Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet de axivî ku di Medya Haberê de hate weşandin. Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke ku qederê diyar dike de derbas dibe û got: “Ji bo gelê Kurd ev pêvajo hîn krîtîk û hesastir e. Ji ber ku di sedsalên dawî de cara ewilî firseteke wiha bi dest xist. Cara ewilî ye ku firsatek heye ku nasname, azadî û hebûna xwe bigihîne statuyekê. Belê, şerê cîhanê pir giran e. Êrîşên pir giran li dijî me hene. Xeterî hene, evane cidî ne. Lê belê ewqas jî derfetê me yê serketinê heye. Rêbertiya me heye. Me aqileke ku me bibe azadiyê heye. Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.”
Hêlîn Umît anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî azadiyê dimeşînin û wiha got: “Ez dikarim bêjim ku şerekî pir giran heye. Divê her kes di ferqa vê yekê de be. Civaka Kurd jî, mirovên demokrat jî û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî eger nirxandinên wijdanî bikin, bila li ser pêvajoyê li Îmraliyê binêrin û bila li rewşa gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî binêrin. Bila li rewşa şer binêrin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke pir bi heybet heye. Artêşeke ku bikare li hemberî me bisekine, nîne. Li ser esasê teknîkê li dijî civaka li Kurdistanê, erdnîgarî û hêzên azadiyê yên li Kurdistanê êrîş heye. Divê her kes vê yekê pir baş bizane.”
Nirxandinên Hêlîn Umît bi vî rengî ne:
“Destpêkê ez dixwazim li ser navê hemû çêkera me ya partiyê hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re bişînim. Me salvegera komploya 9’ê Cotmehê li pey xwe hişt. Em ketin sala 27’an. Em di sala 27’an de têkoşînê didomînin. Ez bang li her kesê dikim ku hemû geşedanên diqewimin, geşedanên siyasî û leşkerî li ser sîstema qirkirinê ya Îmraliyê û berxwedana Rêber Apo ya li dijî wê sîstemê binirxînin.
Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a sedsala niha, tunebûna wateyê ye. Asta wate dayîna jiyanê û tiştên ku em dijîn, pir lewaz bûye. Tişta ku mirov dike mirov, hêza wateyê ye. Sîstema qirkirina Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê, rastiya Rêber Apo di rastiyê de me vedixwîne vê yekê. Yanî me vedixwîne fêmkirinê û di vê wateyê de jî vedixwîne azadiyê. Herhal îfadeya Spînoza ye dibêje, ‘fêmkirin azadî ye’. Rêber Apo di parêznameyên xwe de qala vê nirxandinê kiribû.
Bi rastî jî em çiqasê hêza xwe yawateyê kûr bikin, em ê hîn zêdetir bikarin li rastiyên li dora xwe binêrin.
DI DAXWAZA AZADIYÊ DE, GAVEK JÎ PAŞDE NEHATE AVÊTIN
Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî, tevgera me daxuyanî dan. Ji rêveberiya Tevgera me hevalan nirxandin kirin. Bi rastî jî 27 sal in Rêber Apo û gelê Kurd li dijî Komploya Navneteweyî têdikoşe. Têkoşîneke bênavber heye. Helbet encamên pir girîng ên vê têkoşînê hene. Ji vane ya herî girîng deşîfrekirina sîstema Komploya Navneteweyî ye. Bi êrîşên ku 27 sal in têne meşandin di rastiyê de hate xwestin ku daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, îrade û biryardariya wê bê paşxistin. Lê belê bi saya berxwedana Rêber Apo, bi saya îrade, zanebûn û hêza wî ya wateyê gavek jî ji vê paşde nehate avêtin.
Hemû hêzên paşverû yên cîhanê hatin ba hev, hewl dan ku îradeya gelê Kurd tune bikin. Lê belê têkoşîna ku heta niha li dijî vê dewam dike -herî dawî mîna li Amedê hatî dîtin- dîsa hebûn, îrade û daxwazên xwe bi rengekî herî xurt nîşan da. Erê eger astengî, zext û qedexe nebûna wê bi milyonan kesan ew qad tejî kiriban. Daxwazeke wiha, lêgerîneke wiha ji bo gelê Kurd qet kevin nebû. Rewşeke çêbû ku ev zext, tundî, qedexe û astengî ji holê rakirin. Eger mirov baldar be, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her kesê ku xwestin li ser navê Kurdîtiyê tiştekî bikin, ji aliyê dewletê ve hatin girtin.
RÊBER APO TÊ WATEYA GEL
Yanî em tenê qala dîlgirtina Rêber Apo nakin. Rêber Apo tê wateya gel. Rêber Apo tê wateya îradeya gelekî. Yanî ji ber ku gelê me vê yekê pir ji kûranî dijî, ev xwedî derketin didome. Eger îro em rewşa bi hezaran girtiyên siyasî nîqaş bikin û ji bo wan têbikoşin, rêya vê jî di tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re derbas dibe. Dîsa eger îro li Kurdistanê di wateya rast de qala Kurdîtî, hebûn û nasnameyeke azad bê kirin, ev jî dîsa bi tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê pêkan e. Ev daxwaz, pêdivî, lêgerîna vê û berdêlên ji bo vê yekê hatine dayîn, di nava 27 salên ku me li pey xwe hiştî de qet kêm nebûn.
Divê mirov vê jî bêje, destpêkê Rêber Apo ev têkoşîn meşand. Eger li şûna Rêber Apo rêberekî din hebûya, wê rewşa heyî ya Tirkiyeyê wiha nebûya. Bi Komploya Navneteweyî re gelo armanc çibû? Şerekî Tirk-Kurd ê demdirêj bû. Rêbertî bi zanebûneke pir zêde, fedekarî û hestiyariyê ev xeterî pûç kir. Pêşî li şerê Tirk-Kurd ê 100 salan ku ev armanca hêzên komploger bû, girt. Kesên ku netewperest û li ser esasê berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin vê yekê fêm nakin û nikarin bibînin. Weke tevger em li bendê ne ku vê yekê fêm bikin. Lê belê divê gel vê yekê pir baş hîs bikin û helwesta pêwîst nîşan bidin. Ji ber ku komploger hîna di nava tevgerê de ne. Hingî ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bidome, plana li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê têk naçe. Eger tê xwestin ku ev plan bê tunekirin, divê sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bê tunekirin.
ROPORTAJA D’ALEMA
Daxuyaniyên Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’alema girîng bûn. Ji qonaxa destpêkirina komployê û heta niha me timî hewl daye îfade bikin ku li ser kîjan dînamîkan şikil girtiye. Rola Emerîka, ya hêzên navneteweyî, ya Îsraîl, Îngilistan û hêzên din, Rûsyayê posîzyoneke çawa girt di rastiyê de me evane deşîfre kirine. Me derxist holê ku pêvajoya bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bûyî, çawa tê meşandin. Rêber Apo ev yek ronî kir, çareser kir. Lê belê cara destpêkê di wê demê de, daxuyaniyeke di vê astê de ya hikûmetê, yanî serokê dewleteke li ser desthilatdariyê çêbû. Weke li xwe mikur hatinê bû. Di rastiyê de axaftinek kir ku tiştên di wê demê qewimîne erê dike û belge dike. Di vî warî de bi rastî jî pir bi nirx bû. Helwesta D’Alema ya di pêvajoya komployê de jî, di rastiyê de pir nerênî nebû. Hate fêmkirin ku hêza wî nîne. Jixwe Rêber Apo vê yekê jî îfade dike, di parêzname û nivîsên xwe de. Ji bo yekser derxistina Rêber Apo ya ji welat, hewldaneke Birêz D’Alema û hikûmeta wî nîne. Lê belê nîşan da ku zorî li wan tê kirin. Di encama wê de Rêbertî bi îradeya xwe derdikeve. Tevî giraniya pirsgirêka hebûn û azadiyê ya gelê Kurd û niyeta baş a hikûmeta D’Alema dît ku vê yekê pêşwazî nakin, Rêbertî niyeteke baş raber dike. Helbet ez ê vê yekê jî bêjim. Xweziya welê çênebiba. Xweziya hikûmeta Îtalyayê ya wê demê hîn zêdetir xwedî lê derketiba. Wê rewşa heyî rê li ber hin krîzan vekiriba, lê belê encamên wê dê pir cuda ban. Gelê Kurd neçar nedibû ku evqas trajediyên giran bijî. Ez daxuyaniya wî ya dawiyê jî, wisa dinirxînim ku hinekî têkildarî helwesta wî ya dijwanî ye.
Got, “Emerîkayê zext li me kir û li dijî Emerîkayê sekinîn ewqasî hêsan nebû.” Îhtimaleke mezin îfade dike ku hin hêzên cuda yên di nava dewletê de ketin nava liv û tevgerê û wan jî li hemberî vê yekê zorî kişand. Eger mirov ji vir bigire dest, divê hiqûqnas jî bikevin dewrê. Bi taybetî li dijî rêveberiya DYE’yê ya wê demê, hewldanên hiqûqî yên pêwîst dikarin bên destpêkirin. Ji ber ku tişta bi serê gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd anîne, tam mînaka bêhiqûqiyê ye, sûcê mirovahiyê ye. Em mafê penaberiya siyasî li aliyekê bihêlin, pozîsyona wî jî nehatiye parastin. Bi vê rewşê re, roleke welê lîstine ku vî şerê giran ê li herêmê kûr dike. Yanî sûcdar in. Di vî warî de divê teqez evane bên lêkolînkirin, darizandin û teqez hesab ji wan bê pirsîn. Eger îro nebe, piştî 10 sal din. Eger piştî 10 sal din nebe, dîrok teqez wê bersiva pêwîst bide komplogerên wê demê.
Komploya Navneteweyî weke sîstema qirkirinê ya Îmraliyê tê domandin û texrîbata vê yekê ya hem li ser gelê Kurd hem jî gelên herêmê li holê ye. Rojeke ku bêşer derbas bibe, nîne; rojeke bêtundî û bêzext nîne. Timî gel li dijî hev tên rakirin. Bi dîtina vê rastiyê, di rastiyê de bi tabloya heyî girêdana di navbera sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de dibîne. Lewma jî li dijî tecrîdê derdikeve. Lewma jî Birêz D’Alema jî azadiya Rêbertî dixwaze. Ev nêzîkatiyeke pir girîng e.
HEYA GELÊ KURD AZAD NEBE MIROVAHÎ AZAD NABE
Rêbertî di pêvajoya Komploya Navneteweyî jî û piştre jî got ku; ‘’Ez ji bo Kurdan li qada azadiyê geriyam. Ji bo vê yekê jî min lê nêrî bê ka li seranserê cîhanê çi diqewime û min hewl da ku ez wê fêm bikim.’’ Yanî ez dixwazim vê yekê bibêjim. Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya hemû gelên cîhanê têkoşiyaye. Ji ber vê yekê tişta ku jê re dibêjin pirsgirêka Kurd yanî pirsgirêka hebûn û azadiyê ya gelê Kurd tê wateya pirsgirêka mirovahiyê.
Heya gelê Kurd azadiya xwe, nasnameya xwe ya azad û hebûna xwe bi dest nexe û mirovahî jî azad nabe. Ev yek ji bo gelên din jî derbasdar e. Em dikarin vê diyalektîkê ji bo gelên din jî bisepînin. Heya gelê Filistînê azad nebe, yanî gelê Ereb nikare bibêje em azad in. Heya ku Cihû ji bo xwe jiyaneke rast ava nekin, Rojhilata Navîn nikare bibe civakeke azad. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne û di nava têkiliyekê de ne.
Ji ber vê yekê pêngava azadiyê ya cîhanî di rastiyê pêngaveke wisa ye ku girêdayî azadiya her kesî tê meşandin. Erê hedef dike ku Rêber Apo ji nava pergala qirkirinê ya Îmraliyê derkeve û bi awayekî azad bijî, kar bike, biaxive û siyasetê bike lê belê xwedî wateyeke wêdetir e. Em behsa moderniteya demokratîk dikin, em behsa konfederalîzma demokratîk û rêbertiya modernîteya demokratîk dikin. Modernîteya demokratk tê wateya rizgarbûna gelan ya ji zexta desthilardarî û dewletan. Tê wateya parçekirina mekanîzmayên wê. Tê wateya afirandina qadên azad ên ji bo civakan. Lê binêrin ku îro li seranserê cîhanê qadên azadiyê her ku diçe kêm dibin. Desthilatdarî û hêzên sermayedar di bin navê dewletê de, bi rêya dewletê her tiştî îstîsmar û desteser dikin. Li hemberî vê yekê divê civak ji bo xwe qadên azadiyê biafirînin. Her wiha di encamê de dewlet weke şîrketan e. Dewlet weke rêxistineke mafyayê ne. Yanî em dikarin bibêjin ku beşek e ku diziya nirxên civakan dike. Dewlet ev e yanî. Û dewlet pêdiviya ewlehiyê ya civakan îstîsmar dikin û bi rêya vê yekê li ser piyan bimînin. Ji ber wê yekê ji roja dewlet ava bûne heya roja me ya îroyîn, li her derê şer çêbûne û bûne sedema derketina şeran. Dewlet hebe, şer jî heye. Ez çima vê yekê dibêjim? Rastiya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire û rastiya modernîteya demokratîk ya Rêber Apo nûnertiya wan dike û ji aliyê wî ve hatine derxistin, dijberî vê yekê ne. Rê ber Apo bi paradîgmaya xwe xwe dispêre wê yekê ku civak xwe bi polîtîk û exlaqî birêxistin bikin û girêdayî vê yekê hebûna xwe ava bikin. Ji ber wê yekê pêngava azadiyê ya cîhanî tê wateya ku hemû geşên li ser rûyê cîhanê û bi taybetî jî jin û ciwan bi vê paradîgmayê bibe yek û azadiya xwe bi dest bixin.
Dewam dike…