gelê Sûriyeyê berpirsyar bûn. Bi taybetî qetilkirina Hevrîn Xelef û dewamkirina sûcvên komên ser bi Ebû Emşet ên li Efrînê ji mînakên şênber ên vê yekê ne. Yên ku li herêmên dagirkirî sûc kirin îro hewl didin di nava Sûriyeya nû de cih bigirin. Gelek rêxistinên mafên mirovan û saziyên pêwendîdar sûcên komên bi serkêşiya Ebû Emşet û Hatim Ebû Şeqra bi belge kirin. Hin ji wan ji komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî û Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re hatin şandin û pêkanîn li ser van kesan hate ferzkirin. Lê belê li gel vê yekê jî ev kom li Efrînê sûc dikin. Sûcên ku dikin jî êdî gihîştine asta qirkirinê.”