Ji 6’ê Çileyê ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola hêzên Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ye ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk êrîşên hovane bi piştgiriya hêzên derve berdewam dikin.
Li hember wan êrîşan berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Gaziyên şer ji roja êrîşan dest pê kiriye li kêleka şervanên xwe û gelê xwe cih digirin. Ji wan gaziyan Ezîme Zagros, Zarîn Kobanê û Kajîn Kobanê der barê êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman.
Nêrîn û nirxandinên gaziyên jin wiha ne:
‘Bila gelê me ji şervanên xwe piştrast be’
Ezîme Zagros: Ez di serî de berxwedan û qehremaniya şervanên QSD’ê û YPJ’ê silav dikim. Hevrêyên me têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Hêviya min mezin e ku wê şervanên azadiyê serkeftinê dest bixin. Wê gelê xwe û xaka xwe heya serketinê biparêzin. Em jî di çeperên berxwedanê de ji bo rûmeta gelê xwe erk û wezîfeya xwe ya dîrokî pêk tînin. Em ê bi yekbûna xwe ya netewî wan çeteyan, xayînan û tundrewan têk bibin. Ev êrîş di encama plansazî û komployeke navneteweyî de ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê tên kirin. Weke gelê Kurd me gelek pêvajoyên wisa dîtine. Ez bang li gelê me dikim ku bila piştrast bin, em ê nirxên bi xwîna şehîdan ava bûne biparêzin û hemû xeyalên wan pêk bînin. Ez bang li gelê me yê Kobanê jî dikim ku yekîtiya xwe bihêztir bikin. Me çawa Kobanê li hember çeteyên DAÎŞ’ê parast, vê carê jî em ê tevahiya Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin.
‘Berxwedana li hember çeteyan pîroz e’
Zarîn Kobanê: Li hember xak û gelê me şerekî bêrehm hatiye destpêkirin. Hêzên navnetewî pergala me ya li ser esasê azadî û wekheviya hemû mirovan e ji bo xwe xeterî dibînin û rê li ber van êrîşan vekirin. Ez berxwedana şêrejin û mêrxasan a li hember wan çeteyan ji dil û can pîroz dikim. Li hember vê komploya bêbext heya dawiyê hem bi çekan hem jî bi fikir em ê rawestin. Neyar şer li me ferz dikin û êrîşî nirxên me yên herî pîroz dikin. Berxwedana li hember van êrîşan pîroz e, mafê herî rewa yê rêgêzên mirov dikin mirov e. Lewma bang li her kesên xwedî wijdan dikim ku werin cihê xwe di vê berxwedana ji bo mirovahiyê de bigirin. Tola fermandar Ziyad û Denîzan em ê rakin. Wan çeteyan û hevkarên wan şaşîtiyeke mezin kirin ku êrîşî me kirin. Em hevrêyê Arînan in. Em ê di van rojên sir û seqemê de bi germahiya agirê Kawayê Hesinkar derbên wisa li wan bixin ku wê tu carî nikarin pişta xwe rast bikin.
‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
Kajîn Kobanê: Em dizanin yên hiştin ev êrîş werin destpêkirin hêzên navdewletî û herêmî ne. Weke gelê Kurd bi salan e em ji bo azadiya xak û gelê xwe têkoşîn dikin. Me tu carî êrîşî xaka ti kesî nekiriye. Lê dema êrîş werin ser me jî weke berê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Helbet azadî wer bi hêsanî nayê. Berdêlên giran dixwaze. Lê divê were zanîn ku ji her demê zêdetir em îro xwedî hêz in. Lewma bêyî em tedbîrên pêwîst paşguh bikin, divê em vê têkoşîn û berxwedana pîroz zêdetir xurt bikin. Pêwîst e hemû ciwan û jinên Kurdistanî ji bo parastina ax û gelê xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Weke gaziyên şer jî em diyar dikin ku bi tecrûbe û hêza xwe, em ê bi şervanên azadiyê û gelê xwe re van êrîşan bişikînin. Em ji gel û şervanên xwe bawer in. Wê serkeftin a me be.

