Kalmaz anî ziman ku wan rexne û pêşniyarên gel ên piştî hilbijartinên dawî yên li hemberî partiyê li ber çavan girtine û got ku ji bilî têkbirina hikûmetê ew ê li ser parastin û pêşxistina destkeftiyên kûr bibin.
DEM Partiyê ragihandibû ku wê ji bo serokatiya şaredariyan li 4 navçeyên Stenbolê bikeve hilbijartinê û 23 kesan serlêdanên namzetiyê kirine û 153 kesan jî ji bo Endamtiya Meclîsa Şaredariyê serlêdana xwe kiriye. DEM Partî wê bi pêkhateyên xwe re civînên komîsyonan li dar bixe û li gorî van civînan û biryara hevpar namzetên xwe diyar bike
Mûrat Kalmaz ê Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê derbarê hilbijartinên Stenbolê de ji ajansa me ANF’ê re axivî.
WÊ DESTKETIYÊN ME BERÇAV BIN
Kalmaz anî ku di hilbijartinên 2019’an de polîtîkayên wan di çarçoveya têkbirina hikûmetê de bûn û bi taybet piştî hilbijartinên giştî yên sala 2023’yan ji bilî polîtîkayên têkbirina hikûmetê wê li ser parastin û pêşxistina destkeftiyan kûr bibin û kar bikin. Û wiha got: ‘’Di nêzîkbûna partiya me û gelê me de wê polîtîkayên me yên diyar li hemberî hin şaredariyan werin birêvebirin.Li Stenbolê wê polîtîkayên ku destkeftiyên me berçav bin, werin meşandin. Em ê van destkeftiyan zêdetir di çarçoveya lihevkirina bajarî de nîşan bidin. Ev ê bi pêvajoya namzetiyê ya ku em ê bi bi lihevkirina bajarî diyar bikin, were birêvebirin. Vê pêvajoyê destpê kiriye. Em li herêmê bi gelê xwe, rêxistinên saziyên sivîl û komîsyonên rêxistinên xwe re tên li ba hev û vê pêvajoyê nîqaş dikin. Di çaarçoveya van xebatan de em ê bi lihevkirina bajarî pêvajoya diyarkirina namzetan bi rê ve bibin.’’
ŞAREDARIYA KU LI GORÎ XWESTEKÊN GEL TEV DIGERE
Kalmaz got ku li Tirkiyeyê û li şaredariyên Stenbolê ji hêla gel ve zêde nayên kontrolkirin, lê belê polîtîkayên DEM Partiyê di vê mijarê de diyar in û axaftina xwe wiha dewam kir: ‘’Partiya me jinan û polîtîkayên jinan esas digire, destkeftiyên jinan girîng in ku tevahiya gel ji rêveberiya giştî û şaredariyê sûd werbigire û Partiya me wê hewl bide ku politîkayên, ciwan û tevgerên kedkaran jê sûd werbigirin, werin meşandin. Ger ku AKP’ê yan jî CHP’ê daxwazên gel pêk neyne, em ê ne li wir bin. Ger were pêşxistin, helwesta me ya pêşxistina bi awayekî eşkere li holê ye. Helwesta gelê me jî eşkere ye, ji ber ku di şaredariyên beriya niha de ku bi saya me qezenc kirin, vê yekê xwe nîşan neda. Ji ber wê jî ji gelê me di vê mijarê de rexneyên pir cidî tên. Eger tiştek were pêşxistin, partiya me wê polîtîkayên şaredariyeke ku daxwazên gel li ber çavan digire, bide meşandin.’’
LI STENBOLÊ XEBATÊN ME BERDEWAM IN
Mûrat Kalmaz ragihand ku wan li Stenbolê li sê herêman komîsyonên hilbijartinê ava kirine û komîsyonên hilbijartinê yên navçeyan jî di demeke nêz de biqedin û ev yek anîn ziman: “Me li hemû taxan dest bi xebatan kiriye. Bi xebatên me wê li hemû taxan rêxistinên me hebe û em ê qadên têkoşînê bi giştî berfirehtir bikin. Em bi pêkhateyên xwe re vê pêvajoyê bi rê ve dibin. Her wiha di çarçoveya lihevkirina bajarî de nîqaş û hevdîtinên me yên li gel Tevgera Sosyalîst a Tirk, Tifaqa Ked û Azadiyê berdewam dikin. Em pêvajoyê bi hev re bi rê ve dibin. Em ê tenê der barê hilbijartinan de kar nekin, em pêvajoya piştî hilbijartinan jî difikirin ku em ê bibin çavdêrên namzetan jî bi rêxistin û pêkhateyên xwe wan kontrol bikin û piştî hilbijartinan em dê bi girse û hêza xwe yên ku qezenc dikin kontrol bikin. Di vê serdema li pêşiya de em ê polîtîkayên weke mezintirkirina hêza xwe ya rêxistinî û nûnertiya hemû civakê, bidin meşandin. Tevî vê yekê li şaredariyên me yan jî yên bi saya me qezenc kirine, wê gel xwedî rol be û di hemû pêvajoyan de hebûna xwe nîşan bide.”