Sêşem, 24 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Emîne Çaynak: Gel ji bo baweriyê gavên qanûnî dixwaze
Kurdistan

Emîne Çaynak: Gel ji bo baweriyê gavên qanûnî dixwaze

Aktîvîst TJA’yê Emîne Çaynak diyar kir ku di civînên li Amedê li pêşniyar û rexneyên gel guhdar kir û got, “Gel hem bi hêvî ye hem jî hayjixwe heye. Di vê pêvajoya dîrokî de li benda gavên qanûnî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Piştî banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” xebatên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd berdewam dikin. Sêşema borî, yekem civîna komîsyona Meclîsê ya 51 kesan pêk hat. Di komîsyonê de, li dijî şer giranî li ser demokrasî û aştiyê hate rawestandin û biryar hate girtin ku hefteyê du caran civîn bêne kirin.

Piştî vê biryarê, endam û komên di komîsyonê de cih digirin bal kişandin ser bingeha destûrî, her wiha “Mafê hêviyê” jî hate rojevê.

Di vê qonaxa berdewam dike de, dema ku bi biryara fesixkirina PKK’ê û dawîanîna têkoşîna çekdarî pêvajoyek girîng dest pê kir, li Kurdistanê jî civînên gel ên ji bo pêşniyar û rexneyên gel berdewam dikin. Hejmara civînên gel ên li gelek navendan hatine kirin gihîşt 2 hezar û 500 û li Amedê jî li 200 cihan civînên gel hatin lidarxistin.

 

Gel eleqeyek mezin nîşanî civînên li gundan, taxan û kolanan da û hêviyên xwe yên der barê pêvajoyê de anî ziman. Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çaynak de rbarê civînên dawî de wiha axivî: “Gel bi xwe bawer e. Hem bi hêvî ye û hem jî hay jixwe heye. Bingehên qanûnî dixwaze.”

Emîne Çaynak diyar kir ku piştî banga Rêber Apo ya “Biçin ba gel, guh bidin gel” ew derketine qadê û got, “Em mal bi mal, kolan bi kolan geriyan. Me hêvî, rexne û daxwazên gel guhdarî kirin. Me ne tenê bi gelê welatparêz, hewl da ku bi her kesî re biaxivin.”

Çaynak anî ziman ku di danûstandinan de gel gelek caran behsa nesamîmiyeta dewletê kirin û wiha domamd: “Me gelek caran gotina ‘Ji Romê bawer nekin’ bihîst. Me jî ji gel re got; em ji xwe bawer in” û bal kişand ser diyaloga bi gel re ku li ser bingeha baweriyê hatiye avakirin.

‘GEL AXIVÎ, ME GUHDARÎ KIR’

Emîne Çaynak diyar kir ku bi dîmenan wan bi gel re civîn li dar xistine û got, “Civîna yekem li Amedê dest pê kir. Bi coş û kelecaneke mezin derbas bû. Gel eleqeyeke mezin nîşan dida.” Çaynak destnîşan kir ku aliyê herî girîng ê civînan ew bû ku gel axivî û ramanên xwe parve kir û wiha pêde çû: “Di van civînan de me herî zêde mafê axaftinê da gel. Me dixwest em zanibin ka ew çi difikirin û pirsên wan çi ne.”

Çaynak bal kişand li ser naveroka civînan jî û got: “Cih û dem bi baldarî hatine hilbijartin. Me li parkan û kolanan gel guhdarî kir. Ev hem ji bo gel hem jî ji bo me pir girîng bû.”

‘GEL JI XWE BAWER E’

Emîne Çaynak destnîşan kir ku di civînan de pirsa ku herî zêde ji wan hatiye kirin ew bû, ‘Hûn bi vê dewletê bawer dikin?’ Ev pirs hema hema her roj ji me dihate kirin. Çaynak wiha dewam kir: “Gel bi hêvî ye û aştiyê dixwest; lê serpêhatiyên berê jî li ber çavan digirt. Me jî gelek caran got ku hayjixwebûn girîng e û em ji xwe bawer in.” 

Çaynak behsa berxwedana dîrokî ya gelê Kurd kir û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Gelê Kurd bi sedsalan bi tena serê xwe berxwedaneke mezin da. Ne ji dewletên din ne jî ji tiştekî din alîkarî hêvî nekir. Ev gel, bi salan bi têkoşîna xwe û nasnameya xwe heta îro hat. Kokên wî bi hêz in û xwedî li têkoşîna xwe derket.”

Çaynak diyar kir ku baweriya gel di civînên gel de dîsa zindî bûye û ev tişt got: “Pêvajo ne tenê gava aştiyê ya demkî ye, lê hewldana avakirina civakeke demdirêj e. Sîstema ku niha tê avakirin, li cîhanê mînakeke wê tine. Em jî têkoşîna vê yekê didin.”

‘GEL DIXWAZE DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’

Çaynak diyar kir ku di civînan de rexneyên gel jî bi awayekî eşkere hatine gotin û got, “Gel got ku Kurdan gavên girîng ên berbiçav avêtine, lê dewletê gav neavêtiye. Daxwaza avakirina bingeha qanûnî gelek hate gotin. Gel got ku bawerî tenê bi vî awayî dikare were bidestxistin.

‘DESTÛRA BINGEHÎN’

Çaynak got ku ev pêvajo di nûkirina baweriya gel de roleke girîng lîstiye û wiha dewam kir: “Bi van civînan me hem baweriya bi gel re hem jî hêviya têkoşînê nû kir. Gel her çendî bi xemgînî biaxive jî, baweriya xwe bi xwe û partiyên xwe heye.

Di civînan de mijarên wekî girtiyên nexweş, mafê hêviyê, bombebaran û binpêkirinên mafan hatine rojevê. Banga ku ji bo ev rojev dîsa neyên jiyîn hate kirin. Di warê guhertina dewletê û avêtina gavên di vî warî de jî encamên girîng hatin bidestxistin.”

Çaynak got ku ev pêvajo di heman demê de xurtkirina rêxistinkirina herêmî jî aniye rojevê û wiha dewam kir: “Meclîsên taxan û komun dîsa hatin rojevê. Gel nîşan da ku tevî her tiştî ew ê têkoşîna xwe berdewam bike.”

Çaynak bal kişand ser ku gava herî mezin a aştiyê li cîhanê jî tê axaftin û got, “Di dîrokê de cara yekem çek hatin şewitandin û hemû cîhan behsa vê kêliyê kir. Sibê, dema nifşên nû van çekan bibînin, ew ê careke din bibin şahidê gavên aştiyê û têkoşîna vî gelî.”

‘EM Ê RÊXISTINBÛNÊ XURTIR BIKIN’

Çaynak diyar kir ku yek ji encamên herî zelal ên civînan der barê asta rêxistinbûnê bû û got, “Me dît ku rêxistinbûn qels e. Gel di nav baweriyeke mezin de ye, lê ev rêxistinbûn di tax û kolanan de xwe bi awayekî xurt nîşan nade. Em ê rêxistinê xurtir bikin.

Em ê baweriya gel vala dernexin. Divê em bi ruh û hêza vê têkoşînê nêzî xwe û gel bibin. Haya me ji berpirsyariya me ya civakî heye.”

‘JIN WÊ DÎSA ROLA XWE BILÎZIN’

Çaynak behsa rola pêşeng a jinan di vê pêvajoyê de jî kir û wiha bi dawî kir: “Wekî jin, rola me hê girantir e. Jinên Kurd di vê pêvajoyê de jî wê rola xwe û mîsyona xwe bi awayê herî baş bilîzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Kobanê îsal ji ber ziwabûnê hilberîna fistiqan kêm bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji sûcdarekî şer ber bi serokatiya Sûriyeyê ve: Colanî

Pêşî dixwest xwe veşêre, lê bi demê re navbera xwe û kamerayan xweş kir, kum…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çukurovayê jinan banga parastina cewherî kirin

Li Mêrsîn û Antalyayê jinan diyar kirin ku dewlet di 10 salên dawî de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Şoreş Alan: Şehîd Simko Serhildan pêşeng û fermandarê serdemê bû

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê Şoreş Alan got, “Şehîd Simko cihê xwe di gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?