Bi armanca parastina ax û ava xwe, gelên bakur rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirî berxwedana şervanên YPJ Û QSD’ê li bendava Tişrînê çalakiya nobeta lidar dixin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê bê navber didomînin. Doh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û topan êrîşî konvoy û gelê ku li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedê li dar dixin, kir. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze vîn û berxwedana gelê bakur rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Lê rûxmî hemû êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk jî çalakiya gel a ku ji 8’ê Çileyê ve destpê kiriye heta niha bê navber didome.
Yek ji berxwedêrên bendava Tişrînê Fewzî Hecî Xelo, her wiha bi navê Bavê Ş. Lezgîn jî tê nasîn û ji Kobanê gundê Qeremox e, anî ziman ku li gel êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk ew bi berxwedan û vîneke mezin çalakiya xwe didomîne.
Fewzî Hecî Xelo di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên ku bi taybetî gelê berxwedêr ên niha li bendava Tişrînê dike hedef wiha axivî, “Em pir bi zehmetî gihîştin bendava Tişrînê. Heya em gîhan dewleta Tirk a dagirker çar caran êrîşê karwanê me kir. Bombebaran pir zêde li ser me çêbûn, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Ez bi xwe jî di encama êrîşên dagirkeriyê de birîndar bûm, lê min bi israra xwe dewam kir û em ji bo parastinê hatin bendavê.”
Fewzî Hecî Xelo her wiha diyar kir ku ev bendav ne bendava hêzeke leşkerî ye, ev bendav a tevahî gelê herêmê ye û wiha helwesta xwe ye parastina bendava Tişrînê diyar kir: “Bendava Tişrînê bendava gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ev bendav ne ya dewleta Tirk e. Me di dema xwe de ji bo rizgarkirina vê axê zarokên xwe şehîd dan. Ji ber wê jî em îro hatine xwedî li keda zarokên xwe derbikevin û em ê parastina bendava Tişrînê bikin. Dema em gihan ser bendavê jî, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî nava girseya gel kir û gelek birîndar şehîd û birîndaran çêbûn. Em weke gelê ku li bendava Tişrînê çalakiya nobeda lidar dixin didin diyar kirin ku em ê her tim li kêleka şervanên xwe bin û em ê rê nedin ku dagirker bendava Tişrînê û heremê dagir bikin û gel qir bikin. Em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya Tirk parastina nirxên xwe bikin. Ev helwesta me bi zelalî li holê ye.”