Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em mirîbûn, Rêber Apo jiyaneke nû ji me re ava kir’
Rojava

‘Em mirîbûn, Rêber Apo jiyaneke nû ji me re ava kir’

Omer Elûş banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo nirxand û got ku bandora Rêber Apo ya li ser gelê Kurd gelek mezin e. Elûş got, “Em mirîbûn, Rêber Apo jiyaneke nû ji me re ava kir.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de hat kirin, wekî destpêka pêvajoyeke nû di tevgera siyasî ya Kurd de tê destgirtin. Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê di kongreya xwe ya 12’emîn de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist biryara fesixkirinê da.

Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê daketin qadan û bi rengekî xurt xwedî li banga Rêber Apo ku 4 salan agahî jê nedihat girtin û di bin tecrîdeke giran de dihat girtin, derketin. Bi hezaran kes, di serî de jin, ciwan û dayik, li qadan kom bûn.

Bi taybetî li bajarê Kobanê, bi deh hezaran kes li Qada Azadî kom bûn û bi rengek zindî daxuyanî guhdar kirin. Piştî xwendina daxuyaniyê, girseyê dirûşmeyên wekî “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî  Serok Apo” berzkirin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Kurd hin gavên sembolîk avêtin. Di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat komeke gerîla ya ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin û di 26’ê Cotmehê de hat ragihandin ku hêzên çekdar ji axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê kirin.

Bi vî rengî Tevgera Azadiya Kurd derbasî qonaxeke nû bû. Lê belê, hîn ji aliyê Tirkiyeyê ve gavên şênber yên berbiçav nehatine avêtin û pêvajo bi awayekî yekalî berdewam dike.
Welatparêzê bi navê Omer Elûş, ê ku li Kobanê dijî û yek ji wan kesane ku Rêber Apo ewil çûye mala wî ji ANF’ê re axivî û behsa pêvajoya heyî kir.

Elûş, pêvajoya ku bi hatina Rêber Apo ya li Kobanê di dawiya salên 1970’an de dest pê kir, bi bîr xist û got ku wê demê Rêber Apo bi navê “Elî Firat” dihat nasîn û nasnameya wî ya rastîn bi demê re derketiye holê.

Elûş diyar kir ku ramanên Rêber Apo bandorek mezin li ser wan kirine û got, “Me xwe wekî mirî didît. Lê belê, Rêber Apo bi îdiaya ku Kurdan ji nû ve biafirîne hat. Welatparêzî bareke giran e. Rêber Apo digot ‘Ez Kurdên mirî ji mirinê hişyar dikim.’” Elûş, anî ziman ku bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya di sala 1984’an de tevger ketiye qonaxek nû û destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê perspektîfek çareseriyê pêşkêş kiriye.

Elûş anî ziman ku di dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve dihat dizyan kirin de, projeya civaka demokratîk a Rêber Apo ji hêla hin hêzan ve wekî gefek dihat dîtin û got ku ji ber vê li dijî Rêber Apo komployek navneteweyî hat lidar xistin.

Elûş got, “Rêberê me her tim parastina aştiyê kiriye” û da xuyakirin ku gavên hatine avêtin li ser bingeha aştiyê ne û Kurd êdî dixwazin bi nasname û çanda xwe bi azadî bijîn.

Elûş, her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kir û got, “Êdî em ji vir û şûn ve dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em xwedî kokeke dîrokî ne û bi saya şehîdan ev kok xurtir bûn.”

Tê peyîn ku Rêber Apo di salvegera banga 27’ê Sibatê de peyamek nû derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de parve bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kubayê hewla ‘têketina çekdarî’ hat astengkirin: 4 kes mirin
Nûçeya Pişt re KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komxebata li Şengalê: Derfetên azadkirina Rêber Ocalan hene, divê têkoşîn bê xurtkirin

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo komxebata li Şengalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Cejna Newrozê wê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê gora komî hate dîtin

Li Humsê goreke komî hate dîtin ku 10 cenaze tê de bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Welatparêz Meşo Hesen koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çekdarên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê avêtin ser malan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?